Banga ji bo meşa li Licê

Şemî 13 Kanûn 2025 - 03:40

Endamên TJA, DEM Partî û Platforma Şiyar Be ku ji bo meşa girseyî ya ku dê di 14'ê Kanûnê de li Licê were lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin, gotin ku beşdarbûna meşê dê bersiveke xurt li dijî polîtîkayên şerê taybet be.

Li navçeya Licê ya Amedê, di 14'ê Kanûnê saet 13:00'ê de dê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma "Em li dijî tiryak, fihûş û polîtîkayên şerê taybet dimeşin" ji ketina Licê heta navenda bajêr dê meşek bê lidarxistin. Meş ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û endamên TJA'yê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Platforma Şiyar Be jî dê beşdar bibin, her kes hat vexwendin.

Aktivîsta TJA'yê Bahar Peker got: "Em bang li hemû xelkê Licê dikin, ji 7'an heta 70 saliyan ku di pêşengiya vê meşê de bin." Bahar Peker diyar kir ku divê xelkê Licê nerazîbûna xwe ya li dijî fihûş û tiryakê nîşan bidin û got: "Werin em hemû destên xwe bidin hev û beşdarî meşê bibin."

Hevberdevkê Platforma Şiyar Be! Mûrat Kan diyar kir ku meşa li Licê armanc dike ku hişmendiya raya giştî li dijî polîtîkayên şerê taybet bilind bike.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku hilbijartina Licê ji bo sepandina polîtîkayên şerê taybet ne tiştekî asayî ye û got: "Gelê Licê yê ku bi salan e têdikoşe, dê li dijî vê qirêjiyê jî têbikoşe. Bi vê meşê em ê bersiveke pir tund bidin tiryak û fihûşê. Werin em bi hev re li Licê bimeşin da ku civakeke demokratîk biafirînin."

MA / AMED / HEVAL ONKOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.