Em avakirina jiyana nû pîroz dikin
Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:55

- TJA’yê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê deklarasyon eşkere kir û got:“8’ê Adarê ji bo me ne tenê roja berxwedanê, roja pîrozkirina avakirina jiyana nû ye.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Metna bi Kurdî ya daxuyaniyê ji hêla Ayşegul Ayaz û ya bi Tirkî jî Sebahat Tuncelê xwend û di deklerasyonê de wiha tê gotin:’’Feraseta pergala kapîtalîst, ku keda jinan hem wekî çavkaniyek erzan a bêdawî dibîne, bi xebitandina jinan bi mûçeyên kêmtir, mehkûmkirina wan a bi karên ne ewle, nexuyakirina karê lênêrînê û bê berdêl di bin navê ‘berpirsiyariya xwezayî’ de xwe didomîne, bi vî rengî îstismara jinan kûrtir dike û barê krîzan diavêje ser milên jinan. Ev êrişek sîstematîk e. Ji bo pirsên çi bikin, çawa bijîn û ji ku dest pê bikin, em bersiv didin ku divê em ji bo azadiya xwe xwe birêxistin bikin û bi avakirina sîstema komunal a rizgariya jinan têbikoşin. Şer di laş, ked û jiyana jinan de tê kirin. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku 8’ê Adarê di heman demê de dengê herî xurt ê aştiyê li dijî polîtîkayên şer e. Têkoşîna rizgariya jinan a ku îro li çaraliyê cîhanê mezin dibe, rastiyekî eşkere dike; pergala ku ji hêla mêran ve serdest e, ne tenê bi rêya zordariyê, di heman demê de bi rêya kedxwariya rêxistinkirî û torên sûc, li dijî jin, zarok û mirovahiyê di asteke herî qirêj de, sûcên dike. Me ev yek di doza Epstein de jî dît ku bedena jinan ji aliyê têkiliyên di navbera hêzên kurewî de jî hatiye bikaranîn. Ev ne tenê skandalek e; ev eşkerekirina tundiya sazûmanî ya li dijî jinan e ku ji hêla komeke kujerên kastîk e. Kujerê kastîk ku bi hezaran salan tundiya li ser jinan organîze kiriye, îro jî bi şêweyên nû xwe didomîne, tundiyê wekî çekek bihêz bikar tîne da ku civakan bi rêya jinan kontrol bike.
Êriş ji ber tirsa ji jiyana azad e
Li Rojava, rastiyeke ku bi temsîlkirina jiyaneke demokratîk û azad, deriyekî nû ji tevahiya cîhanê re vekiriye, jin hem di pêvajoya şoreşgerî de û hem jî di parastina vê şoreşê de rêya jiyaneke azad vedikin. Modela jiyana demokratîk a ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin û hişmediya serdestiya mêran qebûl nake, tê hedefgirtin. Lê her êrişek, berevajî bendewariyên serdestan, berxwedanê geştir dike. Heta îradeya ku bi keziyan derdikeve holê jî vê yekê nîşan dide: berxwedana jinan carinan bîra kolektîf a civakê di sembolekê de, carinan bi peyvekê, carinan jî di bedenekî de şiyar dike. Tam ji ber vê yekê jî Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelê cîhanê yên ku lêgerîna wan ji bo azadiyê heyî xwedî lê derketin. Êrişên li ser neteweya demokratîk û gotinên wek ‘biratiya gelan hilweşiya’ ango êrişên îdeolojîk û polîtîk di bingeha xwe de yên li ser jiyana ku jinan bi berxwedanê avakirine. Tirsa li hemberî modela jiyana azad e. Li ser vê axa qedîm û di vê dema ku dixwazin pirrengiya nasnameyan bi hev bê tunekirin de, bi gavên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de pêvajoyeke Aştî û Civaka Demokratîk avêt, ne tenê ji bo Kurdistanê her wiha ji bo hemû civakên ku di navbera çerxa modernîteya kapîtalîst de mayî û ji bo hemû jinan wek deriyekî dîrokî ye. Em jinên ku di têkoşîna civakîbûna aştiyê de roleke pêşeng girtine ser milê xwe, em ê îro jî wekî duh li meydanan ji bo serkeftina vê pêvajoyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji bo ku pêvajoya aştiyê bi civateke demokratîk ve were avakirin, em ê li qadan bin.
Li dora konfederalîzmê bibin yek
Divê em li dora Konfederalîzma Demokratîk a Jinan bibin yek û bi hev re li dijî êrişên rêxistinkirî yên herêmî û cîhanî jiyaneke nû ava bikin. Me di van salên dawiyê de careke din ev rihê têkoşînê yê hevpar dît ku felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li çaraliyê cîhanê deng veda. Jinên li çaraliyê cîhanê, bi yek dengî, li dijî pergala serdest a mêran daketin kolanan û bi yek dengî ‘Jin, jiyan, azadî’ qîriyan. Ji ber ku ev felsefe bûye ruhê têkoşîna ku bi dehan salan wekî felsefeya azadiya jinan hatiye avakirin.
Em jinên li çar aliyên cîhanê, bi taybetî jî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn vedixwînin ku di têkoşîna hevpar a li dijî êrişên pergala serdest a mêr de werin mil bidin milên me. Ji bo me, 8’ê Adarê êdî ne tenê rojek berxwedanê ye, pîrozkirina roja avakirina jiyaneke nû ye jî. Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8’ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin û em 8’ê Adarê ya her jinekê bi coşek mezin pîroz dikin.” Daxuyanî, bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û bi gerandina govendê bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN














