‘Huner sînoran nas nake’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Nîsan 2026 - 16:00

Li Amedê 11'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku bi temaya "Ji bo aştiyê diyalog" tê lidarxistin, berdewam dike. Gelek komên şanoyê ji gelek welatan beşdarî mihrîcanê bûn. Yek ji van komên beşdar jî koma Chamchamal Fine Art and Z Teathre bû ku ji Rojhilat Kurdisranê hatibû. Komê bi lîstika xwe ya bi navê CM beşdarî mihrîcanê bû û temaya lîstikê de mesafeyên civakî-çandî yên civakê û derfetên dijwar ye. Nivîskar û derhênerê lîstikê Soran Hosseini, der barê mihrîcan, şano û bandora şanoyê ya li ser aştiyê de axivî.

Hosseini destnîşan kir ku huner sînoran nas nake û anî ziman ku aştî jî xwedî taybetmendiyeke gerdûnî ye. Hosseini der barê têkiliya huner û gelan de ev tişt got: “Sînorê aştiyê nîn e, bêyî aştiyê jî sînor nabe. Ev mijar, mijara hestiyariya hunerî û peywendiya bi gelan re ye.”

‘Hunermend sînoran qebûl nake’

Hosseini diyar kir ku huner ne tenê fikrek e ku derbasî bi nivîsê sînordar bimîne, ew rasterast bi jiyanê re têkildar e û got ku divê hunermend sînoran derbas bike û wiha pê de çû: “Hunermend pêwendiya navbera jiyan û mirinê û hestiyariya vê pêwendiyê dizane. Ji ber vê yekê hunermend sînoran qebûl nake.” Hosseini di nirxandinên xwe yên li ser şanoya Kurdî de jî diyar kir ku potansiyeleke mezin a şanoya Kurdî heye, lê hin nirx bi demê re lawaz bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke huner berê xwe bide gelê xwe û xizmeta wî bike, dê watedar bibe. Nexwe ev qutbûn çêdibe. Huner jiyan bi xwe ye. Hunereke ji gel qut nabe.”

‘Mihrîcan qada hilberîn û hevdîtinê ye’

Hosseini bal kişand ser girîngiya mihrîcanê û destnîşan kir ku çalakiyên li Amedê ne tenê qadên temaşekirinê ne, di heman demê de qadên hilberînê ne jî û got: “Mirov di van qadan de tên cem hev, hildiberînin û hişmendiyeke hevpar ava dikin.” Hosseini diyar kir ku ji bo pêşketina hunerê tevgera bi hev re pêwîst e û got ku divê her kes bi ziman û nasnameya xwe bi rengekî azad hebûna xwe biparêze. Hosseini anî ziman ku huner ne tenê xwecîhî ye, di heman demê de aliyê wê yê navneteweyî jî heye û destnîşan kir ku saziyên mîna Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI) di vê qadê de xwedî roleke girîng in û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Huner û gel ji hev cuda nînin. Huner bi gel re heye û bi gel re jiyana xwe berdewam dike.”

MA/AMED

* * *

‘Mîrê Mîran û rîtuela Newrozê’ hat nîqaşkirin

11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku bi dirûşma “Diyalog ji bo aştiyê” tê lidarxistin, di roja 7emîn de berdewam dike. Festîval ji bilî lîstikên li ser dikê, bi panel û gotûbêjên teorîk berdewam dike. Di çarçoveya festîvalê de îro li Salona Semînerê ya Çand Amedê, derhenêr û akademîsyenê navdar Dr. Ghotbedîn Sadeghî bi hunerhezan re hat cem hev. Gelek kesên ji bajêr û ji derveyî welat hatine beşdarî gotûbê bûn.

Dr. Ghotbedîn Sadeghî, di gotûbêja bi sernavê “Festîvala Mîrê Mîran û Rîtuelê Newrozê” de bal kişand ser têkiliya çanda Kurdî ya qedîm û formên şanoyî. Ghotbedîn Sadeghî bi taybetî li ser kevneşopiya “Mîrê Mîran” a ku hiyerarşiya civakî û çanda karnavalê ya dîroka herêmê nîşan dide sekinî û nirxandinên girîng li ser çawaniya veguhertina van rîtuelan kir.

Piştî pêşkêşiyê, beşê pirs û bersivan dest pê kir û Dr. Sadeghî pirsên beşdaran ên derbarê şopa rîtuelan Newrozê de bersivandin. Ev çalakiya ku aliyê teorîk ê festîvalê xurtir dike, bi kişandina wêneyên komî bi dawî bû.

Festîvala ku bi dirûşma “Ji bo Aşitiyê Diyalog” tê lidarxistin, dê heta 2yê Gulanê li gelek deverên bajêr bi lîstik û panelan berdewam bike. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.