Jinên Lubnanî û çîroka berxwedanê

Nûçeyên Jin

Yekşem 12 Nîsan 2026 - 16:00

  • Jinên Tyre koçberiyê vediguherînin hêzê, çandinî û çêkirina xwarinê jî vediguherînin çanda berxwedana rojane. Ew bi hewldanên karê dikin, îradeya kolektîf temsîl dikin.

Di bin bombebaran û gefên li bajarê Tyre de krîza mirovî girantir dibe. Ji ber ku hejmara mirovên koçber, niştecih û kesên li ber xwe didin zêde dibe. Nêzî 40 hezar kes di nav bajêr de dimînin û hejmareke wisa jî di kampên Filistînî de ye, rewşek ku zexta mezin a li ser binesaziya herêmî di nav gefên hêzên Îsraîlê yên ji bo valakirina bajêr de. Koçber li 15 stargehan belav bûne, ji bilî mal û cihên giştî yên ku veguherîne penagehên demkî.

Di dîmenekî berbiçav de ku ev sêyemîn sal li pey hev e, projeya "Tovên Tyre" wek cihekî jiyanê di nav krîzê de berdewam dike xuya dibe ku erd dibe penagehek û xebat jî weke  berxwedana rojane ye. Di nava Yekîtiya Şaredariyên Tirê de, jinên ji gundên li eniyên pêş koçber bûne, di bin bombebaranê de çîrokek cuda diafirînin, projeya ku wan ji bo piştgiriya berxwedana xwe dest pê kiriye didomînin û wê vediguherînin stûneke ku beşek mezin ji bajêr piştgirî digre.

Li wir ew ne tenê li benda alîkariyê ne, bi destên xwe sebzeyan diçînin, berheman berhev dikin kulîlkan av didin, weke berdewamiya bîranîna gundên xwe yên ku neçar man biterikînin. Di metbexên sade de, rojane ji bo nêzî 4 hezar kesên koçber ên li bajêr xwarinê çêdikin, westandina xwe vediguherînin têkoşînê.

Ev ne tenê destpêşxeriyek e, lê çîrokeke berxwedan û biryardariya jinan di rûbirûbûna şer de ye. Jinên ku malên xwe winda kirine, lê şiyana xwe ya afirandin û jiyanê winda nekirine.

Zeyneb Mehdî, nişteciha Naqoura ye niha li Tyre koçber e dibêje ku ew nêzî 3 salan e di nava koçberiyeke dijwar de dijîn. Tevî vê yekê, wan bajar neterikandine lê li kêleka projeya "Tovên Tyre" mane ku bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tyre dest pê kiriye.

Zeyneb Mehdî wiha lê zêde dike: "Em karê xwe yê çandinê berdewam dikin. Em hewl didin zeviyan biçînin û berheman ji wan bigirin da ku piştgiriyê bidin berxwedana koçberên di stargehan de. Me qet dev ji xebatê bernedaye; em tovan diçînin, radikin û diparêzin da ku xweseriya xwe û domdariya xwe biparêzin. Em ê li ser vê axê bi israr bimînin. An em ê li vir bijîn an jî bi rûmet û wêrekî bimrin. Em ê vegerin gundên xwe da ku wan zeviyên xwe biçînin û ji nû ve malên xwe ava bikin."

Munîfa Edibî ji El-Hewşê koçber bûye û berpirsiyara birêvebirina metbexê ye. Behsa  berdewamiya xebatê, tevî hemû şert û mercan dike û destnîşan dike ku metbex piştgiriya koçberên ji gundên eniya şer re dike ku rojane ji 3 hezar û 500 kesan re xwarin tê amadekirin û carna hejmar digihîje 4 hezaran. Diyar dike ku bi piştgiriya Yekîtiya Şaredariyên Tyre û Encûmena Başûr li 16 stargehên bajêr xwarin tê belavkirin.

Ferah Hîcazî ku ji Beyt Leef ber bi Tyre ve hatiye koçberkirin, piştrast dike ku ev ne yekem ezmûna wê ya koçberiyê ye, dibêje ku wê berê jî koçberî dîtiye. Dide zanîn ku dê beşdarî projeya çêkirina xwarinê li Navenda Yekîtiya Şaredariyên Tyre bibe, da ku piştgiriyê bide koçberan. Ferah Hîcazî pesnê însiyatîfê dide û weke hêzek exlaqî dibîne.

Di navbera çandinî û çêkirina xwarinê de, jin her roj bi jiyana xwe çîrokên berxwedanê dinivîsînin, cihê însiyatîfan di wan çîrokan de dibe xeta yekem a parastinê ji bo rûmet û jiyanê.

NÛJINHA / LUBNAN / FADIYA CUMAA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.