
- Sînemager Diyar Heso ku yek ji beşdarên civînê ye, der barê civînê de axivî. Diyar Heso got: “Kesên beşdarî civînê bûn, diyar kir ku divê ev gav beriya niha bihata avêtin.
Sînemagerên Rojavayê Kurdistanê 24’ê Nîsanê roja înê, ji bo pêşxistina xebatên sînemayê li hev civiyan. Civîn li bajarê Qamişlo pêk hat.
Endamên Komîna Fîlman a Rojava, SîneJin, şirketên wekî Rê Production, Ro Produksiyon, Nefel Produksiyon, Kom Dublaj Studyo, mamosteyên Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê û Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, gelek sînemakarên din beşdarî civînê bûn.
Sînemager Diyar Heso ku yek ji beşdarên civînê ye, der barê civînê de axivî. Diyar Heso got: “Kesên beşdarî civînê bûn, diyar kir ku divê ev gav beriya niha bihata avêtin. Her kes li benda vê gavê bû. Me jî pêwîstî pê dît, karek zehmet e, derfet û hejmarê dixwaze. Li qadeke wekî Rojava biçûk jî dema mirov parçe be, zehmettir dibe. Ji ber vê ji bo vê pêvajoya giran a Rojava tê re derbas dibe, em wek sînemager me xwest bên gel hev û karê xwe bihêztir bikin.”
Ev pêvajo me hemûyan eleqedar dike
Piştî êrişên çekdarên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Şamê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, di tevahî xebatan de zehmetî çênûm. Heso bal kişand ser vê pêvajoyê û wiha axivî: “Hinek pêvajo hene me tevahiyan eleqeder dike, bi taybet rewşa yasayî ya niha Sûriye tê de. Hinek yasayên hikumeta demkî hene, lê ev yên rejîma Baasê ne. Azadiya kar a li Rojava li herêmê din ên Sûriyeyê tune ye. Ev rewş jî hat nîqaşkirin û divê bê sererastkirin.”
Her wiha Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 5ˊan ku Komîna Fîlman a Rojava di Mijara 2025’an de li dar xistibû, hat nîqaşkirin. Di civînê de hat xwestin ku îsal (2026) festîvalek bê çêkirin.
Daxwaza sîwaneke sînemayê
Diyar Heso got yek ji xalên girîng jî ew e ku beşdaran xwest di nava sînemageran de yekbûnek çêbe, ev bi navê sazî, sendîka yan jî yekitiyekê be. Yanî saziyek ku tevahî sînemageran bigire nava xwe. Dîsa ji bo xurtkirin û pisporiya xebatên sînemayê perwerde bên dayîn.
Diyar Heso di dawiya gotina xwe de got: “Bê guman hinek rexne jî hatin kirin. Rexneyên ji bo kêmbûna berheman hatin kirin. Xwestekên ciwanan hebûn ku zêdetir li wan bê guhdarîkirin. Derfetên heyî jî wekhev bên bikaranîn.”
BERÎTAN ÎRLAN-ANHA/QAMIŞLO







