Em bi berxwedanê birêxistin dibin!

Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:35

Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê jinan dest bi karên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) 17'ê Sibatê bi deklarasyonekê wê dest bi karên 8'ê Adarê bike. Jin wê bi dirûşma "Em xwe bi berxwedanê birêxistin dikin, civaka demokratîk ava dikin" li hev kom bibin û li Amedê serdana hezar û 100 malî bikin. Jin wê îsal bi mijarên aştî û berxwedanê dakevin qadan. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Peker li ser amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê axivî. Peker diyar kir ku wê bi deklarasyonê dest bi kar bikin, piştî çalakiyên li gelek bajaran wê li Amed, Wan û Rihayê mîtîngên fînalê lidar bixin û got:"Em ê îsal bi ruhê ked, berxwedan û azadiyê li qadan bin. Îsal li hemberî êrişên li ser destketiyên jinan em ê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Li Amedê em ê serdana 1100 malî bikin. Di heman demê de civîn û kombûnên jinan lidar dixin. Em ê van civînan bi formata atolyeyê lidar bixin û hewl bidin civaka demokratîk bi hev re ava bikin."

Jin hîmên esasî yê pêvajoyê ne

Peker anî ziman ku di civînên jinan de ew mijarên cuda dinirxînin û got:"Di civînên xwe yên sê rojên dawî de em tundiya li hemberî jinê, îstîsmarkirina zarokan û polîtîkayên şerê taybet nîqaş dikin. Jin di têkoşîna civakî de veguherîn hêmaneke hîn xurt a esasî. Em îro dibînin ku jin hîn çalak in."

Peker destnîşan kir ku wê destpêka çalakiyên 8'ê Adarê li ser bingeha piştevaniya bi gelên Rojava re bikin û got:"Li Bismil, Amed û Deriyê Sînor ê li Rihayê em ê 8'ê Adarê pîroz bikin. Ber bi 8'ê Adarê ve em ê mafên jinan û gelên li Rojava li ber çavan bigirin û li ser vê bingehê kar bikin." Peker bal kişand ser şer ku li tevahiya cîhanê diqewime û got:"Ji Efganistanê heta bi Îranê, ji Rojava heta bi Kobanê li her derê berdêla herî giran a şer jin û zarok didin. Di şer de jin têne kuştin, dîl têne girtin an jî bi zorê têne koçberkirin. Di êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser kobanê de bi hezaran jin hatin ukştin, jinên Êzidî û Kurd hatin revandin. Li gel ku sal di ser re derbas bûne hîn jî aqûbeta gelek jinan nayê zanîn. Êrişên li hemberî Rojava niha têne kirin û polîtîkayên li dijî bedena jinê em qebûl nakin. Li dijî vî mejî em ê timî li qadan têkoşîna xwe dewam bikin."

Divê Ocalan bi fizîkî azad bibe

Peker bal kişand ser pitşevaniya jinan û diyar kir ku destdirêjiya li bedena jinê destdirêjiya li azadiyê ye, wê têkoşîna xwe ya li dijî sîstema ku xwe ji vî mejî xwedî dike dewam bikin û got:"Wê rojê em ê bi keziyên xwe, em ê bi dengê xwe li qadan bin." Peker işaret bi banga 27'ê Sibatê kir û got:"Bi hûnandina aştiyê em ê ber bi 8'ê Adarê ve bimeşin. Mafê hêviyê ji bo Birêz Abdullah Ocalan di rojevê de ye. Lê belê azadiya wî ya fîzîkî pêk nehatiye. Ji bo pêkhatina aştiyeke mayinde divê mafê hêviyê bê naskirin û azadiya fîzîkî pêk were."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.