Enwer Sultanî, dîroknas, nivîskar, werger, rexnegirê edebî
Hesen QAZÎ nivîsand —
Pêncşem 19 Mijdar 2026 - 06:30
HESEN QAZÎ
Kesên ku min ji nêz ve nas dikin, dizanin ku ez ne kesekî xweşewîstî û dilxweşkirina kesan im. Nivîsandina li ser kesayetî û berhemên Kekê Enwer Sultanî bixwe xwedî nirxekî girîng e û ne her kes dikare vê erkê bi cih bîne.
Sultanî di sala 1944 li Seqizê hatiye dine, lê li bajarê Bokanê mezin bûye. Ez Kak Enwer ji salên zû ve, ji wê demê ku li Tehranê dixwend, nas dikim. Ji wê demê ve min ji zanîn û agahiyên wî yên derbarê dîrok û edebiyata Kurdî de sûd wergirtiye. Tevî vê yekê, ji bo wergerandina hin helbestên Kurdî û weşandina wan di hin kovarên Tehranê de, ji wan kovara «Ferdowsî», rêberiya min dikir.
Dem derbas bû. Ez ji welêt derketim û ji bo demeke dirêj tu xeber û dengê Sultanî min nebihîst. Heta ku di serdema têkoşîna girseyên şoreşger ên Îranê de, li dijî rejîma kurê Reza Xan, min di rojnameyeke farisî de nivîseke wî xwend û fêm kir ku di wê demê dirêj a ku têkiliyên min jê qut bûbûn de, ew bêkar rûneniştiye, lê her tim fikra çarenûsa neteweya xwe ya bindest û êşdîtî bi xwe re girtiye.
Bi hatina Kak Enwer bo Îngilistanê, careke din derfetên têkiliyên me nû bûn. Ew li Îngilistanê û ez li Swêdê bûm, lê me dostaniya xwe ya kevin domand û di derbarê dîrok û edebiyata Kurdî de mijaran bi hev re diguherand.
Hevkariya min û Sultanî di çarçoveya kovara «Gzîng» de, ku nemir Suleyman Çîre li Swêdê derdixist, xuya dibe. Min jî ji hejmarên destpêkê ve ji nêz ve alîkariya nemir Çîre dikir. Mamoste Enwer çend berhemên zimannasiyê, di nav de yek ji nivîsên bi nirx ên Minorsky, di kovara «Gzîng» de weşandin.
Ji nêrîna min ve, yek ji berhemên girîng ên Mamoste Sultanî hilbijartin û wergerandina raporên konsulên Brîtanî ye derbarê Serdema komara Kurdistan û derdora wê de ye. Ev berhem xizmeteke girîng e ji bo ronîkirina dîroka siyasî ya wê beşê Kurdistanê, ji nêrîngeha Rojavayiyan ve.
Di vê xebatê de min jî para xwe danî. Min hevpeyvîneke konsulê Brîtanî yê li Tewrêzê ku sala 1942'an,çûbû ziyareta Mehabadê wergerand û Kak Enwer ew xiste nav pirtûka xwe, ku li alîyê Binkey Jîn li Silêmanî bi navê: “ Kurdistana Rojhilat di belgeyên Wezareta Derve ya Brîtanyayê de" hat weşandin.
Dibe ku yek ji berhemên hevpar ên bi nirxa me ya herî girîng xebatkirin li ser helbestên Ebulhasen Seyf Qazî (Seyf-ul-Quzat) be. Min dizanî ku Kak Enwer bi baldarî û bi awayekî pisporane li ser wan dixebite. Her çend navê min jî li ser pirtûkê heye û yek ji destnivîsên ku di pirtûkê de hatine bikaranîn, ji serdema ciwaniya min e û min wê ji destnivîsa Seyf veguherandiye, lê rastkirina metnê, berawirdkirina guhertoyên nivîsê û nivîsandina şîroveyan li ser destnivîsan, hemû karên hêja yên Mamoste Enwer in. Bi vê xebatê, wî kêlekeke mezin a vala di warê nasandina helbestên Seyf de tijî kiriye.
Ev berhem di bin sernavê: «Azadî, serbexoyî û mîrî û gewreyî/ dawa biken bi zar û ziman û didan û lêw» jî ji aliyê Binkey Jîn ve, di sala 2009'an de li Silêmaniyê hatiye weşandin.
Di çarçoveya televîzyonê de jî, min û Sultanî dostaniya xwe û hevkariyê domand. Ji bo demeke dirêj Kak Enwer bernameyeke taybet pêşkêş dikir ku armanca wê nasandina pirtûkên Kurdî bû. Min jî li pişt kamerayê di amadekirina wê bernameyê de alîkariya wî dikir.
Mamoste Sultani pir caren bûye mêvanê min di televîzyonên Kurdî de. Bi saya van xebatan, temaşevanên bernameyên min dikarîbûn ji zanîn û pisporiya Kak Enwer a di warên dîrok, edebiyat, ziman û siyasetê de sûdê werbigirin.
Hêvîdar im ku ew di xebat û jiyana xwe de her dem serkeftî be.
Lîsteyek ji berhemên Mamoste Enwer Sultanî
Pirtûkên çapkirî
2026 – «Şêx Riza, helbestvanê mezin ê Rojhilata Navîn», Dîwana helbestên kurdî, farisî, tirkî û erebî yên helbestvan, bi awayekî rexnekirî û paqijkirî, Navenda Weşanên Kurdistanê, bajarê Sine.
2023 – «Bokan, şûnwarêkî mîtolojîk û bîranînek ji Xwedawenda Jinê Anahîta», Navenda 49 Kitêb, Swêd.
2022 – «Ka Çû, Ma Danî», berhevoka gotarên dîrokî, civakî, çandî û edebî bi zimanên kurdî û farisî, di du cildan de, Weşanên Rojengirî, Almanya; çapa duyem, Silêmanî. (Cildên 3 û 4 di bin çapê de ne.)
2022– «Dîwana şîrovekirî ya Seyid Kamil Îmamî (Awat)», di du cildan de, Weşanên Rojengirî, Almanya; çapa duyem, Silêmanî, 2023.
2021 – «Bokan di Dîrokê de», berhevoka 481 gotaran di sê cildan de, Weşanên Rojengirî, Almanya; çapa duyem di du cildan de, Silêmanî, 2022.
2014– «Kitab al-Me'arif», şîroveya Şêx Ebdulrehmanê Talebanî li ser destpêka Mesnewiya Mevlana Rûmî; wergera min ji farisî bo kurdî, bi şîroveyeke îrfanî ya Dr. Mihemed Elî Sultanî, Weşanên Akademiya Kurdî, Hewlêr.
2014 – «Cezbeya Evînê», berhevoka helbestên Şêx Ebdulrehmanê Talebanî; wergera min ji farisî û tirkî bo kurdî, bi şîroveyeke îrfanî ya Dr. Mihemed Elî Sultanî, Weşanên Akademiya Kurdî, Hewlêr.
2010 – «Kurdistan, ey delala min!», bîranînên Behiya Xanima Ferecullah Zakî Merîwanî; wergera ji îngilîzî, Weşanên Aras, Hewlêr.
2009 – «Jiyan û Serhatîya Nemir Seyf el-Qazat Qazî», bi hevkariya Hesenê Qazî, Binkey Jîn, Silêmanî.
2008 – «Dîroka Serhildana Şêx Ubeydullahê Şemzînî (1880)», nivîsandina Mîrza Elî Efşarî Ûrûmî; destnivîsek ku di Pirtûkxaneya SOAS a Londonê de hatibû parastin; sererastkirin bi hevkariya mamosteyan Mihemed Elî Sultanî û Selahaddîn Aştî, Weşanên Jîn, Silêmanî.
2006– «Jiyan û Serhatîya Ebulqasim Lahûtî Kirmaşanî, helbestvanê şoreşger ê kurd», Navenda Jîn, Silêmanî; çapa duyem, Navenda 49 Kitêb, 2024, Swêd.
2006 – «Eşîr, Tîre û Teyfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê» – destnivîseke farisî, nivîsandina Mîrza Şukrullah Senendecî (Fexr al-Kitab), bi wergera kurdî, Binkey Jîn, Silêmanî.
2006– «Silav li Heyder baba» – wergera kurdî ya helbesta Mihemed Huseyn Şehriyar, helbestvanê Azerbaycanî, ji turkî; bi hevkariya Hesen Eyûbzade, Pirtûkfiroşiya Erzan, Swêd.
2006 – «Rojhilata Kurdistanê di Belgenameyên Wezareta Derve ya Brîtanyayê de» – wergera 130 belgenameyan ji îngilîzî, Binkey Jîn, Silêmanî.
2006 – «Mînorskî û Kurd» – berhevoka şeş gotarên Vladimir Mînorskî, wergera ji îngilîzî, Weşanên Mukriyanî, Hewlêr; çapa duyem, Weşanên Mang, Bane, 2025.
2005 – «Driver û Kurd» – berhevoka pênc gotarên J. R. Driver, wergera ji îngilîzî, Weşanên Navenda Jîn, Silêmanî; çapa duyem, Weşanên Mang, Bane, 2017.
2005 – «Mackenzie û Kurd» – berhevoka çar gotarên D. N. Mackenzie li ser kurdan, wergera ji îngilîzî, wek beşek ji hejmara yekem a «Kovara Kurdnasiyê», çapkirina Almanya; çapa duyem, Weşanên Mang, Bane, 2017.
2005 – «Du Zeylên Şerefnameyê» – du destnivîsên farisî û turkî yên Şerefnameya Bedlîsî, Navenda Jîn, Silêmanî.
2003– «Teoriya Fermî ya Ajotina Otomobîlê», wergera ji îngilîzî, bi hevkariya sê kesên din; edîtor Rewbar Muxtar, çapkirina Ajansa Standartkirina Şofêriyê, Brîtanya.
1998 – «Keşkola Helbestên Kurdî yên Goranî» – berhevoka helbestên 41 helbestvanên Hewramî (destnivîs), Trusta Soane ji bo Kurdistanê, London; çapa duyem, Navenda Jîn, Silêmanî, 2017; çapa sêyem, Navenda Çandê ya Hewramanê, Helebce, 2025.
1997 – «Dîroka Erdelanê» – destnivîs, metna farisî bi hevkariya Nesrîn Berna, ligel wergera kurdî, Weşanên Newroz, Swêd.
1997 – «35 Destnivîsên Şerefnameyê di Pirtûkxaneyên Cîhanê de», Pirtûkfiroşiya Erzan, Swêd.
1997 – «Hêkeya Wendabûyî, lêkolîneke li ser jiyana Ebulqasim Lahûtî Kirmaşanî», pêvekê hejmara yekem a rojnameya Peyam, London.
1996 – «21 Destnivîsên Kurdî (an jî Farisî yên li ser Kurdistanê) di Pirtûkxaneyên Brîtanyayê de», Pirtûkfiroşiya Erzan, Swêd.
1996 – «Elifbêya Kurdî bi Tîpên Latînî», berhevoka sê gotarên Mînorskî û Edmonds, wergera ji îngilîzî, Pirtûkfiroşiya Erzan, Swêd.
Pirtûkên duzimanî yên zarokan
2005 – heta niha: Wergera zêdetirî 53 pirtûkên zarokan ji îngilîzî bo kurdî û farisî. Ev pirtûk bi hev re ligel metna wan a îngilîzî hatine çapkirin. Weşanên Navenda «Mantra Lingua», London.
Her wiha, wergerandin û tomarkirina pênc CD-yên kurdî û farisî ji bo heman navendê.
Ev kar bi xwe karekî bazirganî bû; min ji wê şîrketê pere werdigirt û pirtûkên wan ji bo wan werdigerandin. Lê di encama xwe de karekî çandî bû. Niha gelek pirtûkên zarokan ên kurdî û farisî bi wergera min li Londonê hatine çapkirin. Guhdarî û dengê wan jî bi vî awayî hatine tomarkirin: pirtûkên kurdî bi dengê min û yên farisî bi dengê hevjîna min Nasrin Borna. Ev pirtûk li Engiltere, li Amerîka, Kanada, Awistralya û gelek welatên din ên cîhanê tên peydakirin.
Gotar
Çapkirina bi sedan gotaran (werger an jî nivîsên xwemalî) di weşanên kurdî yên Başûr û Rojhilata Kurdistanê, an jî li derveyî welêt, li ser mijarên destnivîs, belgename, dîrok, edebiyat û dîroka kurdan.
Rexne û nirxandina pirtûkan
Ji bo çend rojname û kovarên kurdî yên li derveyî welêt; her wiha ji bo televîzyona Medya TV û Radyoya Kurdî ya Dengê Amerîkayê.
parvê bike
