Em civakeke azad ava bikin

Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:42

TJA'yê roja sêşemê li Amedê deklarasyona 8'ê Adarê eşkere kir. Aktivîstên TJA'yê Harîka Peker û Arzû Karaman bang li hemû jinan kirin ku xwe bi rêxistin bikin û gotin: “Em ê di vê 8'ê Adarê de hem ji bo aştiyeke mayînde, hem jî ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) roja sêşemê bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklerasyona 8'ê Adarê aşkere kir. TJA'yê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku 8'ê Adarê ji bo wan êdî ne tenê rojeke berxwedanê ye di heman demê de pîrozkirina roja avakirina jiyaneke nû ye jî û ev bang li jinan kir: “Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8'ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin.”

Aktivîstên TJA'yê Harîka Peker û Arzû Karaman têkildarî deklarasyona xwe ya 8'ê Adarê û xebatên xwe yên derbarê 8'ê Adarê de axivîn. Harîka Peker bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Ev pêvajo bi pêşengiya birêz Ocalan dimeşe. Ji bo ku ev pêvajo bi encam bibe, em ê weke jin her tim li pişt vê pêvajoyê bin ku ev pêvajo bi encam bibe. Em ê têkoşîna xwe li ser esasê neteweya demokratîk bimeşînin. Hemû gel û jin bi hev re em ê jiyaneke azad û bêtundî ava bikin. Me ji xwe gotibû ‘em ê bi berxwedanê azad bibin, civakeke demokratîk ava bikin.’ Em ê 8'ê Adarê hem li kolanan, hem li qadan û bajaran bi vî rengî pêşwazî bikin û em ê rêxistina xwe mezintir bikin. Banga me ji bo 8'ê Adarê, ji bo hemû jinan e ku derkevin qadan, pîroz bikin û xwe bi rêxistin bikin. Tundiya li ser jinan çiqas zêde bibe, li hemberî wê tiştê herî girîng ku em bikin rêxistinbûneke xurt e. Em bang li hemû jinan dikin ku hem xwe bi rêxistin bikin hem jî werin em 8'ê Adarê bi hev re pîroz bikin û civakeke azad ava bikin.”

Arzû Karaman 8'ê Adarê li hemû jinên têkoşer pîroz kir û ev tişt got: “Em careke din heştê adarê li hemû jinên ku îro di çeperên Rojava de li dijî wê zîhniyeta qirêj şer dikin pîroz dikin, em ji hemû hevalên xwe re serkeftinê dixwazin. Banga me li hemû jinan e, em li hevdû xwedî derbikevin, rêxistina xwe mezin bikin, têkoşîna xwe bilind bikin û em civaka demokratîk bidin avakirin. Dema ku civaka demokratîk bê avakirin wê azadî û aştî bê avakirin. Ew ê xwişk û biratiya gelan bê avakirin û di şexsê Rojhilata Navîn de li hemû cîhanê ew ê jin bibin pêşeng, pêşengiya vê azadiyê vê berxwedaniyê bikin. Em xwe bi rêxistin bikin, bila hemû cîhan binêre ku Tevgera Jinên Azad pêşengiya civakeke demokratîk dike.”

AW/AMED/ FEXREDÎN KILIÇ-GULÎZAR TURKOZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.