Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 14 Sibat 2026 - 00:14

Berevajî kirina Rastîyê
(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 312(9)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî

Wisa xuya dike ku komek xal di ser dawerîkirina Hejar Li ser Rehîm Qazî de  bi bandor bûye:

Bêguman li gorî baweriya Hejar û gelek kesên din, ne tenê R. Qazî, belku tu kesekî din li Kurdistanê di hebûna Barzanî de, nikaribû xwe ji bo serokatiya gelê kurd destnîşan bike. Li gorî wê evîna Hejar ji Barzaniyê re, herwiha piştî afirandina efsaneyên dîrokî yên şikandina çend sînorên dewletên dagirker ên Kurdistanê heta gihîştina axa Azerbaycana Sovyetê, herwiha rola wî ya nayê înkarkirin di tevgera rizgarîxwaziya kurd de bi taybetî piştî hilweşîna hukmeta padîşahiyê ya Melik Faysalê Duyem di sala 1958an de, di pratîk de tu kes nikaribû vê îdiayê bike û ev rol li tu beşekî Kurdistanê bigire. Kesayetî berhemên rewşa serdema xwe ne û bi wî awayî, asta berpirsiyariya wan zêdetir e û rola wan a erênî û neyînî jî berçavtir e, û tu kes nikare bi awayekî xwestî bibe rêberê neteweyekê.

Di têkiliya xwe de bi buxtana ku Rehîm Qazî 'hemwelatiyên Azerbaycanî daye girtin ku di zindanê de mirine' ev di rastiyê de vegotina neberpirsiyar a gotinên bê delîl ên gutegutê ye, û kesekî berpirsiyar nikare bi wê hêsaniyê tawanekî neîsbatkirî bide kesekî din, heta eger wekî dijminê xwe bizane.

Yek ji diyardeyên ne xweş ên mayînde yên çanda paşvemayî li Sovyetê û bi taybetî li Komara Azerbaycanê dijberiya bi Cihû û Ermeniyan re bû, ev rewş jî di gotinên kesan de li ser malbata Dr. Rehîm Qazî reng dide û cihûbûna jina wî ya rûs wekî xalekî neyînî ku bûye sedema şermezariyê, hatiye girtin. Di rastiyê de vegotina vî cureyê gotin û axaftinan heta eger nivîskar qebûl nekiribe jî, ne li cihê xwe ye û bi awayekî ji bo şikandina kesayetiya dijmin tê bikaranîn.

Li Yekîtiya Sovyetê berpirsên bilind ên partiyekî penaber wekî Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê, Partiya Tûde ya Îranê yan tu partiyekî ne îranî, di têkiliya xwe de bi kar û barê jiyana endamên xwe re, yan ji bo şêwirmendiya siyasî, têkiliyên wan bi kesên desthilatdar ên dewlet û partiyê re hebû û nimadibe ku ev têkilî wekî sîxurî û zilamê dewlet bûne were hesibandin. Têkiliyên kesên wekî Danişyan bi xwe, Çeşmazer û Cihanşahlû li ber Azerbaycanî bûn û berpirsiyariya wan di Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê de gelek nêzîktir û berçavtir bû. Ne cihê bawerî ye ku Gulam Yehya Danişyan, yê ku di destpêka damezrandina Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê û hukmeta mîlî ya Azerbaycanê de her tim yek ji rêberên herî bi hêz û berçav bû, û piştî yekbûna Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê bi Partiya Tûde ya Îranê re di havîna sala 1339an de heta plênûma 16emîn a Partiya Tûde ya Îranê di reşemeya sala 1357an de endamê bi hêz ê rêberiya Partiya Tûde ya Îranê û sekreterê Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê bû, tirseke wisa ji Rehîm Qazî hebûya.

Gava ku parekî berçav ji kar û barê rojane yê penaberekî li Yekîtiya Sovyetê ji kanala partiyê derbas dibû, her tim îhtîmala bikaranîna nerast û ne li cih ji aliyê berpirsên partiyê ve li dijî dijminan, cudabîran û alîgirên baskên din ên di nav van partiyan de hebû, û bêguman kes hebûn ku bi her sedemekê be, hîs kirine ku berpirsên partiyê neheqî li wan kirine û yek ji wan Dr. Rehîm Qazî li ser xwe kiribin. Ev jî mafê wan e ku rexne li vî yan her kesekî din bigirin, lê tawanbarkirina bi girtin û kuştina kesekî eger ne îsbatkirî be, bi xwe sûcekî mezin û neexlaqî ye û alîkarî nade xwendina rast a dîrokê.

Mamoste Hejar bi her sedemekê be, di wê bawerî de bûye ku pereyê dayî kêmtr ji wê rêjeyê ye ku ji bo wî diyar kiribûn. Di nebûna Hejar û Qazî de, herwiha nebûna tu delîlekî di vê têkiliyê de, mumkin nîne dadweriyek li ser rastî an nerastiya vê mijarê were kirin. Dibe rast be û dibe jî ji ber tênegihîştina rast ji hevdu, ev dilêşîn çêbûbe.
Li vir pêwîst e le ser mijara şandina sîxuran bo nav Barzaniyan, îşaret bi gotinên Pavel Sûdoplatof (1907-1996) berpirsê ewlekariya Sovyetê bê kirin ku di sala 1947an de serdana Barzanî kiribû. Ew di kitêba xwe de tenê behsa sîxurekî dike, ew jî di dema hebûna Barzaniyan li Taşkentê û dinivîse:

"He wildanên me yên ji bo şandina zilamên xwe bo nav çembera derûdora Barzanî û damezrandina yek ji kurdan, bi serkeftî ji aliyê hêzên ewlekariya wan ve hatin betalkirin. Lê Zîmskov ku ezmûnekî zêde ya wî di muamele kirin bi kurdan re hebû, karî yek ji efserên xortên wê yekê ku li akademiya leşkerî ya me xwendibû, damezrîne, lê piştî vegera xwe bo Taşkentê, bê tu şopê bi lez winda bû. Me nikarî bibînin. Em gihîştin wê encamê ku dibe bi fermana Barzanî hatibe kuştin." [Sûdoplatof 427]
*Pêwîst e bê destnîşankirin, di serdemekê de ku Dr. Rehim Qazî bi sedema berpirsiyariya bilind wekî cîgirê serok, rolekî berbiçav di karûbarên rêxistinî û siyasî yên Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê de leyistîye. Emîr Elî Lahroudî (1302 – 1393) yek ji sekreterên Ferqeya Demokrat a Azerbaycanê û rêberên berbiçav ên Hizba Tûdeya Îranê, behsa şêweya danîna Rehim Qazî di bihara 1954an de li ser posta cîgirê serok ji aliyê kadr û endamên wê demê yên ferqeyê ve dike:”Di bihara sala 1954an a zayînî de beşek ji kadrên niştecîh ên bajarê Bakûyê û xwendekarên îranî yên mekteba hizbê li salona mektebekê ji bo beşdarbûna di civîneke hizbî de kom kirin. Kambexş civînê vekir û lîsteya endamên komîteya navendî ya nû ragihand. Xulam Yehya Danişyan wekî serok û Kambexş wekî cîgirê serok hatin nasîn. Sadiq Padgan, Cihanşahlo, General Kaviyan û kesên din ji endamtiya komîteya navendî ya Azerbaycanê hatin derxistin. Civîn bi çepikên beşdarvanan bi dawî hat.
Derxistina kesan ji rêberiyê û bi taybetî Sadiq Padgan ji serokatiyê û endamtiya komîteya navendî bû sedema civîna beşek ji kadrên ferqeya demokrat di beramberî komîteya navendî de û derbirîna nerazîbûna wan ji van kiryarên nedemokratîk. Berfirehiya vê deng û hawarê heta wê astê pêş ket ku Xulam Yehya Danişyan, Nusratulah Cihanşahlo û General Mîlayinan – yan ji bo xwendinê şandin mekteba bilind a hizbê û Ebdulsemed Kambexş jî şandin Akademiya Zanistên Civakî ya Moskowê.
didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.