(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 317(14)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Têbînî:
1.Li gorî zaniyariyan her ji destpêkê ve "Kazîmof" berpirsê karûbarên Barzaniyan bûye. Ji aliyê din ve ev nerîn ku Gelawêj wekî kesekî Rûs ku ne zimanê kurdî û farisî tew jî tirkî nizane hatiye şandin nav Barzaniyan, dûr ji lojîkê ye. Piraniya Barzaniyan heta dawiya Kanûna Duyem a 1947 li cihêkî nebûne û li gund û kolxozan belav bûbûne û nayê kirin ku Gelawêj wekî efserê payebilind û berpirs, bê hebûna wergêrekê têkiliyê bi xelkê re bigre û ji sibê heta êvarê destê xwe di berîka xwe de bihêle û li dora xwe bigere, ji gundekê bo gundekî din û ji ba kesekê bo ba kesekî din here û bizane ew çi dixazin û paşê raporta wan bide.
2.Cihanşahlû ku tu raportek bi çavê xwe nedîtiye, çawa dikare bê hebûna belgeyekê dadweriyê li ser gotin û raportên Gelawêj bike?
3.Ev buxtan jî ku Mela Mistefa di serdema Komara Kurdistanê de Pêşewa Qazî Mihemed wekî memura îstîmara Îngilîz zanîbe û xwe ji hevkariyê ligel wî vekişandibe, zêdetir dişibe galtekarî û tu bingehê îsbatkirî tune ye.
4.Nasîna Gelawêj ji aliyê Barzaniyan ve piştî damezrandina ji nû ve ya Firqa Demokrat a Azerbaycanê û çêkirina Hîzba Demokrat a Kurdistanê li Bakû, li gel kronolojiya rûdanan nagunce. Her wekî berî niha îşaret hate kirin, yekemîn civîna beşek ji endamên Firqa Demokrat a Azerbaycanê û komîteya koçberan roja Înê 26ê Mijdara 1947 pêk hatiye û di 6ê Januarya 1948 de komîteya koçberan xwe wekî komîteya navendî ya Firqa Demokrat a Azerbaycanê nas kiriye. [Lahroudî r. 99 – 98]. Komîteya kurd jî ku Gelawêj wekî hilbijartiyê lîsteya Barzanî yek ji wan bû, di civîneke 19ê Januarya 1948 de pêk hatiye û ji wê demê ve kurdên rohilat û başûr bi serokatiya Mela Mistefa dest bi çalakiyê di bin navê Hizba Demokrat a Kurdistanê kirine.
Rehmî Qazi(milê çep) u Elî Gelawêj li Bakoyê-1948
5.Bê ser û şûn kirina Barzanî û hevalên wî li gorî raporta Qazî û Gelawêj û girtina wan tam di wê kêliyê de ji ber tunebûna Hizba Demokrat a Kurdistanê wekî endamên komîteya navendî ya Firqa Demokrat a Azerbaycanê, ligel rastiyan nayê. Di civîna rêberiya Firqa Demokrat de di 12ê Februarya 1948 de Rehim Qazî û Elî Gelawêj ji bo komîteya navendî ya Firqa Demokrat a Azerbaycanê hatine hilbijartin. [Lahroudî r. 99]. Raporta Hesen Hesenof di Adara 1948 de ji bo Baqirof [belgeya jimare 8] berdewamiya karê komîteya kurd piştî hilbijartina Gelawêj û Qazî ji bo komîteya navendî ya Firqa Demokrat a Azerbaycanê piştrast dike. Ji aliyê din ve, Barzanî û hevalên wî di dawiya Tebaxa 1948 de şandine Ozbekistanê.
6.Dadweriya kesên wekî Cihanşahlû û Xulam Yehya Danişyan li ser Rehim Qazî û Elî Gelawêj nikare bê pêwendî ligel dabeşbûnên nav Firqa Demokrat a Azerbaycanê û şerê kadroyên ciwan ên Firqe di sala 1954 de, rakirina wan ji rêberiyê û hilbijartina kesekî kurd wekî Rehim Qazî ji aliyê endamên Firqe ve wekî cîgirê serok be. [Herwiha binêre jêrnivîsa jimare 3]
Elî Şemîde endamê Hizba Komunîst a Îranê, Hizba Tûde ya Îranê û rêberiya Firqa Demokrat a Azerbaycanê li surgunê bûye. Di dema hebûna xwe li Îranê çalakiya berçav di tevgera karkeran de hebûye.
Elî Şemîde di jînenîgarîya xwe de tenê li gorî ew tiştên ku ji vî û wî bihîstiye wisa behsa van rûdanan dike:
Wekî min bihîstiye Gelawêj bi cil û bergê efseriyê ve çûye ba Mela [Mistefa Barzanî] û dibe ku raporta rewşa kurdan daye desthilatdaran.
- Piştî ku Mela ji bo Asyaya Navîn dûr xistine bi wê yekê zanîye Gelawêj kurd e û sond dixwe ku li her cihekî bibîne bikuje, ji ber wê jî Gelawêj xalek di navbera birûyên xwe de bi neştergeriyê radike heta nas nekin? [Şemîde r. 290 -280]
Bawer nakim ev du xal pêwîstî bi nivîsîna tiştekî hebe ji bo redkirinê.
Kurteya Gotinên Dr. Qadir Mehmûdzade (Aso)
Qadir Mehmûdzade di meha Reşemiyê ya sala 1325an de ligel nêzîkî 60 ciwanên Kurd ji bo xwendinê li dibistana leşkerî ji aliyê Komara Kurdistanê ve hate şandin Komara Azerbaycanê. Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê di zivistanê 1326an de vedigere Îranê, lê di sala 1329an de dîsa Îranê berdide û vedigere Yekîtiya Sovyetê, yanî di dema hebûna Barzanî li Azerbaycanê nebûye û paşê ev xalên jêrîn derbarê Gelawêj û Qazî yan rast yan xelet bihîstiye:
-Mela Mistefa dilê wî ji Rehîm Qazî û Elî Gelawêj ne xweş bû, yekemîn Rehîm Qazî lafê wekhevî ligel wî daye û li hin cihan gotinên nebaş gotiye, ku gihîştibû guhê wî.
-Dema ku sînor derbas kirine, Elî Gelawêj û Murad Rezmawer wek navbeynkar di navbera Barzanîyan û karbidestên berpirs ên Yekîtiya Sovyetê de, ji bo çareserkirina pêdivî, pirsgirêk û nerehetiyên wan, ji bo wan hatibûn şandin. Lê ji Elî Gelawêj re gotibûn ku behsa neteweya xwe neke û her tiştê ku ew dibêjin bi tam bi tam ji wan re vegerîne. Elî Gelawêj di pêkanîna erk û wijdana xwe de nehiştiye û gelek pirsgirêkên wan çareser kiriye. Lê bi navekî sexte xwe bi Mela Mistefa daye nasandin.
-Barzanî bawer bû ku Gelawêj yek ji wan berpirsan ê Azerbaycana Sovyetê ye [berevajî gotina Cîhanşahlû ku behsa Rûs bûnê wî dike] ku bi vî awayî bi zimanê Tirkî baş diaxive.
-Di civîneke lezgîn a Firqa Demokratî ya Azerbaycanê ku li Bakûyê tê birêvebirin û Mela Mistefa beşdar bûye, bi tesadufî li korîdorê rastî Gelawêj tê ku endamê desteya karê îdarî bûye, dixwaze derbarê tiştekî bi zimanê Farisî şêwirê ligel bike, lê Gelawêj matmayî maye û bi hincetekê xwe dûr xistiye. Mela Mistefa jî bi rêya Murad Rezmawer zanîye ku Gelawêj Kurd e û xelkê Mehabadê ye!
-Murad Rezmawer ev dibêje ji bo ku xwe nêzîktir û dilsoztir nîşanî Mela bide. Di wextê ku ji bo hemûyan eşkere bû, Murad sîxurêkî nîşankirî yê rêxistina KGB bû û paşê jî bû xefîya Îngilîz û Iraqê.
-Tê gotin, li gorî gotinên Mela Mistefa, Gelawêj gotinên wan bi dizî nivîsiye û rolek di çarenûsa tal a wan de hebûye. [Dr. Aso r. 350 – 349]
Didome ---
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
14 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
6 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
28 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
21 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
14 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
7 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
31 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
24 Çileyê