Daxwaza gelên Îranê demokrasî ye
Duşem 23 Sibat 2026 - 03:40

Parêzvana mafên jinan Leyla Avdoyî diyar kir ku hêviya herî mezin a gelên Îranê pêkanîna demokrasiyê û veguherîna rejîma niha ye.
Li bazara Tehranê di 28’ê Kanûna 2025’an de li dijî krîza aborî çalakiyên ku ji aliyê dikandaran ve hatibûn destpêkirin, piştre li 31 eyaletan belav bûn û veguherîn serhildanek girseyî. Di ser van protestoyan re 56 roj derbas bûn. Li Îranê ku li hin cihan hîn jî çalakî berdewam dikin, di meha Çileyê de ku çalakî lê zêde bûbûn, gefên êrişê yên DYA û Îsraîlê jî dest pê kirin. Rejîma Îranê ev gefên DYA û Îsraîlê wekî hincet bi kar anîn û ji bo tepisandina protestoyan, li dijî gel dest bi pêla komkujî û girtinan kir. Li Îranê ku binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin, gel ji aliyekî ve li dijî zextan û ji aliyê din ve jî li dijî krîza aborî têdikoşin.
Hevdîtinên nukleerî yên Îranê ku di 6’ê Sibatê de li paytexta Ummanê Musqatê bi DYA’yê re dest pê kiribû, di 17’ê Sibatê de tûra duyemîn li bajarê Cenevre yê Swîsreyê pêk hat. Rexmê ku Îran dibêje hevdîtin erênî derbas bûne jî, daxuyaniyên şerxwaz ên DYA û Îsraîlê û veguhastina fîloya deryayî ya DYA’yê bo Deryaya Ummanê cihê gumanê ye.
Maseya muzakereyê ya ku di vê pêvajoyê de li şûna daxwazên gelên Îranê yê dewletên hegemon cih girtiye, tirs û fikarên gelan ên li ser pêşerojê zêde dike. Siyasetmedara Rojhilatî û parêzvana mafên jinan Leyla Avdoyî li ser mijarê axivî û anî ziman ku hêviya herî mezin a gelên Îranê ya ji bo pêşerojê demokrasiyê ye.
Leyla Avdoyî diyar kir ku Kurd di seranserê dîrokê de li dijî polîtîkayên zext û bişaftinê bi biryardarî têkoşiyane. Leyla Avdoyî anî ziman ku Kurdistan parçeyek ji Rojhilata Navîn e û li ser mînaka Sûriyeyê nêzîkatiyên pragmatîk ên DYA’yê rexne kir. Leyla Avdoyî destnîşan kir ku tevî ku Kurdan li dijî DAIŞ’ê di eniya herî pêş de şer kirine jî, DYA li gorî berjewendiyên xwe bi hikûmeta Şera re hevkariyê dike û hewl dide vê rêveberiyê rewa bike.
Leyla Avdoyî diyar kir ku ew bawer dike DYA dikare wekî ku ketibû Iraq û Efxanistanê bikeve Îranê jî, lê ev yek di demeke kurt de nayê kirin, vê planê naxe dewrê û wiha axivî: “Ger DYA mîna Iraqê xwest bikeve Îranê jî nexwe dê vê civaka Îranê ya pirnasname çawa birêve bibe? Yek ji tiştên ku plan dikirin ew bû ku kurê Şah, Riza Pehlewî bînin vir. Dê wî li Îranê çawa bidin qebûlkirin? Bi kurê Şah re nikarin li Îranê rêveberiyek aştîyane ava bikin. Şah bi xwe jî di dema ku li Îranê bû de xwedî nêzîkatiyekî komkujer bû. Şah dema desthilat bû komkujiyên pir mezin li dijî Azerî û Kurdan kirin. Niha kurê wî dibêje ku dê ‘demokrasiyê’ bîne Îranê. ‘Demokrasiya’ ku ew bîne dê yekalî be. Lewra gelên din wekî dijminê xwe dibînin.”
Leyla Avdoyî diyar kir ku gelên Îranê rejîma heyî jî bi tu awayî naxwazin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta ku îro DYA’yê ji êrişê dûr dixe, nedîtina alternatîfekê ye ku bixe şûna rejîma niha. Naxwaze bikeve rewşa ku li Iraqê tê de mabû. Di der barê Pehlewî de ew jî ne bawer in. Gelê Îranê jî di nav krîzekê pir mezin de ye.”
MA/NAVENDA NÛÇEYAN/CEYLAN ŞAHÎNLÎ












