Em ji şer û aştiyê re jî amade ne
Şemî 8 Sibat 2025 - 03:45
- Mûrat Karayilan: Weke Tevger em ji her îhtimalê re amade ne. Em ji şer re jî amade ne. Em di stratejî û taktîkên xwe yên şer de zelal in. Lê belê projeya Rêber Apo hîn zêdetir stratejîk û girîng e, em bi wê projeyê re ne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan sala 26'an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo, pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo dixwaze biafirîne û bûyerên herêmî yên li dora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ji Stêrk TV re nirxand. Mûrat Karayilan derbarê rûreşkirina salvegera komployê û daxuyaniya ku tê payîn Rêber APO bide jî wiha axivî:’’Îsal bi taybet gelê me li dervayî welat, li hundirê welat hîn zêde beşdarî protestokirina komploya navnetewî bibe. Ji bo ku komplo temamî têk biçe, tune bibe û bi riya azadiyê vebe, Rêber Apo vê rojê dixwaze bike, roja destpêka pêngava nû. Pêngava nû pêngava azadiyê ye, pêngava çareseriyê ye. Divê gelê me vê rojê bihêz beşdar bibe û destê Rêber Apo hîn xurt bike. Me ji çapameniyê bihîst ku wê li Strasbourgê mîtîngeke mezin çêbibe. Her sal gelê me li wir di bin sermayê de dicive û protesto dike. Îsal divê hîn girseyî be. Hem li hundirê welat hem jî li dervayî welat divê em vê 15'ê Sibatê bikin roja lutkeya berxwedanê, bikin roja destpêka têkbirina komploya navnetewî. Bikin roja azadî, roja xwişk-biratiya gelan, azadî û demokrasiyê. Ji ber vê divê herkes 15'ê Sibatê wisa ji rêzê nêz nebe, divê herkes hîn girseyî beşdar bibe û pêşwazî bike ku ji bo ew roj bi rastî bibe destpêka roja nû.
Derfetên me zêde bûne
Di vê serdemê nû de diyar e ku dizaynekî nû di rojevê de ye. Di vir de bijareyên me wek tevger hîn xurt bûn. Em îro di asta herêmê de rêxistinin. Yên berê ji me dûr disekînin, îro dixwazin bi me re têkilî çêkin û derfetan çêkin. Em vê naxwazin wisa pir bi werimînin. Em pala xwe didin xwe. Lê ev jî derfetek e. Ev 3-4 salên dawî di warê taktîk de pir guhertin û nûbûn di tevgera me de çêbûn. Berê şerê me tenê ser erdê bû. Me ev şer xist bin erd, şerê binerd. Bi hewldanên ciwanên Kurd mirovên herî jîr, li Kurdistanê beşdarî tevgera me dibin. Bi hewldana wan hevalan kedeke demdirêj hate dayîn. Di warê teknolojîk de jî pêşveçûnên nû me çêkirin. Dewleta Tirk derfetên NATO'yê ji wan re peyda kiriye, bi teknîka ev bi çek û bêçek wisa xwest hevsengiya şer biguherîne. Lê me îro li hemberî vê teknîk pêş xist. A niha belafirên keşfê ku çêkiriye, pir pesnê wan kirin, ew hemû bûn çop. Yek tenê li dijî me dixebitînin, ew jî ji ber bilind difire. Ew tenê dixebite. Em niha li hember wê jî di hewldanê de ne û em ê di demeke nêz de li hember wî jî çare pêş bixin û em ê vê çîroka belafirên keşfê yên ku xelkê îmha dike û komkujiyan dike, dawî bikin.
Divê zimanê aştiyê be
Karayilan derbarê pêvajoya nû de jî ev nirxandin kirin:’’Niha berî hemû tiştan gihîştina vê astê jî encamê kedekî ye. Keda Rêber Apo bixwe pir wate daye, me gelek şehîd dan, me gelek berdêl dan. Qehremaniya şehîdên me fedakariya gelê me, astek ava kir. Ji encamê vê astê dewleta Tirkiyê mecbûr ma serî careke din li Rêber Apo bide. Rêber Apo jixwe berê de hîna 1993'an vir ve xwedî wê nêrînê ye ku pêwîste yekîtiya gelê Kurd û Tirk çêbibe.Dema ku serokê MHP'ê Devlet Bahçelî di parlementoyê de axivî, got bila Ocalan were parlementoyê û biaxive. Lê belê desthilat ango hikûmet di vê derheqê de ne xwedî sekneke zelal e. Bi esasî we dît, serokomar Recep Tayîp Erdogan çend caran axivî û got, em li pişt banga Bahçelî ne. Wisa got, lê belê di pratîkê de tam berovajî vê dike. Lê divê ziman jî li gorî aştiyê bibe. Kiryar li gorî aştiyê bibin. Lê belê ev giştî berovajî ne. Mesela sînorê Bakurê Kurdistanê ji Cerablûs heta Tebqayê cepheyekî li dijî Kurdan, dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe bikar tîne. Seranser eniyek heye û di wê eniyê de şer heye. Cardin Qeyûm, siyaseta Qeyûmê. Êrîşek li ser îradeya vî gelî ye. Tu ji gel re dibêjî em aşitî çêkin û xwe bikin yek. Lê îrade binpê dikî. Her roj operasyonên girtinê çêdibe. Li ser me her roj bomberdûman heye. Êrîş heye. Hêza me û ya wan li gelek cih mesafe 200 metre 300 metre de şer dikin. Rûxmî ku zivistane jî ev şer nesekinî. Ji bo vê mirov dikare vê bêje, AKP'ê hîn biryara xwe nedaye. Siyaseta xwe ya berê ya qirkirinê, kujeriyê û tundiyê berdewam dike.
Divê Rêber APO azad bibe
Tenê dibêje bila PKK çekan berde û wekî din behsa tiştekî din nake. Dibêje, bila Ocalan banga çek berdanê bike. Em bêjin bang kir, tenê bi bangkirinê ev kar xilas nabe. Ev tevgerek e, bi deh hezaran hêzê xwe yê çekdarî heye. Ev çekdaran ne çekdarên ku bi pere hatine û mirov maaşê wan qut bike û bêje herin malên xwe. Ev çekdarên îdeolojîk in, bawermend in. Baweriya wan heye û fedaî ne. Ger ku heta ev kesê ku vê îdeolojiyê çêkiriyê ango Rêber Apo bixwe nekeve meriyetê û bi van hevalan re neaxive, tenê bi bangekî video nabe. Berdawam neaxive, dê çawa qanih bibin û çek berdin? Ez jî niha berpirsyarekî vê tevgerê me. Ez bi gerîla re mijûl im û ez jî gerîlayek im. Nabe ez niha bang bikim, bêjim çek berdin. Ez nabêjim jî. Niha îro li Zapê di mesafeyê 200 metre de leşkerên dewleta Tirk û hevalên me li hemberî hev di nava şer de ne. Ez ê çawa ji wan re bêjim çek berdin.
Rêber APO wê kongreyê kom bike
Ez vê jî bêjim; ji bo biryarê çek berdanê hewceyî biryaran heye. Biryara Kongre pêwîste. Mesela divê Kongreya PKK'ê kom bibe û biryarek wisa bigire. Ev hemû Rêber Apo dikare bike. Rêber Apo dikare bang li Kongre bike, Kongre kom bibe û bi Kongreyê re biaxive. Bixwe fîzîkî nikare were jî, divê gelek caran biaxive. We dît fedaî Asya Elî û Rojger Helîn, Herkesê dît. Di dîmenan de hat dîtîn, çawa bi bîr û baweriyek mezin û çawa bi hezkirinekî ku wekî biçe dîlanê çalakiyê dikin. Mirovên wisa, mirovên xwedî seknekî wisa tu nikarî tenê bi bangekî qanih bikî. Yanî di aliyê îdeolojîk û felsefî de girêdanbûn û bawerî heye. Lewma hevalên me, fedayiyên vê tevgerê heya Serok Apo azad nebe, çek naberdin. Her kes dibêje bila tecrîd rabe. Lê ev tenê ne çareserî ye. Divê Rêber Apo azad bibe. Ji dervey Rêber Apo kes nikare van hevalan îkna bike ku çek berdin. Destpêkê divê Rêber Apo azad bibe û li cihekî azad, bi rêya teknîkê dibe, rêbazên cuda dibe, heyetan dibe, li ser vê pêvajoyê bisekine. Yanî bangeke sembolîk bê guman hêja ye. Lê piştre jî divê bikeve meriyetê. Mesele, destpêkê agirbestek pêwîst e. Wê zemîn çawa were avakirin, bila agirbesteke dualî çêbibe. Piştre jî ziman bêne guhertin. Zimanê aştiyê bikeve meriyetê, xebatên bi îkna bên meşandin. Bawerî çêbibe, hingê bi rastî em ne evîndarê çek in. Em evîndarê azadiyê ne, evîndarê azadî û demokrasiyê, jiyaneke wekhev in. Em ji bo vê jiyana xwe datînin holê. Eger ku evane pêk bên, bê guman hingê çi wateya çek nîne.
Formulasyoneke nû pêk tê
Rêber Apo niha li ser formalîsyoneke nû disekine. Yanî ne çareseriyeke klasîk, bi rêbazekî nû li ser hîmê demokratîkbûnê, wekhevî, avakirina civaka demokratîk û têkîliyên civak û dewletê disekine. Em hemû hîna hûrgûliyên wê nizanin, ji ber ku wê di daxuyaniyê de vê eşkere bike, lê belê projeyeke nû ye. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo gelên Tirkiyeyê jî demokratîkbûn e û ji bo gelên din jî serdemekî nû ye. Projeya Rêber Apo her kesê di nava xwe de dihewîne û bê guman çîna kedkar esas digire. Divê hemû derdorên Tirkiyeyê û herêmê, piştgirî bidin vê pêngavê. Divê Elewî, kedkar, CHP û her kes piştgiriyê bidin vê pêngavê. Bila weke temaşevan nemînin. Di vir de berjewendiya her kesê heye. Weke Tevger û gel em ketine qonaxekî nû. Rêber Apo wê 15’ê Sibatê daxuyaniyeke girîng û dîrokî bide. Weke Tevger em ji her îhtimalê re amade ne. Em ji şer re jî amade ne. Em di stratejî û taktîkên xwe yên şer de zelal in. Di vê xisûsê de pirsgirêkên me nînin. Lê belê projeya Rêber Apo hîn zêdetir stratejîk û girîng e, em bi wê projeyê re ne. Lê belê em ji her îhtimalê re jî amade ne. Divê gelê me Rêber Apo bişopîne. Em tevgereke bi tecrube ne. Ji bo em vê qonaxê bikin qonaxeke serketinê, yekîtiya gelan çêbibe, divê her kes bi berpirsyar nêz bibe. Em jî di vî alî de wê berpirsyariya xwe pêk bînin. Li ser vî esasî ez hêvîdar im ku roja 15’ê Sibatê, roja reş bibe roja azadî û demokrasiyê. Li ser wî esasî ez ji her kesê re serketinê dixwazim.
NAVENDA NÛÇEYAN