Dergûşa Şoreşa Jinê ye

În 5 Îlon 2025 - 03:32

  • Her çiqasî ew demek be şoreş hatibe destpêkirin jî kelecana wê her teze ye û me dixe nava coş û xuroşa kar û xebatek germ. Ji bo ku azadiyê ji nû ve pênase bikin, em ê çawa azad bibin û azadî wateya xwe ya rast kîjan e, yek bi yek em nîqaş dikin û dixwazin li gorî wê jî ber bi azadiyê ve gavê bavêjin.

Girêdayî gavên ku davêje Rêber Apo wiha dibêje: “Ez bawer dikim ku ev gava hûn davêjin gaveke dîrokî ye, ez nafikirim ku ev tenê gavek cins e. Şoreşa Neolîtîk, ew erdnîgariya ku afirîneriya dîroka jinê lê pêk hat ku ji vê derê re Xeleka Bi Bereket, navbera Toros û Zagrosan, “xeleka zêrîn” tê gotin- dergûşa Şoreşa Jinê ye. Şoreşa Jinê girêdayî afirandina şaristaniya Sumer û Misrê û çanda xwedawend e ku jin di şoreşa Neolîtîk de afirandiye. Ev erdnîgarî cî û warê Xwedawend Îsîs û Îştar e. Ya rast jin li vê derê xwedî dîrokeke bi heybet e. Piştî civaka çînî ya bi dewleta bajar a Sumer destpê kir, jinê vê şansa xwe heta roja me winda kir. Hûn dikarin vê şansê ji nû ve bi dest bixin. Ez wisa difikirim ku gava hûn davêjin, li herêma ku hûn lê dijîn tê wateya di maneya nûjen de ji nû ve pêkhatina şoreşa Neolîtîkê. Ne tenê weke jinên kurd, bi jinên Tirk, Faris, Ereb û Ewrûpî re, hûn dikarin vê şoreşê li hemû dinyayê belav bikin. Di kesayetên xwe de civaka ku bi hişmendiya zayenperest hatiye teşekirin diguhere û civakek li ser hîmên naskirina hêza jin û rêvebertiya wê qebûl dike, pêş dixe. Şoreşek ku encama wê bi wî rengî be şoreş e.

Zayendperestiyê di milê aborî, çandî û siyasî de li ser jinê zexteke mezin çêdikir. Di bin navê exlaqê de jin di hindirê malê de hatibû hepskirin. Têgeha exlaqê ji dûrî rastiya wê li ser jinê dihat ferzkirin û bi navê exlaqê ji dûrî mafên wê yên azadiyê dihat xistin. Jixwe dema ku em vedigerin dîrokê em dibînin ku zagonên exlaqî cara yekemîn ji milê jinê ve tên dayîn û peyvên weke edalet, aştî bi jinê re di nava ahengekê de bûn. Exlaq bi qasî ku civakê komî ser hev dikir rast bû û bêmafî li ser mafê takekesî jî nedihat kirin. Lê mixabin îro ew rastî hatine piştçavkirin û bi temamî jî berovajî hatine kirin. Di wan rewşan de Şoreşa Jinê ferz e, wan mijaran pêwîst e ku yek bi yek bigire dest û ji hev derxe, heqîqet çiye dane holê.

Li Îranê jî ew rastî hêdî hêdî tên pêşxistin, Şoreşa Jinê meydan ji hemû qalibên dînî û îktîdara mêr xwendin. Dewleta ku bi bîrdoziya kûr a îktîdarê xwe ferz dike, îro li hember Şoreşa Jinê hildiweşe, ji ber ku li dijî jin û jiyana azad xwe bi pergal kiriye. Jin îro xwe bi rêxistinkirinê bi pergal dikin, ew jî tê wateya bidawîbûna pergala mêr-dewlet a zayenperest. Li dijî zayendperestiyê wek hêvî armanca bingehîn a têkoşîna jinan e.

Li Îranê jî ya ku pir lezgîn pêşve diçe û her kes derdora şoreşê kom dike, ew zanabûna ku di naveroka wê şoreşê de diteyîse û bala her kesê dikişîne ye. Hêviya her kesê jî, jixwe têkoşîn û berxwedana bi sebrek mezin a jinan e, her wiha armanca jinê avakirina civaka azad û demokratîk û wekhev e. Em hemû car din di salvegera Şoreşa Jinê de li derdora hemû dayikên şehîdan û bi taybet jî şehîdên şoreşê kom bibin û têkoşîna xwe bigînin serkeftinê. Di wê oxirê de yên ku hatin darvekirin, an jî bi tundî û guleyên rêjîmê hatin şehîdxistin, ji bo me armanca serxistina şoreşa jinê ye. Wan berdewamkirina wê têkoşînê, sipartin me û em ê jî bi guhertina hişmendiya dewletê û pêşxistina Îranek demokratîk Şoreşa Jinê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jiyanî bikin.

ROJNEWS/RÛKEN NEXEDE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.