Ji bo piştgiriya YPJ’ê meş

Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:42

Bi dirûşma "Jin Şoreşa Rojava Diparêzin" Kongra Star ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava, li bajarên Qamişlo û Hesekê 2 meşên girseyî li dar xistin. Li Qamişloyê, meşê li Qada Osman Sebrî dest pê kir. Beşdaran pankartên ku banga parastina destkeftiyên şoreşa jinan û mafên jinan di destûrê de dikin, hilgirtin.

Li Hesekê jî meşê ji Çerxerêya Marşo dest pê kir û bi sedan jin beşdar bûn. Beşdaran alên YPJ`ê û pankartên ku banga parastina destkeftiyên jinan, xurtkirina hebûna wan di saziyên cuda yên civakê de dikin, bilind kirin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.