Merasîm veguherîn xwepêşandanê

Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:15

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilat di roja 54’yemîn de didomin. Di 7-8’ê Çileyê de bi êrişên hêzên rejîmê qetlîam rû dan û ev roj ji aliyê gel ve wek destpêka qetlîaman hate qebûlkirin. Gel di 17 û 18’ê Sibatê de merasîmên 40 rojî li dar xist. Li bajarên ku merasîmên 40 rojî hate lidarxistin de bi hezaran kes daketin kolanan. Merasîmên bibîranînê veguherîn xwepêşandanan. Girseyên ku li hin nuqteyên bajêr kom bûn wêneyên kesên hatine qetilkirin hilgirtin û tevî zêmaran dirûşma “Mirin ji Hamaney re” berz kirin. Li bajarên Sinê û Bokanê di merasîmên 40 rojî de bi sedhezaran welatî li goristanan kom bûn. Li gorî çavkaniyên xwecihî di xwepêşandanan de heta niha li Şirzad a girêdayî Bokanê hezar û 404 kes hatine qetilkirin. Bi sedhezaran welatiyên ku li goristanê kom bûn, li dijî rejîmê dirûşm berz kirin. Li bajarê Abdanan ê girêdayî eyaleta Îlamê yê ku bûye sembola xwepêşandanan, di 17’ê Sibatê de welatiyan xwestin ku merasîmên bibîranînê û meşê li dar bixin lêbelê hêzên rejîmê bajar dorpêç kirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî; hêzên rejîmê li Abdananê welatiyên ku xwestin xwepêşandêr Sarfaraz Alîreza Sayîdî yê ku di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest dabû, bibîr bînin gule baran kirin. Li gorî îdiayan di encama gulebaranê de welatiyek hate qetilkirin, lêbelê îdia hêj nehatiye piştrastkirin. Herwiha li bajarê Abdananê bi şev xwepêşandan û meş bi dirûşman ve domand. 

Li Zanjanê jî Jawîd Rezaeî yê ku di 8’ê Çileyê de di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî ji aliyê malbat û xizmên wî ve hate bibîranîn. Bajarê Îsfehanê bû qada bibîranînên bi heybet. Sedhezaran welatî tev li merasîmên li navenda bajêr bûn. Girse bi dirûşman ber bi goristanê ve meşiyan.     

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.