Mele Mistefa u çend rêhevalên wî li Uzbekistanê
(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 321(18)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Belgeya jimare 5. Rûpelên 1, 2 û 5 yên "Gavên destpêkê yên ji bo birêvebirina karên rêxistinî û siyasî li Bakûrê Îranê" bi rûsî.
Wergera beşa sereke ya wan sê rûpelan ji belgeya jimare 5.
Gavên destpêkê
Ji bo birêvebirina karên rêxistinî û siyasî li Bakûrê Îranê Rêberî
Bi berçavgirtina pêkhateya pirneteweyî ya nifûsa Îranê û erkên ku li ber rêxistina me ya dahatû (Firgeya Demokrat a Azerbaycanê û Rêxistina Azadîxwazan) ne, rêveberiya rêxistinê, karûbarên giştî bi heft kesan re dest pê dike, ku ji van pêk tê:Sê çalakvanên Firgeya Demokrat a Azerbaycanê, ku yek ji wan kurd e
Sê rêveberê endamên Tûdeyê ku bi platforma me re li hev dikin,
Yek ji hevalên Turkemenan.
Rêveber:
Li gorî hewcedariya çalakiyên siyasî û rêxistinî yên berfireh û pir-alî – yên propagandayê yên ku ber bi me ve tên, ev hevalên jêrîn wekî heft kesên [rêberiyê] hatine berçavgirtin:Ji Firgeya Demokrat a Azerbaycanê:
- Pêşewerî Seyîd Cefer
b. Danişyan Ghulam Yehya
c. Hevalê kurd, hêj ne diyar e (binere raveya ku li jêr hatiye)*
Ji rêveberên endamên Tûdeyê:
- Kambexş, Ebdulsemed
- Qasimî, Ehmed
- Qureyşî, Emanullah
Ji turkemenan:
- Ensarî [Safar]
Di berdewamiyê de taybetmendiyên van kesayetiyan, dabeşkirina erkan û hwd. tê gotin.
Di rûpela 5an de behsa wî kurdî tê kirin, yanî Rehîm Qazî, ku ji bo vê rêberiyê hatiye berçavgirtin:
Navê wî hevalî ku divê em ji kurdên Azerbaycanê [ji bo rêberiyê*] bigirin, hêj ne hatiye nivîsandin. Armanc Qazî ye, xwendekarek e ku li vir dijî û heta niha neketiye nav refên rêveberiyê. Ji ber ku ew:
- ciwan e;
- piştî bûyerên Azerbaycanê, di qelsiyên xwe de, israra vegerê bo Îranê nîşan daye; tenê gava agahdarî kuştina birayên Qazî bûye, venegeriyaye [Îranê].
- di nav xwendekaran de dijî, ku piraniya wan têkiliya wan bi konsulxaneya Îranê re heye û ji ber bêtecrubetiyê, dibe ku bibe sedema eşkerekirina çalakiya me.Pêdivî ye [bi başî] bê nasîn, bê amadekirin û eger kesekî guncavtir nehat dîtin, piştî dilniyabûna ku bi temamî amade ye, têkeve nav refên rêveberiyê.Di beşa dabeşkirina erkên rêveberiyê de derbarê hevalê kurd de hatiye gotin: Çalakiya rêxistinî û siyasî di bin rêveberî û alîkariya heval Pêşewerî de.
Belgeha hejmar 6. Pirsa Kurd
Protokol
Jimareya civînê: “Heft”
23’ê Hezîrana 1947
Amadebûn: Saib, Goderz, Erebzade
Guhdarî kirin:
1.Pirsa Kurd
Hevalan bi yek deng bawer bûn ku di dema gavavêtinê de, bi taybetî li Azerbaycana Îranê, qet nayê qebûlkirin ku pirsa kurdên Azerbaycanê bê paşguhkirin. Ev yek di protokolên destpêkê de jî hatiye dîtin û ji bo ku hevkariyeke nêzîk pêk were, pêwîst e nûnerê kurdên Azerbaycanê were nav rêxistina “Heft”an.
Heta niha firsenda têkilî bi kurdên Azerbaycanê re tu ne bû, ji ber ku serok û navdartirîn serkirdeyên wan hatine darvekirin. Lê belê bi vê yekê ku kurdên Barzanî di bin serokatiya Mela Mistefa serkirdeyê xwe de, demekê mil bi milê Kurdên Azerbaycanê û gelê Azerbaycanê li dijî hukmeta kevneperest a Îranê têkoşîn kirine, niha jî komek ji hêzên wan ketine axa Yekîtiya Sovyetê, “Heft” bi vê baweriyê helwêsta xwe li hember wan (Barzaniyan) diyar dike.
Ji ber tunebûna agahiyên pêwîst, axaftina li ser kesayeta Mela Mistefa Barzanî zehmet e. Tenê em dikarin bala xwe bidin rastiyên naskirî (wek hukmê darvekirina wî li Iraqê, revîna wî bo Îranê, şerê wî yê li gel hukmeta Îranê, derbaskirina sînorê Iraqê, vegerandina wî ya careke din bo Îranê û bi awayekî jêhatî birîna rêya xwe ya bo sînorê Sovyetê). Herwiha em dikarin bînin bîra xwe ew ramanên civakî yên ku li Îranê hatine avakirin (ew wek dijminê rastîn ê Îngilîzan tê dîtin). Bêguman em nikarin bi piştevaniya wan yekan helwêsteke dawî li ser Barzanî diyar bikin, lê ev rastiyên jêrîn jî di berjewendiya wî de ne:
Barzaniyan di kêliya herî hesas de, dema ku hukmeta Îranê hewceyê bidawîkirina pirsa Azerbaycanê bêyî tu pirsgirêk bû, çekên xwe hêlan.
Di têkoşîna xetere ya li dijî hukmeta Îranê de, tevî ku bi temamî tenê mabûn, ziyaneke mezin a manewî û maddî gihandin hukmeta Îranê û nayê qebûlkirin ku Mela Mistefa di vê rewşê de fam nekiribe ku çalakiya hukmeta Îranê di vê halê de di berjewendiya emperyalîzma Îngilîz-Amerîkî de ye û di heman demê de têkoşîna wî ziyanê digihîne siyaseta Brîtanya û Amerîkayê li Îranê.
Divê were qebûlkirin ku berjewendiyên hukmeta Îranê û berjewendiyên Anglosaksonan niha hewceyê aramiyeke tam li Azerbaycanê ne û her tevgerek ku di nav gel de bêaramî çêbike û hêviyeke ji bo rizgarbûna ji zordariya Iranê li Azerbaycanê biafirîne, ji bo wan diyardeyeke nexwestî ye. Vegera Mela Mistefa ji Iraqê bi awayekî rasterast bû sedema vê cureyê bêaramiyê.
Serokê erkana artêşa Îranê, general Rezmara bi fermî ragihand ku têkiliyek di navbera hêzên Îran û Tirkiyê de ji bo girtina Mela Mistefa hatiye avakirin. Di vê navberê de diyar e ku hukmeta Tirkiyê niha nikare biryareke serbixwe bide.
Divê neyê paşguhkirin ew tirs û xofeke mezin a ku Mela Mistefa ji Şah re çêkir û bû sedema derketina fermanên çarenûsî yên Şah ji bo girtina wî (Barzanî).
Hemû wan rastiyan, tew heta bêyî ku em behsa wê yekê jî bikin ku kiryarên dawî yên Barzanî bi wan karên ku me biryar dabû em bikin li hev bûn, di berjewendiya Barzanî de ne.
Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku bi berçavgirtina hemû van agahiyan, eger tiştekî berevajî wan daxuyaniyan ne di dest de be, kurdên Barzanî di karên me yên dahatû de wek komeke serbixwe an jî tevlî komên “Fîdayî” bên bikaranîn. Eger li ser vê mijarê lihevkirineke bingehîn hebe, dikare plâneke temamker ji bo bikaranîna wan bê amadekirin. Divê were destnîşankirin ku: Kurdên Barzanî di têkoşîna partîzanî de yên herî pispor in. Delîlê herî baş bûyerên wan dawiyê ne.
Barzanî dikarin bibin piştgireke baş ji bo wan karên ku ji bo avakirina komên partîzanî li Azerbaycanê pêwîst in, ji ber ku gelek örnek hene ku ew piştî çûyîna axa biyanî careke din vegeriyane û bi hêzên çekdar ên Îranê re şer kirine.
Beşdariya Barzaniyan di têkoşîna niha de dikare bibe teşwîqek ji bo gelek kurdan ku hestê neteweyî yê wan ji her demê zêdetir hişyar bûye, hestê neteweyî bi awayekî pir xurt pêş ketiye û ji bo rizgariya neteweyî têdikoşin.
Îmzayên:
Saib
Goderz
Erebzade
Didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
11 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
6 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
28 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
21 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
14 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
6 adarê
Berevajî kirina Rastîyê
28 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
21 sibatê