Ebdulrehman Hacîehmedî û “Tifengên Nene Karar” a Bertolt Brecht

Hesen QAZÎ nivîsand —

Pêncşem 24 Îlon 2026 - 07:00

Ebdulrehman Hacîehmedî

HESEN QAZÎ

Nemir Ebdulrehman Hacî Ehmedî (1941-2025) di mijarên siyasî de mirovek pir dûrbîn bû. Di sala 2003an de, di dema hilweşîna rejîma Sedam de, di bernameya Sernûçe ya televîzyona Medya TVyê de min hevpeyvîneke kurt pê re kir. Li vir dixwazim beşek ji gotinên wî bi bîr bînim:

«Ji bo ku di paşerojê de bi çekan êrîşî ser Kurdan nekin, ez weha bawer dikim ku êdî li Rojhilata Navîn û her weha li cîhanê jî çek wê êdî rola xwe ya berê neleyîzin. Wextê ku mafê Kurdan hebe ku bêyî çekan daxwazên xwe pêk bînin, hewcedariya wan bi çekan namîne û bersiva wan jî bi çekan nayê dayîn. Ew şoreşên ku heta niha hatine kirin jî di nav wê çarçoveyê de bûne; wan em mecbûr kirine ku em çekan hildin.»

Di vê nivîsê de dixwazim behsa aliyekî din ê Hacî Ehmedî bikim: berhemên wî yên hunerî û yên wergerê. Wî li dû xwe gelek tabloyên şivakarî hiştine û çend berhemên  Bertolt Brecht ji zimanê Almanî wergerandine ser Kurdiya Soranî.

«Tifengên Nene Karar», ku çîrokeke kurt (şanoyek) a Brecht e û behsa berxwedana li dijî faşîzmê ya li Îspanyayê dike, wî di sala 1984an de bi Kurdiya Soranî wergerand û belav kir.

Di kitêbê de ev mijar cih digirin:

* Bi sedemên baş min paşve da

* Kurteyek li ser jiyana Bertolt Brecht

* Heke kosa masî mirov bûna

* Ronîkirinek li ser çavkaniya şerê Îspanyayê yê salên 1936–1937an

* Tifengên Nene Karar

* Lêkolînek li ser «Tifengên Nene Karar», nivîsandina Ruth Berlau

Hacî Ehmedî di pêşekiya kitêbê de weha dinivîse:

  “ Xwendevanên birêz,

Bila em hemû bi hev re hewl bidin ji bo hîn bûn u geşepêdana culture gelî u pêşketî li dewsa kultura empiryalîstî u kevne peristî, ku bi dirêjahiya  hukûmeta dîktatorî u pir li îxaneta Reza şa u kurê wî bi hemû karîna xwe u bi hemû şêwazek jê re hewl dan, u ta redayek jî bi ser keftin.
Bila em bi hevre hewl bidin ku helbestwan u nivîskarên şorişger ya çîna karker u zehmetkêşên cîhanê bi gelê xwe biden nasandin, ku her nebe le sedan heştê u pence wî karker u zehmetkêşin, u li helbest u nivîsarên wan ji bo rizgarî u serbestî ya gelê xwe u damezrandina kulturek şorişgerî sûd wer bigrin.

Bila em bi hevre hewl bidin ku dost û dijminên rastîn ên gelê xwe binasin û wan bidin nasandin bi gelê xwe. Ev yek mezintirîn zamina serkeftin u rizgariya gelê meye.

Xwendevanên xweştevî,

Ruhê her neteweyek di ziman u kultûra wî de dijî. Her gelek ku xudî yê kultûrek şorişgerî be, ruhek wî ya şorişgerî heye. ji kultûra şorişgerî we têoriya şorişgerî heldekile. Têoriya şorişgerî çiraya rêka xebatê ye.

Wergera vê şanoya Brecht li ser bingeha weşanên herî belavbûyî û herî pêşketî ye. Ew bi zimanê me yê neteweyî ye û ez hêvî dikim ku ciyê xwe di edebiyata gelê me de bigire.

Wergêr”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.