Li Stenbolê ji bo Rojava meş tê lidarxistin
Pêncşem 29 Çile 2026 - 03:32

Li Stenbolê, bi pêşengiya DEM Partîyê roja Yekşemê 1’ê Sibatê li Kadikoyê meşeke girseyî li hember êrişên li ser Rojava wê were lidarxistin.
Dema êrişên HTŞ û çeteyên girêdayî wê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Rojava didomin; li Bakur, Başûr, Rojhilat, Tirkiye û Ewropayê çalakiyên Kurd û dostên wan bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de DEM Partiyê li Stenbolê ji 6’ê Çileyê ve her roj çalakiyan li dar dixe û têkoşîna xwedîderketina li Rojava mezin dike.
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ragihand ku roja Yekşemê 1’ê Sibatê li Kadikoyê ji bo piştgiriya Rojava meşeke mezin wê were lidarxistin. Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên li Stenbolê.
Çinar Altan wiha got: “Li Stenbolê em van mijaran ne tenê di nav girsêya xwe de, bi awayekî ku aktorên siyasî yên cuda jî bigire dest dixebitin. Xebatên me bi vî rengî didomin. Roja Yekşemê 1’ê Sibatê em ê li ber Peykerê Ga yê Kadikoyê bicivin û ber bi Meydana Îskele ya Kadikoyê ve bimeşin.”
Çinar Altan bang li her kesî kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser Rojava beşdarî çalakiyê bibin û wiha axivî: “Em li bendê ne ku her kesê ku xwedî li Rojava derdikeve, dixwazin êriş bên rawestandin û naxwazin desthilatdariyeke ku li ser bingeha HTŞ ya mîrateya DAÎŞ’ê ava bibe, saet 15:00’an li ber Peykera Ga yê Kadikoyê be.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN









