Nirxandinên Ocalan ên li ser komployê
Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:45

- Rêber Abdullah Ocalan têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî wî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir tîne ziman ku ev komplo ji şexsê wî û Kurdan bêhtir li dijî Tirkan e û wiha dibêje:"Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsaleke din dewam bike, kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min ji bo vê niyeta wan firsendeke îdeal dida."
Rêber Abdullah Ocalan encamên komploya navneteweyî ya li dijî wî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina wî bi dawî bû bi berfirehî nirxandiye.
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan bi vî rengî ne:
"Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingeha şerekî sedsaleke din dewam bike, kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min ji bo vê niyeta wan firsendeke îdeal dida. Dixwestin dualîteyeke tîpîk a Îsraîl û Filistînê biafirînin. Çawa ku dualîteya Îsraîl û Filistînê ev sed sal in ku ji hegemonya Rojava ya li Rojhilata Navîn re xizmet kir, dualîteya Kurd û Tirk a gelekî ji wê mezintir jî bi kêmanî karîbû sedsalekê ji hesabên hegemonîk re xizmet bikirana. Jixwe bi heman armancê di sedsala 19'emîn de li herêmê gelek pirsgirêkên etnîk û mezhebî afirandin û bê çareserî hiştin. Rastiya Îmraliyê di vî warî de agahiyên min ên xam têra xwe gihandin. Lê pirsgirêka herî girîng a li pêşiya min ew bû, min ê ev bi elîtên rêveber ên Tirk çawa bida fêhmkirin.
Ango pirsgirêka min a herî girîng ew bû, ez bidim fêhmkirin ku ev komplo ji şexsê min û Kurdan bêhtir li dijî Tirkan e. Min ev timûtim ji bo kesên di jêpirsînê de destnîşan dikir. Lê ew bi ber bayê serketinê ketibûn. Vê rewşa wan heta bi 2005’an dewam kir. Ango kengî fêhm kirin ku tevgera azadiyê û nasnameya Kurd ji berê bêhtir zindî, gurr û geş e. Ez li ser mijarê bêhtir hûrûkûr sekinîm û min mitale kir. Hingê min hêmanên komployê yên demên Meşrûtiyet û Cûmhûriyetê ji nêz ve dîtin. Min dît ku ew bûyera jê re serxwebûna Tirk digotin cureyekî girêdanê yê yeman e. Girêdana Tirkan îdeolojîk û polîtîk bû. Her ku diçû, ez bêhtir baş lê hayil dibûm ku milletperestî û neteweperestiya Tirk jêdera xwe derve bû û zêde têkiliya xwe bi dîrok û diyardeya civakî ya Tirk re tinebû. Hêzên hegemonîk der barê desthilatdariyê de zanîbûn ku elîta rêveber a Tirk çiqasî qels e û ev qelsiya wan bi kar dianîn. Hakimiyeta wan a sînornenas li ser Kurdan jî ji heman qelsiyê dihat. Ev hakimiyet di heman demê de mehkûmiyeta wan bû. Hakimiyeta wan timî bi destê xelkê bû, îdeolojiya wan bi xwe tinebû; ya rastî pîvana ‘hakimiyet her tişt e, îdeolojî ne ti tişt e’ pêk dianîn.
Ji bo xirakirina vê lîstikê, min pêvajoya Îmraliyê weke platformeke îdeal nirxand. Ji bo vê jî min bingeha xwe yê teorîk ku pêdivî pê hebû, bi hêz kir. Ez li ser xweseriya çareseriya siyasî û demokratîk ponijîm. Ev xebatên ku zor bûn û ji bo wan diviyabû mirov bi sebir be, karîbûn girêkên kor ên komployê ji hev vekin û alternatîfên çareseriyê biberidînin. Di vê mijarê de ti çareya min ji bilî baweriya min a bi min tinebû. Ya rastî, yên di pêvajoya komployê de cih girtibûn niyeta wan cuda bû. Di şexsê min de dixwestin PKK’ê û Tevgera Azadiyê biqedînin, tine bikin. Kirinên li girtîgehê, bi tevahî nêzîkatiyên li DMME’yê û YE’yê bi vê armanca sereke ve girêdayî bûn. Li Tevgereke Kurd digeriyan ji min şuştî be. Tevgereke xesandî dixwestin; dixwestin versiyoneke modern a hevkarên ji rêûresmê ya di xizmeta efendiyên xwe de pêk bînin. Nemaze xebatên demdirêj ên DYE û YE’yê di vê çarçoveyê de bûn. Li ser vê bingehê, ji bo hevgirtinê deriyên wan li elîtên rêveber ên Tirk vekirî bûn."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN










