Biraym Xanî Yonisî: Nivîskar, wergêr, têkoşerê sîyasî û sîyasetmedar
Hesen QAZÎ nivîsand —
Pêncşem 10 Îlon 2026 - 10:00
HESEN QAZÎ
Biraym Yonisî yek ji wan kesayetiyên Rojhilata Kurdistanê ye ku xizmeteke mezin bi cîhana ronakbîriya Kurdistanî li Rojhilat û Îranê kiriye. Biraym xan di sala 1926an de di malbateke eşîretî de li bajarê Bane çavên xwe li dinyayê vekir. Paşê bavê wî wî şande ber xwendinê û piştî qedandina xwendina îmdadî çû nava zanîngeha efsertiyê.
Serdemekê wisa bû ku gelek ji zarokên eşîretan ji wan re xweş dihat ku di artêşê de xizmet bikin. Biraym Yonisî li Wirmê, ku di beşa orduya Îranê de kar dikir, xanimeke ermenî nas kir û piştî demekê jiyana hevseriyê bi hev re ava kirin.mixabin, di manovreyeke leşkerî de lingekî xwe winda kir û ji ber ku efserekî jêhatî bû, artêşê ew şand Fransa û li wir protezek jê re çêkirin. Her çend Biraym xan efserekî artêşa şahenşahî bû jî, bi veşartî bi «Organîzasyona Efsertiyê ya Partiya Tûdeya Îranê» re ket. Ew organîzasyon bû ku hejmareke mezin ji kurên paqij û azayên neteweyên Îranê di nava xwe de digirt. Piştî derba eskerî ya sala 1952an, di demeke kurt de organîzasyona nîzamî ya efsertên Partiya Tûdeya Îranê eşkere bû û hejmareke mezin ji efsertan hatin girtin û xistin bin êşkenceyê. Û hejmareke mezin ji wan di bêdadgehê de bi tîrêbaran kirinê hatin mehkûm kirin.Kak Biraym yek ji wan efsertan bû ku hukmê îdamê jê re hat dayîn û diviya bi koma sêyemîn a wan azadixwazan re, yên ku mehkûmê îdamê bûn, tîrêbaran biba.Xanima Yonisî, ku pîşeya wê perestarî (hemşîre) bû, di nexweşxaneyekê de kar dikir ku serokê wê doktor Ferhad çend caran dayika Teymûri Behtiyar, serokê Sawakê, derman kiribû. Wekî tê zanîn, xanima Yonsî daxwaz ji doktor Ferhad kir ku tiştekî bike da ku Yonisî neyê kuştin û ew û zarokên xwe bê serperest nemînin. Şefaeta doktor Ferhad karê xwe kir û Yonisî, dema bi hevalên xwe re – di nav wan de sergurd Cefer Wekilî – ber bi meydanê tîrêbaranê ve diçûn, di nîvê rê de vegerandin. Biraym xan digot ku hê jî ew şane wekî bîranînekê parastiye ku di wê sibehê de, dema gazî wan kirin ku bi rê kin ber bi meydanê îdamê, Wekilî serê xwe pê şane kiribû.
Diyar e ku di wê demê de, dema Yonisî di bin hukmê îdamê de bû, xanima Yonisî derî nema lê xist. Carnan jê re digotin: «Xanim, ew zilam xwê xwar û xwêdan şikenand» – ango qencî li gel hatî kirin (şandina wî bo Fransa û çêkirina lingê protez jê re) û qencî li çavê wî nebû û ji şahê zivirî. Bersiva wê jî ew bû: «Ji kerema xwe lîsteyê bidin min, bila bizanim çend xwêdan şikandine, da ku bikirim!»
Piştî şikestina hukmê îdamê, Yonisî zindan ji xwe re kire zanîngeh û ew heşt salên ku di zindanê de bû, bi fêde nekir û meztirîn xizmet bi çandê kir. Karên wî ne tenê wergêrana şakarên edebiyata cîhanê bûn, belku yekem nivîskar bû ku ji bo rêberiya nivîskarên ciwan pirtûka «Hunerê Çîroknivîsiyê» nivîsand. Ji bilî wergêranên wî yên ku ewqas zêde ne û di hejmarê de nayên, di zindanê û piştî derketin ji zûndanê de çendîn roman bi zimanê farisî nivîsandin, ku bi xweşiyê di van salên dawî de li Başûrê Kurdistanê piraniya mezin a romanên wî ji farisî hatine wergerandin bo kurdî û hatine weşandin.
Ez bi xwe şanazî dikim ku di sala 1985an de ji aliyê têkoşerê mezin, nemir Sarmedîn Sadiq Wezîrî ve daxwaz jê min hat kirin ku hewil bidim destnivîsa pirtûkekê çap bikim ku ji Îranê gehîştibû destê wî. Min jî qolên xwe hilmalîn û bi pêşfirotina pirtûkê karîbûm çap bikim. Navê pirtûkê «Ta Ferdâ Xoda Negahdar» bû, ji nivîsandina Bile (Biraym Yonisî), ku ji ber sansûrê li Îranê nedikarî navê xwe li ser binivûse u çap bike.Romana «Ta Ferdâ Xoda Negahdar» bi awayekî jiyana malbata serbilind a Muînî ye û ev ku Yonisî wê bûyerê bi şêweya romanê hûnandiye, nîşan dide hesta kûr a pêzanînê ya wî li hember fîdakari û têkoşînê di rêya daxwazên rewa yên neteweya kurd de ji aliyê endamên malbata serbilind a Muînî ve. Bi xweşiyê, ew kitêb di sala 2010an de ji aliyê Mihemed Xizrî ve bi navê «Ta Sibêynê Malava» hat wergerandin bo kurdiya soranî û nemir Sarmedîn Sadiq Wezîrî pêşgotineke kurt jê re nivîsand û li Swêdê Enstîtûya Kurdî çap kir.
Di wê serdemê de ku ez li Tehranê dijiyam, gelek caran li mala Mihemed Qazî, ku di şirketeke Danîmarkî de hevkarê Braym Yonisî bû, min didît û meclîsa wan her du kesayetiyên hunerî yên kurd ewqas xweş bû ku di vegotinê de nayê. Kak Braym carekê got:«Ez û Hûşengê birayê xwe li Tehranê siwarê otobusa şirketa Wahîd bûbûn. Ez jî bi lingê destçêkirî û gopalekê ve, nedikarîm zêde bi pê ve rawestim. Bi dengê bilind û bi kurdî min ji Hûşeng re got: ‘Segbavek jî nîne ku rabe û cihê xwe bide min!’, min dît ku mirovek rabû û got: ‘Birêz, kerem bike, li cihê min rûne.’»
Piştî şoreşa sala 1979an, Braym Yonisî di hikûmeta Mehdî Bazirgan de bû bi valî li parêzgeha Kurdistanê û heta tengkirina çalakiyên siyasî ji aliyê rejîma Îslamî ve di wê postê de bû û xizmeta gel kir. Yonisî karîbû bi rêya têkiliya nameyî li Fransa pileya doktorayê bi dest bixe. Bi mixabinî di dawiya jiyana xwe de ketibû nexweşiya Alzheimerê, piştî du salan di roja çarşemê 8ê Sibata 2012ê de nexweşî çavên wî girt û di nav komelên gel de li Bane, cihê ku lê ji dayik bûbû, hat axkirin.
Yonisî zêdetirî 80 berhem li paş xwe hiştine û li jêr lîsteyek ji kitêbên wî bi Farsî tê xwendin:
• Arzûyên mezin (Great Expectations) nivîsandî Charles Dickens (Weşanxaneya Nîl)
• Aşîya kêleka Floss (The Mill on the Floss) nivîsandî George Eliot, (Weşanxaneya Negah)
• Aşiyana Qertel (The Eagle’s Nest) nivîsandî Constance Hoon
(Weşanxaneya Negah)
• Axa, Şêx, Dewlet nivîsandî Martin van Bruinessen (Weşanxaneya Panîz)
• Amerîka û tevgerên neteweyî nivîsandî Blanche Wiesen Cook
, (Weşanxaneya Nigarish)
• Spartakus nivîsandî Howard Fast (, Weşanxaneya Emîrkebîr)
• Amerîkaya din: Feqîrî li Dewletên Yekbûyî nivîsandî Michael Harrington, (Weşanxaneya Xwarezmî)
• Vegera xwecihî nivîsandî Thomas Hardy (, Weşanxaneya Nû)
• Ji gelê şoreşger dûr nivîsandî Thomas Hardy (, Weşanxaneya Nû)
• Dîroka edebiyata Afrîkayê nivîsandî Di Toren (Weşanxaneya Negah)
• Dîroka edebiyata Rûsyayê (du cild) nivîsandî Mirsky (Weşanxaneya Emîrkebîr)
• Dîroka edebiyata Yûnanê nivîsandî H. J. (Weşanxaneya Emîrkebîr)
• Tom Jones nivîsandî Henry Fielding (Weşanxaneya Nû)
• Tevgera neteweyî ya kurd; dîrok û siyasêt nivîsandî Chris Kutschera (Weşanxaneya Negah)
• Aliyên romanê nivîsandî E. M. Forster (Weşanxaneya Emîrkebîr)
• Bîranînên dema nûçegihaniyê li Balkanê nivîsandî Trotsky (Weşanxaneya Xwarezmî)
• Bîranînên Nikita Xruşçev (du cild) (, Weşanxaneya Negah)
• Xaniya qanûnşikestî nivîsandî Charles Dickens (Weşanxaneya Emîrkebîr)
• Çîroka du bajaran nivîsandî Charles Dickens (çapê duyem, Weşanxaneya Franklin)
• Di pesnê valahiyê de nivîsandî Bertrand Russell (Weşanxaneya Endîşe)
• Deftera têbînîyên rojane yên nivîskarekî nivîsandî Fyodor Dostoevsky, sê cildî (Weşanxaneya Bozorgmehr)
• Zivistana bêbahar (Bîranînên Yûnisî ji zarokatiyê heta azadbûna ji zindanê –)
• Gerêk di edebiyata Rojava de nivîsandî J. B. Priestley (Weşanxaneya Franklin)
• Siyonîzm nivîsandî Yuri Ivanov (Weşanxaneya Emîrkebîr)
• Ferhenga piçûk a îngilîzî-farisî (Weşanxaneya Emîrkebîr)
• Kurd nivîsandî Vanly, Kendall (Weşanxaneya Rojbehan)
• Kurd û Kurdistan nivîsandî Derek Kinnane (Weşanxaneya Negah)
• Kurd, Tirk û Ereb nivîsandî C. J. Edmonds (Weşanxaneya Rojbehan)
• Tristram Shandy (roman di du cildan de) nivîsandî Laurence Sterne (Weşanxaneya Tecrube)
• Muzîk û bêdengî nivîsandî Rose Tremain (Weşanxaneya Negah)
• Hunerê çîroknivîsîyê (Weşanxaneya Emîrkebîr)
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Bîranîna Mihemed Qazî
16 tîrmehê
Berevajî kirina Rastîyê
27 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
20 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
13 hezîranê
Berevajî kirina Rastîyê
6 hezîranê