Em bi ruhê Zîlan têdikoşin

Şemî 29 Hezîran 2024 - 02:55

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan hevpeyvîneke taybet bi Radyoya Dengê Gel re kir û çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxand. Di destpêka nirxandina xwe de Karayilan derbarê tecrîda mitleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha got:’’Di bingeha Pergala Îmraliyê de pirsgirêka Kurd û siyaseta mêtinkar a li dijî gelê Kurd heye. Ango siyaseta înkar, tunekirin û qirkirinê heye. Dewleta Tirk niha bi siyaseta xwe ya li Îmraliyê, dixwaze civakê qir bike. Rêber Apo gelê Kurd û doza azadiya Kurd temsîl dike. Jinên azadîxwaz temsîl dike. Nirxên demokratîk temsîl dike. Ji ber vê yekê bi nêzîkatiyên dijmirovî û êşkenceyên psîkolojîk nêzî Rêber Apo dibin. Binêrin; ev 40 meh in tu agahî jê nayê. Ango 3 sal û 4 meh in têkîldarî rewşa Rêber Apo ya li Îmraliyê tu agahî nayê girtin. Ev doz ne doza kesekî ye, doza gelekî ye. Ji ber ku Rêber Apo îradebûna gelê Kurd temsîl dike, ev êriş li dijî wî pêk tên. Ji ber vê yekê gelê me, aliyên demokratîk ên Tirkiyeyê û hemû aliyên şoreşger-çep van pêkanînên dewleta Tirk weke êrişa li dijî xwe bibînin. Li aliyê din; ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin. Ji xwe ji ber vê yekê CPT dirust nêz nabe û ev siyaseta li Îmraliyê tê meşandin rewa dike. Lewma siyaseta ku li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd tê meşandin, siyaseteke kûrewî ye. 

Di têkoşînê de kêmasî hene

Di heman demê de îro girêdayî vê siyaseta qirker a li Îmraliyê şer tê meşandin. Îro li Kurdistanê li dijî gelê Kurd şer heye. Dewleta Tirk di vî şerê de her tiştê xwe xerc kir. Îro gel û kedkarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birçî ne. Di bingeha vê de şer û pergala qirkirinê, ango pergala Îmraliyê heye. Heta ku ev siyaset bi dawî nebe, ne pêkan e ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin. Ev rastî îro ji aliyê gelek aliyan ve hatiye dîtin. Her çiqas bi derengî ketibe jî, dîtina vê tiştekî baş e. 
Dîsa li seranserê cîhanê ji aliyê Rêber Apo ve pêşxistina modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst, ji bo gelên cîhanê û bindestan hêviyek çêkiriye. Di vê çarçoveyê de li seranserê cîhanê xwedîderketina li Rêber Apo zêdetir dibe, li ser vê bingehê kampanyaya ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseri xurttir dibe. Di vê mijarê de kêmasiyên me pir in. Divê her kes kêmasiyên xwe yên di vê mijarê de bibînin. Divê destpêkê em pêşengên tevgera azadiyê, gelê me yê welatparêz û aliyên demokratîk bibînin ku di têkoşîna me ya li dijî pêkanînên li Îmraliyê de kêmasî hene. Bêguman divê van kêmasiyan derbas bikin.

Bi rihê Zîlanan têdikoşin

Fedayitî di esasa xwe de ji destpêkê ve di tevgera me de heye. Welatê me, welatek ku gotina navê wî jî qedexe bû. Tu kes qala Kurd û Kurdistanê nedikir. Di demeke wiha de derketina Rêber Apo, derketineke dîrokî ya li ser bingeha xwe fedakirinê ye. Li ser vê bingehê Rêber Apo ji serî ve xwe feda kiriye û bi fedakariyê pratîk kiriye û îdeolojiya hatiye afirandin li ser vê bingehê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê helwesta fedayî ji destpêkê ve di tevgerê me de hebû. Lê cihekî taybet a çalakiya hevrê Zîlan ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de pêk anî, heye:Ya ewil, çalakiya heval Zîlan ku di demeke tevgera me ji aliyê taktîkê ve xitimî û tengbûn çêbû de, bi xwe amade kir û bi awayekî serketî pêk anî, derketina taktîkî û rêbazeke nû afirand. Jixwe piştre li ser wê bingehê Hêzên Taybet pêk hatin û ev rêbaz veguherî xeta têkoşînê. Ya duyemîn, di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Apo êrîşek pêk hatibû. Dijmin xwestibû suîqest li Rêberê me bike. Çalakiya hevrê Zîlan rabûna li ber vê yekê bû. Ango rastiya ji bo parastina Rêber Apo divê xwe feda bikî û her tişt bê dayîn, bi vê çalakiyê derket holê. Aliyê sêyemîn ê girîng jî ew e ku ev çalakî hêz dide artêşbûna jinê. Bi taybet çalakiya hevrê Zîlan a weke jineke azad a azadîxwaz, hêz da hemû hevalan. Ev çalakî nîşan da ku jin wê çawa îrade bibe, çawa wêrek bibe û çawa bibe çalakvanekî mezin a di asta herî jor de. Îro di refên me de Zîlanbûyîn xurt bûye. Em îro bi vê ruhê têdikoşin. Gerîlayên Modernîteya Demokratîk, li ser bingeha ruhê fedayî ya Apoyî û Zîlanbûyînê tevger dikin û bi vî rengî hedef dikin bibin bersiva erkên serdemê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.