Sê stûnên şêrê modern ê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Pêncşem 13 Tebax 2026 - 07:30

  • Helbesta herî dirêj û herî navdar a Sware, dibe ku helbesta "Xewe Berdîne" (Xewna Berdîn) be ku heta niha çendîn caran hatiye çapkirin. Ev helbest xwedî wateyeke kûr a civakî ye.

HESEN QAZÎ

Sware Êlxanîzade (1937–1975)

Sware Êlxanîzade (P. Ahûra) di sala 1937an de li gundê Turcanê yê ser bi bajarê Bokanê, di malbateke axatî ya ji eşîra Dêbokrî de çavên xwe li dinyayê vekir. Ew her ji zarokatiya xwe ve ji lingekî ve felç bû. Xwêndina eretayî li gund xwend, paşê li Bokan û Tewrîzê berdewamî da xwendina xwe. Ji bo xwendina bilind çû Tehranê, li zanîngehê dest bi xwendina hiqûqê kir û di beşa hiqûqa siyasî de lîsans wergirt.

Du aliyan bandor li ser geşebûn û pêşveçûna zewq û behreya edebî ya Sware kir: Ya yekem, jîngeh û atmosfera malbata wî bû ku gelek caran tê de nîqaş û behsên edebî û siyasî dihatin kirin. Aliyê duyem jî nasîn û têkiliya wî ya ligel dorûberên edebî û siyasî yên Kurdistanê û xwendina edebiyat û helbesta nûjen a farisî bû.

Sware li Tehranê û di dema xwendina zanîngehê de têkiliyeke pir nêzîk ligel xwendekarên dinin Kurd u Xwedewanên pêşkeftîyên Azerbaycanî u Iranî hebû. Danûstandina helbestî ya di navbera wan de alîkariya geşedana zewq û karê wî dikir. Her çend Sware bêtir bi helbestên xwe yên kurdî tê naskirin jî, wî bi farisî jî helbest dinivîsandin. Ji bo van berheman, wî nasnavê "P. Ahûra" bi kar dianî, ku ev yek ji navê dildara wî "P" (ku xanimeke azerbaycanî bû) hatibû îlhambexşandin; malbata Sware bi tundî li dijî vê têkiliyê bûn.

Helbesta herî dirêj û herî navdar a Sware, dibe ku helbesta "Xewe Berdîne" (Xewna Berdîn) be ku heta niha çendîn caran hatiye çapkirin. Ev helbest xwedî wateyeke kûr a civakî ye. Sware bi hostatî peyvên kurdî tê de bi kar anîne û dibe ku guhdar an xwînerê asayî dereng jê fem bike. rêzdar Selahedîn Mohtedî, pismamê Sware ku edîb û helbestnasekî naskirî ye gelek caran di meclîs û rûniştinên dostanî de bi hûrgulî "Xewe Berdîne" şirîvkarî dikir. Edîbekî din ê xwedî zewq digot: "Ji bo ku mirov ji helbesta Xewe Berdîne fem bike, divê Kekê Selahedîn ligel mirov be."

Sware ligel xwendina zanîngehê, di beşa kurdî ya Radyoya Tehranê de jî hat sazkirin hat damezrandin û bi salên dirêj li wir xebitî. Bernameya wî ya radyoyî ya bi navê "Tapo û Bûmelêl" (Sîber û Tarî) ku têkiliyeke rasterast ligel guhdaran ava dikir, xizmeteke mezin ji bo zindîkirina ziman û pexşana kurdî kir.

Sware di sala 1975an de li Tehranê, dema ku ji avahiya radyoyê dertê, otomobîlek lê dide. Çend roj piştî vê bûyerê, di nexweşxaneyeke Tehranê de koça dawî dike.

Tevî ku wî helbestên nûjen û rewşenbîrî dinivîsandin, di berhemên wî de şopên kûr ên çîrok, folklor, sirişt û jiyana gundewarî ya Kurdistanê (bi taybetî herêma Mukriyan) pir bi hêz xuya dikin.

Koçkirina wî ya zû (di temenê 38 saliyê de) windahiyeke mezin bû, lê bandora ku wî li ser nifşê helbestvanên piştî xwe hişt, heta îro jî berdewam dike.

Şar

Gulim

Dilim pire le derd û kul

Elêm birom le şareket

Elêm be camê awî kanyawî dêyekem

Îlacî kem kulî dilî pirim, le derdî întîzareket

Werez bû giyanî min le şar û hareharî ew

Le rojî çilkin û nexoş û taw û yawî şew

Elêm birom le şareket

Le şarî çaw leber çiray nêon şewareket

Birome dê ke mangeşew bizête naw bizem

Çilon bijîm le şareket

Ke pir bedil dijî gizem?

Le şareket, ke remzî asin û minareye

Melî ewîn xewareye

Elêy le dewrî dest û pêm

Ewey ke têl û tan û rayele, kelepçeye

Ewey ke peykere mîsalî dawele

Ewey ke dare têle, mezherî qenareye

Le şareket ke mendî dûkele

Ke dête der le malî dewlemend

We tîşkî bê gunahî xoretaw exate bend

Le her şeqam û kûçeyek şeporî şîne

Dê berew dilim

Destî germî așna nîye ke eygushim

Destî çêwîye

Le şareket zelîle şêr,

Bawî rêwîye

Be her nîgayek û petayeke

Elêm birom le şareket

Gulim, herêmî zong û zel

Çilon ebête caregul

Le şarî to, le banî ereşe qonerey diraw

Şareket

Aske juwanekem!

Teske bo ewîn û bo xefet heraw

Kê le şarî to, le şarî qatilî hejar

Gwê edate ayetî perawî dil?

Minê ke goçî tawî germî ber dewarekey eşîretim

Bedare termî kûçekanî şareket

Ranehatûwe leşim

Binarî pir beharî dê

Rengî sûr û şîn eda

Le şî'r û 'atîfey geşim

Elêm birom le şareket, gulim!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.