(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 329(28)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Belgeya jimare 11. Metna nameya Rehîm Qazî ji Mustafayêv re
Hevalê hêja Mustafayêv,Hemû jiyana min û hebûna min, rabirdûya min û îro bi Yekîtiya Sovyetê û Partiya Komunîst ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, her mijareke ku ez bi şexsî nikaribim çareser bikim û ketibim nava zehmetiyan, ez wekî erka xwe dizanim ku rû bi Partiya Komunîst re bînim û alîkariyê bixwazim. Bi dilniyayî ez bawer im ku hûn jî têbigihîjin û nerîna min a wiha erê bikin.Bi vê minasebetê, ev nameya ku min ji bo Hevalê Sekreterê Yekem yê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê nivîsandiye, bi riya we dişînim û eger hûn bi munasib zanibin, daxwaz dikim ku nameyê bigihînin Komîteya Navendî.Hin mijar û pêşniyarên pêwîst hene derbarê Kurdistanê û rewşa giştî ya gelê kurd de. Li gorî erkê ku gelê min sipartiye ser milê min, daxwaz ji min tê kirin ku ez wan mijaran bigihînim Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst.Ji xeynî vê, wekî ku hûn dizanin, li ser bûyerên ku di jiyana min de qewimîne, dixwazim ji Partiya Komunîst daxwaz bikim ku destûrê bidin malbata min bê Yekîtiya Sovyetê. Hevsera min a komunist, hevjîna jiyana min ku ji bo azadiyê bav û apê wê hatine kuştin, û kurê min ku her hawara dike “bavo, bavo” û bi hesretî zêdetirî deh salan e bi bêsebrî li benda min e.Hevalê delal! Min ji êşa wijdanê xilas bikin! Jiyana min, çalakiya min û paşeroja min – eger bi rastî ji bo min hêviyek hebe – ji bo we dibe ku piçûk be, lê ji bo min tiştekî mezin û jiyanî ye û cihêbûna vê mijarê dixwaze.Mijareke din a ku ez pêwîst dibînim behs bikim ew dijminatiya ku Mela Mistefa li Moskowê û di nav kurdên li Yekîtiya Sovyetê de, bi taybetî li Dibistana Partiyê bi awayekî eşkere li dijî min dike. Li gorî agahiyên ku min ji Komîteya Navendî girtine, Mela Mistefa daxwaz kiriye ku ew babeta kurt a di Ensîklopediya Sovyetê de derbarê jînnîgariya Qazî Mihemed hatiye weşandin were rastkirin û Qazî Mihemed û şehîd ên din ên ku emperyalîzm kuştiye, wekî “ajansên emperyalîzmê” binav kiriye. Komîteya Navendî, bi taybetî ew hevalên ku di Beşa Karûbarên Îranê de dixebitin, ji ber ku agahiyên rast û hemûalî yên di vê derbarê de tune ne, piştî bihîstina provokasyona Mela, yekser ji Azerbaycanê xwestine ku derbarê Qazî Mihemed û birayan wî de agahî bidin.Bi baweriya min, dem hatiye ku bersiveke dawî bê dayîn vê merivî û jê bê xwestin ku dest ji van karên neşayiste berde.Ev in ew mijarên ku ez gelek pêwîst dibînim li ser biaxivim û ez kêfxweş im û daxwaz dikim ku hûn alîkariya min bikin da ku çavê min bikeve yek ji endamên Rêveberiya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê.
Bi hurmet,
Rehîm Qazî
Werger ji Azerbaycanî: Hesen Qazî
****
Di Ensîklopediya Mezin a Sovyetê de, çapê sala 1954an, di rûpela 460an a cilda 28an, li ser Qazî Mihemed wiha dinivîse:"Mihemedê Qazî (Qazî Mihemed) 1901–1947, yek ji rêberên siyasî yên navdar ên neteweya kurd e li bajarê Mahabadê (Kurdistanên Îranê), ji malbateke oldar ji dayik bûye.Piştî serkeftina Şoreşa Sibata 1917an li Rûsyayê, têkiliyên nêzîk bi Komîteya Veşartî ya Şoreşger a leşkerên artêşa Qeyseriya Rûsî re – ku wê demê li Îranê bûn – girê daye. Li navenda Saqizê – Mahabada niha – bi alîkariya hejmarek ji ronakbîrên kurd ên pêşketî, komek ava kiriye û ew komê dest bi belavkirina fikrê têkoşînê ji bo rizgarkirina Kurdistanê kiriye.Piştî çend salan hukumeta Îranê di bin zexta gelên serhildêr ên Kurdistanê de neçar maye Qazî Mihemed bike serokê Daîreya Perwerdeyê û Qazîyê Mahabad û derdorên wê. Qazî Mihemed ew karê [dema ku li ser kar bû..." Fikra rizgarkirina gelê kurd ji destê zordariya Îranê di nav ciwanan de belav dikir. Piştî ku dîktatoriya Rezayê Pehlewî bi temamî xwe bi cih kir, hukumeta Îranê Qazî Mihemed ji serokatiya Daîreya Perwerdeyê dûr xist.Piştî ku di sala 1941’ê de dîktatoriya Reza Şah hilweşiya û tevgera rizgariya neteweyî li Îranê geş bû, Qazî Mihemed bi hemû hêza xwe ji bo rizgarî û serxwebûna neteweyî ya gelê kurd û ji bo rêxistin kirin û yekkirina hemû hêzên demokratîk ên Kurdistanê ket nav têkoşîn û berxwedanê.Di salên 1942–1945’an de Qazî Mihemed serokê partiya pêşverû ya veşartî ya Kurdistanê (Komele) bû. Di sala 1945’an de di Kongreya yekem a Hîzba Demokrat a Kurdistanê ku di çarçoveya Îranê de daxwaza serxwebûna gelê kurd dikir, Qazî Mihemed wekî serokê partiyê hate hilbijartin û di bin rêbertiya Hîzba Demokrat a Kurdistanê de Hukumeta Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê bi serokatiya Qazî Mihemed hate damezrandin. Wê hukumetê gelek reformên demokratîk pêk anî, wekî sipartina hemû karûbarên dezgehên Kurdistanê bi destê kurdan, damezrandina Artêşa Rizgarîxwaz a Kurd, vekirina gelek dibistanên kurdî, derxistina rojname, pirtûk û kovarên bi zimanê kurdî û hwd… Lê wê hukumetê reforma axê (reforma erdê) bi cih nekir.Di dawiya sala 1946’an de hukumeta kevneperest a Qewam-ul-Sultene li gorî fermana emperyalîstên Amerîkî, piştî şikandina tevgera demokratîk a Azerbaycana Îranê, artêşa Îranê ber bi Kurdistanê ve bi şev û roj ajot û tevgera rizgariya neteweyî ya kurdên Îranê têk bir. Qazî Mihemed û rêberên din ên gelê kurd hatin girtin. Di 31’ê Adara 1947’an de li bajarê Mahabadê, hukumeta Îranê bi fermana generalê Amerîkî Schwartzkopf, Qazî Mihemed, Sedrî Qazî (birayê Qazî Mihemed û nûnerê parlamentoya Îranê) û Seyfî Qazî (pismamê Qazî Mihemed û walî yê Mahabadê) bi dar ve kirin.(Têbînî: Ev metn ji (Ansîklopediya Sovyetê) bi rêya Doktor Rehîmî Qazî gihîştiye destê min). [Kerîm Hisamî, r. 335]
Didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
6 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
30 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
23 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
16 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
9 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
2 gulanê
Berevajî kirina Rastîyê
24 nîsanê
Berevajî kirina Rastîyê
18 nîsanê