Nameyeke min ji bo Dr. Êzzedîn Mistefa Resûl ji Tehranê re
Hesen QAZÎ nivîsand —
În 23 Cotmeh 2026 - 07:00
- Min ev nameya xwe di 1'ê Gulana 1968'an de ji Tehranê ji bo Dr. Êzzedîn nivîsîbû. Wî jî ev name di nav kaxezên xwe de parastibû û dabû Dr. Buşra Kesnezanî, ku wê jî di pirtûka xwe ya bi navê "Êdî Posteçî Li Dergehî Naxe" de belav kiribû.
HESEN QAZÎ
Di 3'yê cotmeha îsal de, 7 sal di ser wefata Êzzedîn Mistefa Resûl re derbas bûn. Ez cara yekê zêdetirî 60 sal berê li Tehranê bi Dr. Êzzedîn Mistefa Resûl re nas bûm; dema ku ew tevî hejmareke zêde ji mamoste û xwendewanên Kurdistanî û Iraqî yên zanîngeha Bexdayê ji aliyê Zanîngeha Tehranê ve hatibûn vexwendin. Hejmarek ji kurdên Tehranê, bi dizî ji çavên SAVAKê, çend rojên xweş ligel wê koma mamoste û xwendewan derbas kirin. Ji bo demekê têkiliya me bi rêya nameyan berdewam kir.
Piştî raperîna Başûr û avabûna parliman û hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Êzzedîn serdaneke Swêdê kir. Di wê demê de, çendîn caran em tevî dost û nasên xwe li meclîs û huzûra wî bûn. Dibe ku dema herî xweş a wan dîdaran, dîtina her du nemiran, Heme yê Hacî Seîd û Dr. Êzzedîn, li mala nemirekî din, Hemedemînê Sîracî be. Heme Hacê Seid û Êzzedîn ku her du jî şîûî (komûnîst) bûn, hevudû li Bexdayê ve dinasîn û piştî zêdetirî sî salan li Stockholmê rastî hev dihatin. Ji bo demekî kurt, Kekê Êzzedîn xwe li ber wî guhert (xwe neda naskirin) û Heme nedihat bîra wî ku wî nas bike, lê di dawiyê de Heme ji nişkê ve got: "Wellehî ev bi vî çenê badanê, divê Êzzedîn be!" û êdî hemû meclîs ket nav qeqe û kenê.
Dîdara din di kongreyeke derbarê zimanê kurdî de bû ku Înstîtûya Kurdî ya Parîsê û Zanîngeha Sorbonne di sala 1993'yan de amade kiribû. Paşê, di kongreyeke KNK'ê de li Belçîkayê di sala 2000'î de min Dr. Êzzedîn dîsa dît û di navbera me de nîqaş û aloziyeke tund çêbû ku heta gihîşt televîzyonê jî. Dr. Êzzedîn dema ku vegeriya Başûr, di bernameyeke Kurd Satê de behsa bûyerên kongreya KNK'ê kir û sûç û berpirsyariya aloziyê xist stûyê min. Ev bû sedema sarbûn û nexweşiya di navbera me de, lewma di kongreyên paşê de me êdî bi hev re nexavt.
Heta ku çend sal berê, di dema kongreyeke KNK'ê de av bi ser agir de hat kirin û em li hev hatin (wêneya pêvekirî). Koça dawî ya Kekê Êzzedîn ez gelekî xemgîn kirim.
Min ev nameya xwe di 1'ê Gulana 1968'an de ji Tehranê ji bo Dr. Êzzedîn nivîsîbû. Wî jî ev name di nav kaxezên xwe de parastibû û dabû Dr. Buşra Kesnezanî, ku wê jî di pirtûka xwe ya bi navê "Êdî Posteçî Li Dergehî Naxe" de belav kiribû.
Tehran – 11’ê Banemera 1347’an a Hetawî (1’ê Gulana 1968)
Bo birayê min ê delal,
Bi silavên germ û hêviya saxî û silametiya te. Demeke dirêj e ku ez li benda name û xebera silametiya we me, lê belê heta niha tu agahî ji we nîne. Her nebe te jî wekî Doktor Ezîz ku nameyek ji bo Kurê Reş nivîsandibû, tu rûpelek reş bikira. Ne dengê te heye û ne jî rengê te.
Hêndem temaşay rêy hatinit kird
Çaw xêl bûn le ser serban u sergird
Her çiqas jî bînayên bilind ên Tehranê li çiyayan mezintir dixuyên.
Berî her tiştî, ez destên xwişka xwe Rûnak xanê maç dikim û dixwazim ku her tim sax û silamet be. Ez berdewam guh didim bernameya te ya “Dîroka Edebî”, lê belê li ser wergêrên beytên “Mem û Zîn” û “Xec û Siyabend” ez bi te re ne hemfikir im. Min beyta KEL Û ŞÊR wergerandiye ser zimanê farisî, lê berevajî Kekê Ubeyd û Qadirê Fetahî, min deq wekî peyv bi peyv wernegerandiye. Min hewledaye ku tekst ji bo xwendevanên farisîaxif rewan be, bêyî ku ez tiştekî lê zêde bikim. Niha ji bo çapkirinê amade ye û bi alîkariya sergurd Ewrengî ez ê biweşînim. Demek berê min “Cilwey Şano” ya Goran jî kir farisî û di kovara Firdewsî de hat belavkirin. Her wisa, demek berê min nameyek ji bo mamoste Elaedîn Secadî nivîsand û çend pirs jê kirin derheqê beyta kurdî de, lê heta niha bersiva min nedaye.
Wekî ku ez dizanim, te pirtûkek nû çap kiriye, heke gengaz be ji min re bişîne. Heke tu hewceyî cilûberg an jî kiras (gomlek) bî, an jî pirtûkekê dixwazî, ji min re binivîse da ku ez ji te re bişînim.
Niha ez mijûlî nirxandina metelokên kurdî me, ku ez nizanim çima navê “pend” lê kirine. Du pirtûkên Îsmayîl Heqî Şaweys û Me’rûf Ciyawûk ên li ser metelokên kurdî ji min re pêwîst in. Her wisa, ferhenga Xal, helbestên nû yên Goran, û heke te bixwe jî tiştekî nû weşandibe, ji min re bişînî dê pir baş bibe. Ez li benda nameya we me. Silavên min ji bo Doktor Ezîz hene. Her wisa rêzeke min a taybet ji bo xwişka Rûnak, Kekê Farûq û Hemyê birayê min re heye, ku dibe ku min nas neke.
