
- Seroka ITI'yê Jessica Kaahwa ku beşdarî 11'emîn Mihrîcana Şanoya Navneteweyî ya Amed bû, diyar kir ku şanoya Kurdî ku salona hezar û 500 kesî tijî kir, cihê hêviyê ye.
Jessica Kaahwayê destnîşan kir ku bi saya dîjîtalîzekirinê, mirov dikarin ji malên xwe berheman hilberînin û projeyan pêş bixin û got ku bikaranîna wê ya rast sûdmend e. Jessica Kaahwayê got: "Dema ku dîjîtalîzekirin bi rêkûpêk neyê bikaranîn, ew hêdî hêdî girîngiya qadên şanoya fizîkî kêm dike. Ger her kes bi tena serê xwe, bi ferdî bixebite, ruhê tîmê ku yek ji hêmanên estetîk ên bingehîn ên şanoyê ye, li ku dimîne? Şano hunereke hevkar e ku sêwiranerê cil û bergan, sêwiranerê sehneyê, derhêner û lîstikvan bi hev re dixebitin. Niha em dibînin ku ev hemû hêmanên şanoyê tên zextkirin û dibe ku zirarê bibînin. Ji ber vê yekê, divê em teknolojiyê rast bi kar bînin."
Çandên welatên cuda li ba hev in
Jessica Kaahwayê anî ziman Mihrîcana Şanoya Navneteweyî ya Amedê rêyek e ku çandên welatên cuda tîne ba hev û got: "Niha, beşdarên me ji Nîjeryayê hene; yên ku ji Uganda hatine vexwendin hene; û her wiha beşdarên ji welatên din ên wekî Almanya û Tunisê jî hene. Dema ku em tên ba hev, em dest bi teqdîrkirina hunera hev dikin. Di heman demê de, em xalên hevpar ên xwe dibînin. Tiştê ku min di dema xwe ya li vir de fêm kir ev e ku mirovên li Amedê mîna me ne. Û fêmkirina ku yên din mîna we ne ku hêviyên wan ji jiyanê wekhev in, ev gava yekem a ber bi aştiyê li cîhanê ye."
‘Her çand xwedî formeke şanoyî ya bêhempa ye’
Jessica Kaahwayê diyar kir ku pêşeroja şanoya Kurdî geş e û destnîşan kir ku şanoya Kurdî jî yek ji şanoyên gel e. Jessica Kaahwayê got: "Hemû çand xwedî formên xwe yên bêhempa yên şanoyê ne; ew tembûr, reqs, stran, lîstikvanî û performansê dihewîne. Her kes beşdarî van formên îfadeyê dibe. Lê ya herî girîng ew e ku mirov çawa bertek nîşanî vê şanoyê didin. Ya wê dike cihê hêviyê ev e. Li vir, salona hezar û 500 kursiyî bi tevahî tijî bû. Ev nîşan dide ku şano li vir pir tê pejirandin. Ew nîşan dide ku xwedî li şanoyê tê derketin. Min mijara şanoyê pir eciband; ger şanoyê peyamek hebûya ku bide cîhanê, ew ê 'Şanoya ji bo Aştiyê' bûya."
AW/AMED







