Gorhilweşandin zîhniyeta DAÎŞ’ê ye

Pêncşem 4 Îlon 2025 - 03:47

Malbata ku kevirê gorên zarokên wan ên HPG'yî hatin şikandin, dê serî li ÎHD'ê û Baroyê bidin. Malbatan destnîşan kirin ku êrîşa li dijî nirx û rûmetên gel nayê qebûlkirin û gotin:" Gorhilweşandin, zîhniyeta DAÎŞ’ê ye. Divê ev zîhniyet were mehkûmkirin."

Di 1'ê Tebaxê de li gundê Xişokê yê navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê êrîşî gorên endamên HPG'ê Meryem Mizgîn û Mahîr Mert hat kirin û piştre gef li malbatên endamên HPG'ê hat xwarin. Endamên malbata Mert ên êrîşî goran kirin, li pêş çavê leşkeran gotin “Vana Ermenî ne. Em ê terorîstan û gorên ji vî gundî derxînin. Em bi kepçeyan gorên wan rakin û wan ji gund derxin.” Malbata endamên HPG'ê diyar kirin ku dê serî li ÎHD'ê û Baroya Çewlîgê bidin.

Têkildarî bûyerê Nevzat Mert ku pismamê endamên HPG'ê Meryem Mizgîn û Mahîr Mert e, anî ziman ku di 30'yê Tîrmeha 2025'an de xizmên wan ên li gundê Heznawê û Xişoka li ser Kanîreşê ji ber zeviyê êrîşî wan kiriye û wiha got: “Di 1'ê Tebaxê de Sevkan Mert, Eshat Mert, Vedat Mert, Sedat Mert , bi fermana Ahmet Mert û lawê wî yê karsaz Fesîh Zekî Mert ku xwe di hilbijartinê de di partiya DEVA’yê de nazmet nîşan dabû, êrîşî gorên şehîdan kirin. Ji ber wê demê me dengê xwe neda wî ev ji bo xwe kir rik. Beriya ku êrîşî gorê bikin di navbera me du malbatan de du hefte berê ji ber zeviyan pevçûn çêbûbû. Leşker hatibûn gund û di navbera me de bûn. Ev êrîş li pêş çavên leşkeran pêk hat. Em ji ber zextên dewletê 15 sal berê hatin ewropayê. Me zeviyên xwe da gundiyekî xwe yê feqîr. Me xwestibû ji ber ku nikarîbû debara xwe bike, bila zeviyê ji bo debara xwe ji xwe re biçînin. Lê pismamên me yên li gund ji ber me zevî nedabû wan êrîşî me kirin. Çûn  ji qereqolê gotin ‘Birayê wî di nava terorîstan de hatiye kuştin. Ji ber ez neçûm ser cenazeyê birayê wî. Loma me li hev xistiye’. Çû ji qereqolê ajanî kir. Piştî bûyerê li pêş leşkeran gefên wekî ‘Em ê wan ji gund derxin. Em ê kepçeyê bînin gorên wan tevî xera bikin’  li me xwarin. Sala par jî êrîş kiribûn me. Ew doz û îfadeyên li ser me daye, hîn dewam dike. “

Nevzat Mert anî ziman ku, li gel wan zeviyên xwe ji bo alîkarî û debarê dan wan jî, lê ji ber ku tapuya zeviyê nedane xizmên xwe, êrîş kirine û got: “Em îro li dijî vê yekê bêdeng bimînin, dê sibê êrîşî gorên din jî bikin. Ew ê li seranserê welat kevneşopiyek qirêj dest pê bike. Em ê serî li ÎHD'ê bidin. Em ê serî li Baroyan bidin. Êrîşa li dijî nirx û rûmetên gel nayê qebûlkirin. Gorhilweşandin, zîhniyeta DAÎŞ’ê ye. Divê ev zîhniyet were mehkûmkirin.”

AW/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.