Ji Rêber APO re azadî ji Rojava re statu
Duşem 16 Sibat 2026 - 03:55

- Bi wesîleya salvegera 27’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” meşeke girseyî hat lidarxistin.
Gel li Boulevard de Lyon kom bû, posterên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê hildan û dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Gel heya Place de ètoile meşiya û li vir mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus di mîtîngê de axivî û got:“Gelê Kurd, li dora rêberê xwe bûye yek û 27 sal in li dijî vê komployê têkoşîneke bênavber dide. Paradîgmaya ku Rêber Apo daniye holê, pergaleke alternatîf pêşkêşî cîhanê dike. Ev komplo di heman demê de li dijî vê paradîgmayê ye. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derkeve û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk tê, li rex wî be. Tirkiye, Sûriye û Îran, ji bo ji holê rakirina destkeftiyên gelê Kurd hewildanên xwe didomînin. Ji ber vê yekê divê têkoşîn were mezin kirin, qad neyên terkkirin û heta statuya Rojava pêk tê berxwedan bi biryardarî were domandin.’’
Li gorî hîmên xwe tevbigere
Parlementerê Fransî Emmanuel Fernandes jî got:“Em îro li vir in da ku ji bo gelê Kurd dadwerî, rûmet û demokrasiyê biqîrin. Mercên girtina Abdullah Ocalan, ne li gorî peymanên navneteweyî ne ku Tirkiye jî îmze kiriye û mecbûr e pêk bîne. Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku bi şêweyekî li gorî hîmên xwe, bi îstîkrar û bi wêrekî tevbigere. Kobanê, li dijî barbariya DAÎŞ’ê bû sembola berxwedanê ya cîhanî. Lê belê tevî peymanên agirbestê êrîş berdewam dikin, sivîl û binesazî tên hedefgirtin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Em bang li saziyên Ewropayê û civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, ji bo azadiya Ocalan bikevin tevgerê û statuya demokratîk a Rojava nas bikin.”
Yekîtî ji herdemê girîngtir e
Li ser navê YNK’ê jî Şêx Şemal diyar kir ku dîlgirtina ku 27 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin nayê qebûlkirin û got ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo riya aştiyeke dadwer li herêmê pêdiviyeke bingehîn e. Şemal bang li saziyên Ewropayê û bi taybetî li Konseya Ewropayê (KE) kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û li dijî vê bêhiqûqiyê gavan biavêjin û got:“Li dijî êrîş û komployên li ser Rojava, yekîtiya gelê Kurd ji her demê zêdetir xwedî giringiyeke mezin e. Li ser vê bingehê em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin, destnîşan dikin ku divê gelê Kurd di nav yekîtiyê de li dora wî bibe yek û em berxwedana birûmet a li Rojava silav dikin.”
Em ê tim li rex gelê Kurd bin
Parlementera Partiya Keskan û Ekologan Sandra Regol diyar kir ku ew bi gelê Kurd re di nav piştevaniyê de ne û azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dikin. Wê bal kişand ser nakokiya mezin a di navbera gotinên Fransa yên li ser têkoşîna li dijî terorê û helwesta wê ya li hemberî gelê Kurd de û destnîşan kir ku bi taybetî li Rojava piştgiriyeke bes nayê dayîn ji bo têkoşîna ku gelê Kurd. Sandra Regol diyar kir ku wekî Keskan ew bi salan e zextên li ser gelê Kurd tînin rojevê, li hemû herêmên ku Kurd lê dijîn di nav piştevaniyê de ne û ew ê li dijî van bêdadweriyan têkoşîna xwe bidomînin.
Rojava sembolek e
Cîgira Şaredarê Strasbourgê Hulya Turan jî diyar kir ku girtina Rêber Apo, mercên îşkence û tecrîdê, beşek ji polîtîkayeke demdirêj a tepisandinê ye ku li hemberî nasname, çand û zimanê Kurdî tê meşandin. Hulya Turan bal kişand ser giringiya têkoşîna nasnameyê û daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd û got ku Rojava ne tenê herêmek e, di heman demê de sembolek e. Hulya Turan anî ziman ku rola jinan a li Rojava û wekheviya jin-mêr di civaka Kurd de xwedî giringiyeke navendî ye û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û mafê diyarkirina çarenûsa xwe berdewam dike.
Divê bi yekîtiyê siyaset bê meşandin
Li ser navê Partiya Goran Miran Saleh, bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ku 27 sal in li qadan ji bo azadiya Rêber Apo dide. Miran Saleh got ku komploya duyemîn a li dijî Kurdan li ser destkeftiyên li Rojava ye û gelê Kurd di nav yekîtiyê de li dijî vê komployê derdikeve. Miran Saleh bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya Rojava, divê siyaseta Kurd daxwazên gel li ber çavan bigire û di nav yekîtiyê de siyasetê bimeşîne.
Êrişên li ser Rojava ne tesaduf in
Li ser navê PYD’ê Mizgin Ehmed bal kişand ku komploya ku 27 sal in li dijî Rêber Apo di dewrê de ye, îro paradîgmaya ku Rêber Apo li Rojava ava kiriye hedef digire û got:“Ev ne tesaduf e. Êrîşên terorî yên li Rojava, bi çavgirtin û konsensûsa hêzên navneteweyî tên meşandin. Lê belê gelê Kurd bi berxwedan û yekîtiya xwe van planan pûç dike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya demokratîk a Rojava, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bimeşînin; yê serbikeve azadî û vîna gel be.”
Li ser navê PJAK’ê jî Zagros Enderyarî axaftinek kir. Piştî axaftinan di mîtîngê de hunermend Nuarîn û Comerd derketin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN











