(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 319(16)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Hevkarî mil bi mil bi Firqa Demokrat Azerbaycanê û tew beşdariya du kesan ji wan, yanî Rehîm Qazî û Elî Gelawêj di asta rêberiyê de, bingehekî pêwîst ji bo berdewamiya çalakî û têkoşîna wan wek Kurd pêk anî.
Hejmara Kurdên Rojhilat zehmet digihîşte ser 10 kesan û bêguman di wê halê de wergirtina firsendan ji bo karê siyasî û çandî li dewleta Azerbaycanê bi taybetî di dema Baqirov û Stalîn de, karêkî hêsan nebû. Mixabin wek hemû welatên paşvemayî ku avêtina buxtan û tawanbarkirina bê belge ji ber nakokiya siyasî, têkoşîna fikrî û rêxistinî, herwiha pirsgirêkên şexsî û hwd... dibe beşek ji derûniya wê civak û partiyan, ji aliyê kesên diyar ve, hin ji Kurdên Rojhilata Kurdistanê wek Dr. Rehîmî Seyfî Qazî, Dr. Elî Gelawêj bi armanceke taybet, tawanên sîxurî û hevkariyê ligel Baqirov û hwd. li dijî Barzanî û hêzên wî hatin avêtin.
Ev cure tawanbarkirin û nivîsandina dîrokê bi taybetî ger ji aliyê kesayetekî Kurd ve be, ne tenê qezencekê ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurd nabîne, belku dibe sedema pêşxistina nakokiyên di navbera hêzên Kurd de, çandina tovê dubendiyê, herwiha alîkarîkirina pêkhatina çandeke nebaş û nexweş ji bo xirabkirina kesên cudafikir bi rêya tawanbarkirina bê binge û bê belge.
Dr. Rehîm Qazî û Dr. Elî Gelawêj kesên welatparêz, armanxwaz, çep û demokrat bûn û bêguman wek her kesekî din jî, di dema hebûna xwe li Yekîtiya Sovyetê an di dema vegerê wan bo Îranê piştî serkeftina Şoreşa Gelan di rêbendan 1357an de, dûrî xeletiyên siyasî û tew şexsî nebûn. Ew bawer bûn ku bi wê siyaset û rêbazê ku hilbijartine, xizmetê ji neteweya xwe re dikin. Ne rewa ye ku li şûna rexneyeke avaker, ji ber cuda baweriya siyasî û felsefî, xeletiyên siyasî ku berhemê şêwazê şîrovekirina rewşeke tevlihev li Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistanê bi taybetî ye, hemû jiyana siyasî ya kesekî bixin bin pirsê û tew tawanên sîxurî û xiyanetê lê bikin.
Di vê armancê de erka ronakbîr, rêxistinên siyasî û çandî yên pêşketinxwaz, hewldan e ji bo nasandin û pêşxistina çand û şêwazê rexnegirtina avaker, ne ji bo dijminatiyê û sivik û çirok nîşandana rexnegirtî.
Ji bo pêkanîna vê armancê, pêwîst e ji bo nasîn û çareserkirina nakokiyan ji amrazê rexneyê, her wek ku Marx bi rastî wek "çekê rexneyê" nav lê dike, sûd werbigirin. Ew rexneya ku sûdê jê nebe di eslê xwe de dikare rûxîner û zirarbar be. Li welatekî ku çanda rexnegirtinê ne bawer be û mirov nikaribe bi aqilmendî û rasterast ramanên xwe derbirîne, nikare di pêvajoya pêşketina civakê de rêya xwe ber bi jiyaneke aram û nûjen ve bibîne.
***
Di dawiya vê babetê de, spasiya birêz Enwer Sultanî ji bo pêdaçûna babetê, Siyaweş Rencber Daimî û Hesen Qazî dikim, ku bi dilgeşî beşekî mezin ji belge û gotarên pêwîst dane ber destê min. Çavkaniya belgeyan bi zimanê rûsî, beşek ji arşîva neteweyî ya Komara Azerbaycanê parastî ye di arşîva Enstutiya Navneteweyî ya Îranasiyê de li Amsterdamê, herwiha babet û belgeyên cihêreng ên di arşîvên rûsî de, ku di beşa çavkaniyan a vê babetê de îşaret bi wan hatiye kirin.
Pêvek
Belgeya jimare 1. Raporta A. Goskov, serokê Komîteya Ewlehiya Dewletê ya Encumena Wezîran a Komara Sosyalîst a Azerbaycana Sovyetê
Tevde nepenî
Derbarê penaberê siyasî Kerîm Eyûbî kurê Rehman,
ji dayikbûyî sala 1924, xelkê bajarê Mehabad (Îran)
Kurd, endamê Hîzba Demokrat a Kurdistanê, bêwelat
Kerîm Eyûbî ji malbateke bazirgan e.
Di Tebaxa[nîsan rast e] 1946an de ji aliyê Hukumeta Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê ve ji bo perwerdeya leşkerî şandiye Bakûyê.
Ezîz Asefî Şogret, karmendê eşkerekirî yê dezgeha ewlehiya Îranê ku bi awayekî nepenî hatiye Yekîtiya Sovyetê, di îtîrafên xwe de îşaret bi Kerîm Eyûbî kiriye.
Ew [Asefî] ragihandiye ku Xusrew Zulfeqarî damezrîner bûye, digel diyarkirina awayê têkiliyê, behsa wan Kurdan kiriye ku li Bakûyê dijîn, di nav wan de îşaret bi navê çend malbatan û di nav wan de Eyûbî kiriye ku nameyan diguherînin ligel xizm û kesûkarên xwe yên ku li Îranê dijîn.
Ezîz Asefî Şogret diviya bi alîkariya van kesan firsendekê bibîne ji bo şandina agahiyên sîxuriyê bo Îranê û di nebûna vê firsendê de, diviya agahiyên komkirî, piştî vegera xwe bo Îranê, bigihîne Zulfeqarî.
Li gorî belgeyên "Komîteya Ewlehiya Dewletê" Eyûbî navbeynkar e ji bo guherîna nameyan di navbera Şêx Seîd Ebdulla Qadir ku li Îranê dijî û guman heye ku endamê rêxistina ewlehiya Îngilîz be, ligel kurê wî – Seîd [Ezîz] Şemzînî ku li Taşkentê dijî.
Di sala 1945an de, Şemzînî ji Îranê bi hinceta perwerdeya leşkerî şandine Yekîtiya Sovyetê ji bo ku pêşî li gavên çalak ên bavê wî yên dijî rêberiya Hîzba Demokrat bigirin.
Ti belgeyeke din li ser Kerîm Eyûbî di ber dest de nîne.
Serokê Komîteya Ewlehiya Dewletê ya Encumena Wezîran a Komara Sosyalîst a Azerbaycana Sovyetê
Îmze (A. Goskov) Kanûna Yekem a sala 1954
***
Şogret herçend di nav tirkîyan de navê şogret tê dîtin, lê belkî li vir mebesta peyva şohret bi farisî ye.Dr. Rehman Helewî derbarê kesayetiya Ezîz Asefî de dinivîse: 'Li kampa Baykonurê, ji hemû miletan kes hebûn, tew heta biyanî jî. Hemû bi zimanê hevbeş a rûsî bi hev re diaxivîn. ...Hejmara kurdên vê wîstgehê, tenê pênc kes bûn, yek ji wan Ezîz bû kurdê Qoçanê, du kurdên din celalî yên li nêzîkî Makûyê bûn bi navên Guzel û Egît. Ezîzê Asefî hembajarîyê min bû û ez jî. Di nav wan de yê herî lawaz û qels bû, kak Ezîz Asef bû, ku digot qey hemû demê Zîndaniyê wî li Sîbîryayê bû û, wekî ku tê gotin, bi Mihemedê Şîrazî re reviyabûn bo Sovyetê. Encumenê taybet, yekî 25 sal bêgariyê li ordûgahên karê zorê ji bo birîbûn.Esafî, ciwanekî bi edet û giranbuha bû. Car caran ewqas bi hêminî diaxivî, ku guhê min ji dengê wî nabû. Pir jî nigaran bû. Ji siyê xwe ditirsiya. Her carê min digot keçê metirse, qahqah dikêşa. Feqîro hatibû ji bihuşta sozdar fêkîyek ji dara Tûbayê biçîne. Belê fêkîyê pir tal bû, 25 sal mehkûmî bû. Piraniya caran dihat nivîsgeha min û bi hev re rûdiniştin û diaxivîn. [Helewî. r. 256, 295-294]Ezîz Esafî û Rehman Helewî piştî mirina Stalîn di 5ê Adara 1953an de, azad û radestî Îranê hatin kirin.
didome..
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
28 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
21 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
14 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
6 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
28 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
21 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
14 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
7 sibatê