Mehdî Xanbaba Têhranî; Kesayetiyeke çepgir a Îranî
Hesen QAZÎ nivîsand —
Pêncşem 5 Mijdar 2026 - 06:30
Mehdî Xanbaba Têhranî (1934–2026)
HESEN QAZÎ
Mehdî Xanbaba Têhranî, yek ji kesayetiyên naskirî yên çepgir ên Îranê, piştî demeke dirêj nexweşiyê, di sibeya sêşemê, 20ê Cotmehê de, di temenê 92 saliyê de, li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê, ku bi salan li wir jiyabû, ji dinyayê koç kir.
Mehdî Xanbaba ji serdema xwendina dibistana navîn ve dest bi çalakiyên siyasî kir û di rêxistina ciwanên Partiya Tûdeya Îranê de beşdar bû. Paşê, ji bo domandina xwendina xwe, çû Almanyayê. Li wir jî, ji ber çalakiyên xwe yên siyasî, bi taybetî di rêxistinkirina xwendekarên Îranî di nav Konfederasyona Xwendekar û Xwendekarên Zanîngehan de, roleke girîng lîst.
Di sala 1964an de, ew bi komek ji ciwan û xwendekarên Tûdeyî re li derveyî welat ji rêberiya Partiya Tûdeyê veqetiyan. Mehdî di damezrandina Rêxistina Şoreşger a Partiya Tûdeya Îranê de beşdariyeke çalak kir. Ew nêzî du salan beşa Farisî ya Radyoya Pekenê rêvebir. Herwiha, di wê serdemê de, bi Mao Zedong, Zhou Enlai û hin ji rêberên din ên Çînê re hevdîtin kir.
Mehdî bi hejmarek ji kadroyên Rêxistina Şoreşger jî ji hev veqetî. Mehdî û hin ji hevalên wî piştî vê veqetînê, dem û derfetên xwe bi taybetî ji bo wergerandina berhemên Marksîstî bo zimanê Farisî veqetandin
Piştî hilweşîna rejîma Şah, Mehdî vegeriya Îranê û di rêxistinkirina çepgirên serbixwe de roleke sereke lîst. Ew û hevalên wî rêxistinek bi navê Yekîtiya Çepgir damezrandin û bi heman navî weşaneke siyasî jî derxistin.
Paşê, Mehdî bi Şehîd Şukrullah Paknejad, yek ji tekoşerên serdema Şah ku paşê ji aliyê Komara Îslamî ve hat îdamkirin, û çend tekoşerên din re Eniya Demokratîk a Neteweyî damezrand. Di wê heyamê de, Mehdî têkiliyeke nêzîk û dostane bi tevgera Kurdistanê re hebû.
Mehdî di dema ciwaniya xwe de, li Tehranê, Sedîq Encîrî nas kiribû. Li derveyî welat jî bi gelek tekoşerên Kurd re nas bû û têkiliyên dostaniyê bi wan re danî. Ez wî di destpêka salên 1970î de, di nav Konfederasyona Xwendekar û Xwendekarên Zanîngehan a Îranî ya li derveyî welat de nas kirim.
Di sala 1974an de, min ew bi Dr. Qasimlo re da nasîn. Ev hevdîtin bû destpêka dostaniyeke germ û dirêj a Mehdî bi tevgera Kurd a Rojhilatê Kurdistanê re.
Piştî ku Mehdî û hevalên wî neçar man ku welat terk bikin, Eniya Demokratîk a Neteweyî beşdarî Şûraya Neteweyî ya Mucahîdîn bû; şûraya ku Mucahîdîn û Benî Sedir damezrandibû. Lê paşê, ji ber protestokirina têkiliyên nêzîk ên Mucahîdîn bi rejîma Sedam Husên re, ew rêxistin ji Şûraya Neteweyî ya Berxwedanê veqetî.
Mehdî Têhranî belkî yek ji wan tekoşerên siyasî bû ku bi şîrîniyek taybet diaxivî. Mirov di civîna wî de qet westiyayî nedibû û sohbetên wî her tim balkêş û xweş bûn.
Di van salên dawî yên jiyana xwe de, ew bi komeke komarxwazên li derveyî welat re dixebitî. Mehdî di gotubêjek ku Hemîd Şewket bi wî re u wek kitêp bilv bûye de, û herwiha di gelek hevpeyvînên televîzyonî de, sûc û zordariyên Komara Îslamî yên li dijî gelê Kurd bi eşkereyî rexne kirin û eşkere kirin.
Mehdî Xanbaba Têhranî hevjîna xwe û du zarokên xwe li dû xwe hişt.
Ez serxweşiyê ji hevjîn û zarokên wî, ji malbata wî, û ji hemû heval û dostên wî yên bêhejmar re dixwazim.
Bîranîna wî her tim bi rêz û hurmetê dê bimîne.
