Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 16 Gulan 2026 - 10:00

 

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 325(22)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Pavel Sudoplatov di bîranînên xwe de dinivîse: «Abakumov qedexe kiribû ku ez naveroka axaftinên xwe bi Barzanî re, bi taybetî ew ku Stalin razîbûna xwe nîşan daye ku efserên kurd li cem saziyên me yên leşkerî bêne perwerdekirin, bi serokê Partiya Komunîst a Azerbaycanê Baqirov re bînim ziman. Ew mijar ji ber wê bû ku Baqirov dixwest hewil bide ji Barzanî û merivên wî ji bo têkdana aramiya Azerbaycana Îranê sûd werbigire. Lê Moskow wisa analîz kiribû ku Barzanî dikare ji bo hilweşandina rejîma Îngilîzperest a Iraqê rolekî pir giringtir bilîze û ji wê jî wêdetir, bi taybetî ya herî giring, bi alîkariya kurdan li Rojhilata Nêzîk û Deryaya Navîn (Deryaya Spî) em dikarin di demeke dirêj de dabînkirina berhemên neftê yên kaniyên neftê yên Iraqê (Mûsil) yên ku giringiyeke taybetî heye, ji dest hemû blokên leşkerî yên Îngilîz-Amerîkî derxînin.» [14]Ji bo wê armancê Wezareta Karûbarên Hundir a Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst di 9’ê Tebaxa 1948’an de biryar da ku desteya Barzaniyan bo Uzbekistanê bê veguhestin. Piştî veguhestina bo Uzbekistanê, Barzanî di dawiya 1948’an de çavê wî bi sekreterê yekem ê wê komarê Usman Yusupov ket û zincîreke daxwazan pêşkêş kir. Barzanî daxwaz kir ku 5 efserên wî bêne şandin dibistana partiyê ya li Taşkentê û yên mayî yên pêsmerge û efseran jî di warê balafirvaniyê, ajotina tankê û karê sîxuriyê de firsendên perwerdeyê bên dayîn û zemîna hevdîtineke bi Stalin re bê çêkirin. Barzanî ji Yusupov re got ku heke destûr neyê dayîn ji bo hevdîtina bi Stalin re, ewê xwe bikuje.Di sala 1949’an de ji bo rêveçûna desteyên leşkerî yên Barzanî ji fonên nehênî 462.667,6 manat hatiye xerckirin.

Sergei Kruglov/ Wêzîrê Karubarên Hundur di wî serdemê de

Piştî wan daxwazên Barzanî, Wezîrê Karûbarên Hundir ê Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst Sergei Kruglov ji Stalîn re pêşniyar kir ku ragirtina kurdan bi hev re li kampekê metirsîdar e û divê ew bi komên biçûk bêne dabeşkirin û bêne şandin cihên cuda yên Uzbekistanê. Li gorî nêrîna Kruglov, bi vî awayî ew ji hev tên qutkirin, têkiliya Mela Mistefa bi desteyên kurdan re qels dibe û Barzanî nikare bi navê wan tu daxwaziyekê bike. Molotov li ser vê pêşniyara Kruglov razî bûbû. [15]Gefxwarina Barzanî li wan kurdên kêmîne yên ku penaberî Partiya Demokrat a Azerbaycanê bûbûn û gef li serokên xwecihî yên Azerbaycanê yên ku piştgirî didan wan, ji ber wê bû ku di çarçoveya pêvajoya têkdana aramiya Rojhilata Nêzîk de Moskow “baweriyeke” mezin bi Mela Mistefa hebû. Ji sala 1957’an ve dezgeha ewlekariya dewletê di nav rêxistinên neteweyî yên kurd û eşîrên kurdan de ji bo berxwedanê li hember Îranê dest bi amadekarî kiribû. [16]Cîgirê serokê Firqeya Demokrat a Azerbaycanê Rehim kurê Ebulhesen Seyfî Qazî di sala 1926’an de li Mehabadê di nav malbateke xwedîmal de hatiye dinyayê. Bavê wî Ebulhesen, ku ji eşîra Dêbokri bû û qazî yê bajarê Mehabadê bû, yek ji xwedîmalên bi bandor bû di nav xelkê de. Diya Rehim Qazî, Vecîhe Seyfî Qazî azerbaycanî bû. Rehim Ji destpêkê ve 3 salan li Mehabadê ders xwendibû, di navbera salên 1935–1941’ê de li lîseyê xwendibû. Di sala 1941’ê de piştî ketina artêşa Sovyetê ya Îranê, Rehîm Qazî bû endamê partiya “Komeleya Jiyanewey Kurdistan” ku pismamê wî Qazî Mihemed di sala 1943’yan de damezrandibû. Di sala 1945’an de di dema damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed, Sedrî Qazî û birayê mezin yê Rehîm Qazî, Mihemed Husên [Seyfî] Qazî ve, Rehîm Qazî di wê partiyê de bû endam. Di destpêka sala 1946’an de di dema damezrandina Hukmeta Neteweyî ya Kurdistanê de Rehîm Qazî di artêşa neteweyî de kar dikir û di meha Nîsana 1946’an de ji bo xwendinê şandibûn Akademiya Leşkerî ya Bakûyê. [17]Piştî damezrandina Komara Mehabadê, rêberên kurd bi rêyên cûda li Urmiyê, Xoyê, Salmasê û Miyandoawê di nav gelê Azerbaycanê de propaganda dikirin û teşwîq dikirin ku bi Komara Kurd re bibin yek û naveroka propagandaya wan ev bû: Heger gelê Azerbaycanê yê van bajaran bi kurdan re bibin yek, ew ê ji dayina bacê û xizmeta leşkerî bêne efûkirin. Hin serokên kurd – Emer Xan, Nûrî Beg, Qûtas Beg û yên din – Hukmeta Neteweyî ya Azerbaycana Îranê bi fermî nas nedikirin û piştî vekêşana Artêşa Sor û çûyîna wê, bi eşkere ragihandin ku bi çekan dê Urmiye, Xoy, Salmas û Makûyê bixin bin serweriya xweser a kurdî. Bi vê armancê, wan di meha Nîsana 1946’an de ew bajar girtibûn dorê û tenê bi biryara Hukmeta Neteweyî ya Azerbaycanê û piştî destwerdana beşeke Hordûyê Sovyetê, desteyên çekdar ên kurd paşve vekişiyan sînorên Mehabadê û çûn. [18]Piştî hilweşîna Komara Kurd a Mehabadê, Rehîm Qazî li Bakûyê ma, di serî de çû Fakulteya Dîrokê ya Zanîngeha Dewletê ya Azerbaycanê, paşê jî şandine Mekteba Partiyê. Di sala 1951’ê de çû beşa doktorayê û teza xwe ya bi navê “Partiya Demokrat a Kurdistanê Rêber û Rêxistinkarê Tevgera Rizgarîxwaziya Neteweyî ya Kurdistana Îranê ye” (1945–1946) parast. Qazî di navbera salên 1947–1953’an de wekî redaktor û rêveberê beşa kurdî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê û di heman demê de wekî redaktorê rojnameya “Kurdistan” xebitî. Piştî şikestina Komara Mehabadê, di sala 1947’an de serokê wê komarê Qazî Mihemed, birayên Rehîm Qazî û endamê Meclîsa Şoreya Neteweyî ya Îranê yê ji Mehabadê Sedrî Qazî û Wezîrê Şer ê Hukmeta Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Husên Seyfî Qazî hatin îdamkirin. Berî wê bûyerê hukmeta Îranê hewil da bi rêya konsulxaneya xwe Rehîm Qazî vegerîne Îranê. Serokwezîr Qewamûs-Seltene bi xwe vexwendiname şandibû ku vegere. Lê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê vegerandina wî ya Îranê neguncaw dît. Li Mehabadê birayê wî yê biçûk Ebdullah, jina wî Gewertac, kurê wî Hesen û xwişka wî mabûn. Ji sala 1948’an ve têkiliya wî bi endamên malbata xwe re qut bûbû. [19]Rehîm Seyf Qazî ji bo demeke dirêj di beşa kurdî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê de bû, paşê jî rêberiya Hîzba Demokrat a Kurdistanê kiribû. Piştî dûrxistina Mîr Cefer Baqîrov ji rêveberiya komarê, Ghulam Yehya di têkoşîna xwe ya li dijî gardên kevn ên Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê de ji “xizmetên” Rehîm Qazî sûd werdigirt. Mînak, di civîna Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê ya ku di 18’ê Tîrmeha 1954’an de li navçeya Tîbê hate lidarxistin, Rehîm Qazî endamê Komîteya Rêveber a Komîteya Navendî Zeynelabîdîn Qiyamî, ku serokê Dadgeha Bilind a Hukmeta Neteweyî bû, bi navê “dîn” bi nav kir û ji ber vê yekê Qiyamî di 22’ê Tîrmehê de ji endametiya firqeyê îstifa kir û nameyeke protestoyê ya 19 rûpelî ji Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê re nivîsî. [20]
didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.