Em jinan vedixwînin Saraçhaneyê

Şemî 21 Sibat 2026 - 03:30

Endama Kordînasyona Jinan a PM'a DEM Partiyê Gonca Yangoz da zanîn ku Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di 22’yê Sibatê de li Saraçhaneyê deklerasyona 8’ê Adarê aşkera dike û banga tevlibûnê li hemû jinan kir.

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 22’yê Sibatê de bi dirûşma "Bi serhildana xwe em bi berxwedana xwe jiyana azad û wekhev dihûnun" ji Saraçhaneyê heta Aksarayê di 14.00’an de wê bimeşe û starta 8’ê Adarê bide.  Endama Koordînasyona Jinan a PM'a DEM Partiyê Gonca Yangoz der barê deklerasyonê de axivî.

Gonca Yangoz da zanîn ku wê  di 22’yê Sibatê de li Saraçhaneyê bi dirûşmeya ‘Bi serhildana xwe em berxwedanê xwe em jiyana azad û wekhev dihûnun’ deklerasyona 8’ê Adarê aşkera bikin û got: “Em nîşan bidin ku keziyekî por me çawa tîne gel hev û bi vê esasê em ê xebatên xwe bidin destpêkirin.”

Gonca Yangoz destnîşan kir ku jinên ji pergala paşverû ya serdestiya mêr nisîbê xwe girtin wê li qadan bin û wiha bi lêv kir: “Armanca me yek bi yek em bixwe bigînin jinan. Em hevalên xwe yên zindanan jî ji bîr nakin. Ji Fîgen Yuksekdag heta Leyla Guven, ji hevalên STKM’ê heta hevala me Tanyayê. Em ê li qadan bin û dengê wan jî bilind bikin. Em ê 8’ê Adarê bi jinên karker re rêxistin bikin.”

Gonca Yangoz anî ziman ku wê 22’yê Sibatê li Parka Saraçhaneyê ji bo deklerasyona 8’ê Adarê bên gel hev û wiha got: “Li dijî pergala serdest ya mêr, kapîtalîzm û netew dewletê em ê jin bibin yek dil û li kolanan xwe rêxistin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku 22’yê Sibatê de li Saraçhaneyê bin. Divê hemû jin li wir bin.”

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.