Divê Ewropa bêdeng nemîne
Duşem 23 Sibat 2026 - 03:47

Alîkara Şaredarê Strasbourgê Hulliya Turan û Parlamentera Partiya Ekolojî û Keskan a Fransayê Sandra Regol bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên li ser Rojava rexne kir.
Bi hezaran kes li bajarê Strasbourg ê Fransayê tecrîda li ser Rêber Apo protesto kirin. Cîgira Şaredara Strasbourgê û endama Partiya Komunîst a Fransayê Hulliya Turan û Parlamentera Partiya Ekolojî û Keskan a Fransayê Sandra Regol ku beşdarî mîtîngê bûn axivîn.
Hulliya Turan bal kişand ser rewşa Rêber Apo ku 27 sal in li Tirkiyeyê di tecrîdê de ye û diyar kir ku tevî ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye jî, qanûna navneteweyî binpê dike û got, "Em li vir in, li yek ji paytextên Ewropayê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li vir e. Tê zanîn ku Abdullah Ocalan girtî ye, îşkence lê hatiye kirin û bi tevahî di tecrîdê de ye. Tevî vê yekê jî, bêdengî serdest e. Ev nayê bawerkirin.”
Hulliya Turan têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê bi bîr xist û destnîşan kir ku jinên Kurd di berxwedanê de roleke pêşeng lîstine û wiha pê de çû: “Di serdema ku DAÎŞ di serî de Kurd û gelan qetil dikir, yên li hemberî wan pêşî şer kir gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd bûn. Vê berxwedanê girêdana gelê Kurd a bi azadî, demokrasî û mafên jinan re nîşan da.”
Hulliya Turan diyar kir ku Rojava li ser bingeha rizgariya jinan hatiye avakirin û got ku ev ezmûn li Rojhilata Navîn modelek demokratîk a cuda pêşkêş dike.
Hulliya Turan anî ziman ku êrîşên li ser Rojava ne tenê mijarek leşkerî ne û diyar kir ku ev êrîşa li ser projeya civakî ya alternatîf e.
Dema ku li ser mazûvantiya Strasbourgê ya ji bo saziyên wekî Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û CPT’yê û tecrîda li ser Rêber Apo hate pirsîn, Parlamentera Partiya Ekolojî û Keskan a Fransayê Sandra Regol bal kişand ser helwesta Fransayê. Gotinên Sandra Regol bal kişand ser nakokiya navbera gotinên Ewropayê yên "ewlehiyê" û nêzîkatiya wan a pratîkî ya li hemberî gelê Kurd û wiha dewam kir: “Ez dixwazim bibêjim ku divê Fransa alîkariyê bike. Ji ber ku gelek sal derbas bûn û Fransa her tim dibêje têkoşîna li dijî terorîzmê pir girîng e, lê qet alîkariya gelê Kurd nake ku Gelê Kurd li dijî DAIŞ û hemû rêxistinên din ên terorîst şer kir. Ev durûtiyeke mezin e.”
Sandra Regol banga xwe ya ji bo Ewropayê bi gotinên eşkere anî ziman. Sandra Regol diyar kir ku gelê Kurd ji aliyê dîrokî ve têkoşîna xwe daye, lê îro pêdiviya wan bi piştgiriya navneteweyî zêde bûye û got: “Divê em hemû piştgirî bidin gelê Kurd. Gelê Kurd her tim mafên xwe parast.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN














