Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 6 Hezîran 2026 - 09:00

  • (Salên 1947–1948)
  • Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 328(25)
  • Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî

Belgeya Jimare 10. Nameya Dr. Rehîm Qazî ji Xruşçov re

Wergerandina nivîsa rûsî Sekreterê Yekemîn yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê

Heval Xruşçov N. S.
Seyf Qazî (Qazîf) Rehîm Hesenoviç, endamê Firqeya Demokrat a Azerbaycana Îranê.
Daxwazname
Di meha Nîsana sala 1946an de, ji aliyê Hîzba Demokrat a Kurdistanê ve ji bo xwendinê ez şandim Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê. Bi saya lênêrîna bavikanî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê, min pileya bilind a xwendinê li bajarê Bakûyê wergirt û di sala 1954an de min karî teza xwe ya zanistî biparêzim. Niha jî ez namzedê zanistên dîrokê me.Di heman demê de, bi xwendinê re, ji rojên ewil ên koçberiyê ve, li Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê min berpirsiyariyeke çalak girtibû ser xwe. Ji sala 1947an ve ez endamê Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê me û niha jî cîgirê serokê Komîteya Navendî ya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê me.
Heval Xruşçov, wekî ku hûn dizanin, di van demên dawî de, bi taybetî piştî avabûna Peymana Bagdadê ya êrîşkar, emperyalîstên îngilîz-amerîkî li Îran, Tirkiye û Iraqê, bi awayekî hovane gelê kurd û hêzên demokratîk ditirsînin û çewt dikin. Ji bo van armancan, hukumetên kevneperest ên Îran, Iraq û Tirkiyê, bi beşdariya çalak a emperyalîzma Amerîkayê, bi rêya weşana bernameyên radyoyî û rojnameyan bi zimanê kurdî, propagandaya berfireh a dijî Yekîtiya Sovyetê û dijî tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya gelê kurd dimeşînin. Ew bi her awayî dixwazin gelê kurd bikin koleyekî herheyî, da ku bi temamî ruhê şoreşgerî û hevaltiya gelê kurd a ji bo Yekîtiya Sovyetê tune bikin.Di vê rewşê de, ji ber nebûna derfetan, hêzên demokrat ên Kurdistanê bi giştî tu propagandayê ji bo eşkerekirina siyaseta êrîşkar a emperyalîzma Amerîkayê li Rojhilata Navîn nakin.Herwiha divê bê gotin ku ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve di nav kurdan de tu kar nayê kirin.Birêz Nîkîta Sergeyevîç, herwiha çend pirseke şexsî ya giring ên min hene ku hewceyê mudaxeleya rasterast a Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê ne.Wekî ku ez agahdar bûme, Mela Mistefa yê niştecîhê Moskvayê bi propagandasaziya dijwar dijî rêberên tevgera demokratîk a gelê kurd ên ku bi destê emperyalîzma Amerîkayê hatine kuştin, mijûl e. Herwiha kurdên penaberên siyasî jî li dijî min dişewitîne û provokasyonê dike.Ji xeynî van pirsan, ez dixwazim bi we re şêwir bikim derbarê anîna malbata xwe (jin û kur) ji Îranê bo Yekîtiya Sovyetê.Derbarê hemû van pirsên jorîn de, bi israr ji we daxwaz dikim ku hûn [hevdîtina min] qebûl bikin. Eger wextê we tune be, ji we daxwaz dikim ku yek ji berpirsên payebilind ên Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê tayîn bikin da ku li ser hemû van pirsan guh bide min.Bi silavên komonîstî

Hinek li rêberên TUDE u Fîrqe ya Dêmokrat  u malbatê wan li Bakoyê, 1964 li milê rast re: (1) Irec Eskenderî sekreterê yekem a Partiya TUde,(8) Rehîm Qazî 

Seyf-Qazî, R. H.Tîrmeh 1956

***
Şîrovekirina vê nameyê û nivîskarê wê ji aliyê Mustafayêvê ve*:
Bi temamî nepenî

Heval Malîn V. N. **Serokê Beşa Giştî ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê

Ez daxwaznameya Seyfî Qazî R. H., cîgirê serokê Komîteya Navendî ya Firqe ya Demokrat a Azerbaycanê û agahiyên derbarê wî de ji bo we dişînim ku hûn bidin heval Xruşçov N. S.Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê Î. Mustafayêv
Bi temamî nepenî

Agahî

Derbarê Seyfî Qazî / Qazîyev / Rehim Hesenovîç de

Seyfî Qazî / Qazîyev / Rehim Hesenovîç di sala 1926’an de li bajarê Mahabadê / Kurdistana Îranê ji dayik bûye, xwediyê pileya bilind a xwendinê ye, ji sala 1947’an ve endamê Firqe ya Demokrat a Azerbaycanê ye. Di navbera salên 1943-1945’an de di nava Partiya Neqanûnî ya J.K. de bû, di navbera 1945-1947’an de endamê Hîzba Demokrat a Kurdistanê bû.

Seyfî Qazî R. H. di Nîsana 1946’an de ji aliyê Hîzba Demokrat a Kurdistanê ve ji bo xwendinê hate şandin Yekîtiya Sovyetê. Di sala 1954’an de li Zanîngeha Dewletê ya S.M. Kîrov a Azerbaycanê aspîrantûra*** [lîsansa bilind, qonaxa navîn a doktorayê] qedand û bi serkeftî teza xwe ya ji bo wergirtina pileya berbijêrê zanistên dîrokê parast.Seyfî Qazî R. H. ji sala 1942’an ve bi awayekî çalak di tevgera demokratîk a li Îranê de beşdar bû. Piştî hatina xwe ya Yekîtiya Sovyetê, heta radeyekê bi xwendina xwe re, di asta rêveberiyê de, di Komîteya Navendî ya Firqe ya Demokrat a Azerbaycanê de Azadbeycanê kar kiriye, berpirsê beşa propagandaya taybet û rêveberê beşa amadekirin û rahênana kadro, redaktorê rojnameya «Kurdistan» bûye û di sala 1954’an de wekî cîgirê serokê Komîteya Navendî ya Firgeya Demokrat a Azadbeycanê hate hilbijartin.Muhemmed Qazî, amozayê Seyfî Qazî, rêberê Hîzba Demokrat a Kurdistanê bû û di sala 1946’an de serokatiya Dewleta Demokratîk a Kurdistanê kir.Amozayê wî yê din – Sedrî Qazî, nûnerê dewra 14’emîn a Meclîsa Îranê bû.Bira wî yê xwe – Seyfî Qazî, Mihemed Husên, wezîrê hêzên çekdar ên Dewleta Demokratîk a Kurdistanê bû.Bira [û amozayên] Seyfî Qazî r.h.: Mihemed Qazî, Sedrî Qazî û Seyfî Qazî Mihemed Husên di 31’ê Adara 1947’an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin dardekirin.Cawîd Hesen, xaloê Seyfî Qazî r.h., kolonêlê artêşa Îranê, di sala 1954’an de ji ber têkiliya bi Partiya Tûde ya Îranê ve hate girtin û hukmê îdamê û piştre jî zindana hetahetayî jê re derket.Xizm û kesûkarên Seyfî Qazî r.h. niha li Îranê ne: dayik – Wecîhe Seyfî Qazî, jina wî – Gevhertec Seyfî Qazî, kur – Hesen Seyfî Qazî û birayê wî yê biçûk Ebdulla Seyfî Qazî.
Îmam Daşdemîr oghlu
Mistefayêv (1910–1997) di navbera salên 1954–1959’an de sekreterê Partiya Komunîst a Azerbaycana Sovyetê bû.

** Vladîmîr Nîkîforovîç di navbera salên 1956–1966’an de serokê şaxê giştî yê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê bû.

*** Lîsansa bilind, qonaxa navîn a doktorayê
didome…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.