Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 28 Adar 2026 - 09:00

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 318(15)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî

Têbînî:
Bersiva piraniya ew xalên ku Dr. Aso behs dike di naveroka mijarê de û bersiva Cîhanşahlo de hatiye dayîn. Lê serê wê jî divê çend xal behs bikin.

1.Dem û sedema civîna lezgîn a Firqa Demokratî ya Azerbaycanê nenas e, ne diyar e ger Mela Mistefa bawer bûbe ku Gelawêj Azerbaycanî ye û Tirkî baş dizane çima dixwaze bi Farisî şêwirê pê bike, ew jî rast di wê kêliyê de ku divê di civînê de bin.

2.Li gorî vê îdiayê, Gelawêj diviya bûya endamê desteya karê îdarî ya Firqa Demokratî ya Azerbaycanê bûya. Ger em lêkolînekê li dîroka Firqa Demokrat piştî hilweşîna hukmeta Azerbaycanê û hatina piraniya endamên rêber û kadr û hwd. ên vê partiyê ji bo Azerbaycanê bikin, em dibînin: Yekem civîna beşek ji endamên Firqa Demokrata Azerbaycanê û Komîteya Koçberan roja Înê 26 Mijdar sala 1947 saet 11 bi beşdariya Padgan, General Penahiyan, General Mîlaniyan, Mihemed Celîlî, Bîrîa, Kavyan, Qiyamî, Îlehamî, Danîşiyan, General Azer û Cehanşahlo pêk hatibû û mehêk piştî wê di 6ê Rêbendan 1948an de Komîteya Koçberan xwe wek Komîteya Navendî ya Firqa Demokrata Azerbaycanê nas kiribû. [Civîna Kurdên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Barzanî di 19ê Rêbendan 1948an de li Bakûyê bû] Di civîna rêberiya Firqa Demokrat de di 12ê Reşemiyê 1948an de Rehîm Qazî û Elî Gelawêj ji bo Komîteya Navendî ya Firqa Demokrata Azerbaycanê hatin hilbijartin. [Lahrodî r. 99 – 98]. Bi vê yekê zehmet e ku di civîna Firqa Demokrata Azerbaycanê de ku hê Gelawêj wek endamê rêberiya Firqa Demokrata Azerbaycanê nehatibû hilbijartin wek endamê desteya karê îdarî beşdar bûya an bi giştî civîneke wisa gumanbar e ku pêk hatibûya.

3.Dr. Aso gelek caran behsa têkiliya pir nêzîk ligel Mela Mistefa dike û tew di bîranînên xwe de bi hûrgulî behsa şandina xwe ji bo Îranê dike li ser daxwaza Mela Mistefa Barzanî rêberê neteweyî yê Kurd ji aliyê KGB ve di Hezîran 1952 /1334an de ji bo pêkanîna erkekî metirsîdar û anîna jin û zarokên wî ji bo Yekîtiya Sovyetê [Dr. Aso r. 311 heta 342] û di heman demê de tawanbarî dide Murad Rezmawer ku sîxurêkî nîşankirî yê KGB ye û paşê jî xefîya Îngilîz û Iraqê. Bêguman ev pirs dikare were kirin, Dr. Aso ku têkiliyeke wisa nêzîk ligel Mela Mistefa Barzanî hebûye û ji bo pêkanîna daxwaza wî rîskeke wisa metirsîdar kiriye, çima Mela Mistefa ji sîxurbûna Rezmawer agahdar nekiriye heta ligel xwe nebe ji bo Iraqê û tew di kongreya çarem a Partiyê di sala 1959an de neke endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat Kurdistan! [Dîroka Partiyê. Cilda yekem r. 102]

Ewi roniştine li milê rastwe: Rehim Qazi, Hejar Mukiryani, nivîskarek Azerbaycani.

ewên li ser piyanin li milê rastwe:Abdula Rezmawer, Qadir Mehmûdzade, Hemedî

Mewlûdî, 2 nivîskarên Azerbaycanî, Bako 1959

Encam
Rûdana Şoreşa Oktoberê di sala 1917an de li Rûsyayê û pêkhatina cîhana du cemserî bandor li ser hemû kedkarên cîhanê û neteweyên bin dest de kir û yek ji wan gelê Kurd bû. Piraniya rêberan û beşekî girîng ji ronakbîrên çep û demokrat ên Kurd bi wê hêviyê bûn ku bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê bigihîjin azadî û serxwebûna Kurdistanê.Damezrandina hukmeta neteweyî ya Azerbaycanê û Komara Kurdistanê di sala 1946an de ev hêvî xurtir kir, mixabin hilweşîna her du hukmetan û dagirkirina Azerbaycan û Kurdistanê di zivistanê 1946an de ji aliyê artêşa Îranê ve, di sê darê de daliqandina rêberên Kurd û kuştin û girtina bi dehan kadr û endamên Partiya Demokrat Kurdistan, herwiha kuştina bi sedan kes ji şoreşger û gelê Azerbaycanê ji aliyê artêşa Îranê û kevneperestên girêdayî wan ve, bû sedema paşvekişîna demkî ya tevgera rizgarîxwaziya Kurd û Azerbaycanî.
Mela Mistefa Barzanî û beşekî girîng ji hêzên wî, ku di dema Komara Kurdistanê sitûna bi hêz a tevgera Kurd bûn, neçar bûn rêyeke dûr û tijî metirsî bibirin û bi wê baweriyê ku Yekîtiya Sovyetê tenê hêvî û piştgirê Kurdan e, di Nîsan 1947an de xwe bigihînin axa Komara Azerbaycana Sovyetê.
 Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî di dema piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn de, ji ber gelek pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên Yekîtiya Sovyetê ku berhemê şerêkî xwînî yê çend salan ligel faşîzma Hitler bû, li wî welatî ketin nav rewşeke nexwestî. Ew di sîmayê dewleta Sovyetê de dost, piştgir û hevalê pêbawer didîtin û Yekîtiya Sovyetê wan wek amrazek ji bo pêkanîna planên xwe yên stratejîk li Rojhilata Navîn û bi taybetî li hember Iraq û Azerbaycana Îranê digirt. Ji ber vê yekê jî, di destpêka hatina wan ji bo Azerbaycanê, rêberiya Yekîtiya Sovyetê wan bi hûrgulî xist ser çavdêriya xwe û ji bo gihîştina armancên xwe, dest bi perwerdeya leşkerî ya wan kir di destpêkê de li Azerbaycanê û paşê li Ozbekistanê. Di vê navberê de Baqirof sekreterê Partiya Komunîst a Azerbaycanê ku bi hêviya sûdwergirtinê ji 500 şervanên bi ezmûn û wêrek ên Kurd di firsendeke guncaw li Azerbaycana Îranê, ji ber guhertina rewşa siyasî li herêmê, nerazîbûn û zexta hukmeta Îranê, guman û şik li Mela Mistefa ku guhaya fikirê vejandina Komara Sor a Kurdistanê li Azerbaycanê heye, herwiha tunebûna qezencekê ji hebûna Barzanî û hevalên wî ji bo bernameyên dirêj ên wî li Azerbaycana Îranê, pêşniyara dûrkirina wan ji sînorên Îranê kir.Moskow jî ku ji destpêkê ve bernameya xwe ya taybet ji bo Barzanî û hêzên wî li Iraqê li dijî hukmeta girêdayî Îngilîz a Melik Faysalê Duyemîn amade kiribû, û tew Paul Sudoplatof nûnerê navdar ê ewlekariya Yekîtiya Sovyetê di hevdîtina xwe ligel Barzanî de jê re ragihandibû heta guncawbûna rewşê ji bo vegerê wan bo Kurdistanê, ji bo demeke demkî ew ji bo Asyaya Navîn dişînin, di Tebax 1948an de bi biryara Wezareta Karûbarên Hundir a Yekîtiya Sovyetê, ew ji bo Ozbekistanê şandin û piştî niştecîhbûna wan li wir, ji aliyê karbidestên Sovyetê ve berdewamî bi perwerdeya leşkerî û siyasî ya wan hate dayîn.Barzanî û beşek ji hevalên wî di dema hebûna xwe li Azerbaycanê de, hevkariya xwe ligel komeke kêm ji Kurdên Rojhilat bi navê Partiya Demokrat Kurdistan dikirin. Kar û çalakiya siyasî ya wan di warê rojnamevanî û radyoyê de di têkilî û hevkariyeke rasterast û nêzîk ligel Firqa Demokrata Azerbaycanê de bû. Piştî şandina Kurdên Başûr ji bo Ozbekistanê ev têkilî ji hev qut bû û Kurdên Rojhilata Kurdistanê ligel xwendin û xweperwerdekirina siyasî û zanistî, li gorî ew firsendên ku di çarçoveya siyaseta wê demê ya Yekîtiya Sovyetê de ji wan re guncaw bûn, ligel hemû astengî û zehmetiyan jî, berdewamî bi kar û çalakiya xwe di bin navê Hîzba Demokrat Kurdistan de dan.
Didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.