Jin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin

În 27 Sibat 2026 - 03:35

Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê îsal dê bi dirûşmeya "Jin li dijî xizanî, kedxwarî, şer û tundiyê serî hildidin" li kolanan be. Ji platformê Delal Erol bang li jinên li bajêr kir ku werin cem hev û bi hev re dengê xwe bilind bikin.

Jinên li çaraliyê cîhanê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest bi amadekariyên xwe kirin. Stenbol, yek ji navendên sereke yên van çalakiyan e. Wekî salên berê, Platforma Jinan a 8'ê Adarê ku beriya 8'ê Adarê dest bi amadekariyan dike, îsal jî dê bi dirûşmeya "Jin li dijî xizanî, kedxwarî, şer û tundiyê serî hildidin" li qadan be. Dê di 8'ê Adarê saet di 13.00'ê de jî li Qada Îskele ya Kadikoyê hevdîtina jinan bê lidarxistin.

Endama Platformê Delal Erol têkildarî çalakiyên 8'ê Adarê axivî. Delal Erol diyar kir ku platformê çalakiyên xwe yên li seranserê bajêr di 20'ê Sibatê de bi çalakiyeke li dijî kuştina şeş jinan ku di rojekê de ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin dest pê kiriye. Delal Erol destnîşan kir ku wekî her sal, ew ê di 8'ê Adarê de li dijî şer, kedxwarî û tundûtûjiyê li kolanan bin û got: "Jin neçar tên hiştin ku li gelek deveran bedêla xizaniyê bidin. Mînak, bi zêdebûna xizaniya jinan re, jin li malên ku lê dijîn bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Bi heman awayî, keda jinan a nav malê nayê dîtin. Encamên pergala kapîtalîst ku li tu derê cîhanê siberojekê nade gelan, kedkaran, jin û ciwanan, rasterast bandorê li jinan dikin. Di pêvajoyeke wiha de, em amadekariyên xwe ji bo 8'ê Adarê mezintir dikin."

Delal Erol bal kişand ser wê yekê ku jiyana jinên ku hatine kuştin ji hejmaran wêdetir e û got ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên civakê xizaniya jinan e. Delal Erol got: "Xizanî li gelek deveran ji bo jinan gelek pirsgirêkan tîne. Mînak, ji ber ku jin ji ber xizaniyê nikarin jiyaneke cuda ava bikin, ew neçar in ku li malên tundî li wan tê kirin, bi mêrên tahdê li wan dikin re bijîn. Ji ber vê yekê ew tên kuştin. Ew neçar in ku di şert û mercên nemirovane de, bê ewlehî, bi mûçeyên erzan û demdirêj bixebitin. Li gelek deveran, jin çendî bi salan heman karî dikin jî, mûçeya wan ji ya mêran kêmtir e. Ji ber şerên li çaraliyê cîhanê xizanî zêde dibe. Ev şer û xizanî bandorê li jiyana jinan dike. Ji ber vê yekê, wekî Platforma Jinan a 8'ê Adarê, me dirûşmeya xwe wekî 'Jin li dijî xizanî, kedxwarî, şer û tundiyê serî hildidin' hilbijart. Em hemû jinan vedixwînin ku li kolan û qadan tevlî me bibin da ku em vê serhildanê mezin bikin."

Delal Erol destnîşan kir ku jin bi saya têkoşîna hatiye dayîn îro dikarin li kuçeyan bigerin û got: "Ger em bixwazin li kuçeyan bi azadî bigerin, divê em têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin. Em tenê dikarin bi têkoşîna yekbûyî azadiya xwe bi dest bixin."

Delal Erol destnîşan kir ku jin li çaraliyê cîhanê têkoşîna xwe ya azadiyê didomînin û wiha domand: "Em li bendê ne ku hemû jin beşdarî hevdîtina mezin a jinan bibin ku em ê li ser banga Platforma Jinan a 8'ê Adarê li dar bixin. Werin em hemû werin cem hev û serhildana xwe mezin bikin, werin em bi hêza ku me di 8'ê Adarê de ji karkerên tekstîlê yên jin ên li New Yorkê di sala 1857'an de girt, têkoşînê berfireh bikin. Bi dirûşmeya 'Jin li dijî xizanî, kedxwarî, şer û tundiyê serî hildidin', em ê roja Yekşemê, 8'ê Adarê, saet di 13:00'ê de li Qada Îskele ya Kadikoyê hevdîtina jinan li dar bixin. Em hemû jinan vedixwînin ku werin cem hev û dengê xwe bilind bikin."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.