Jineolojî rola jinan a di civakê de ye

În 17 Cotmeh 2025 - 03:05

Endama Komîteya Jineolojî ya Lubnanê Elaa Farah got ku “Ev zanist ne tenê li ser jinan, di heman demê de li ser têkiliya hevkariyê ya di navbera wan û mêran de û avakirina jiyanek hevpar li ser bingeha hevkariyê û piştgiriya hevbeş sekiniye.”

Di navenda veguherînên civakî û çandî yên li Rojhilata Navîn de, dengên jinan derdikevin holê ku dixwazin ji nû ve teşe bidin têkiliya di navbera jin û civakê de. Ne ji pozîsyona gilî yan gazincan, ji pozîsyona têgihîştin, analîz û çalakiyê. Di nav van dengan de du jin derdikevin pêş: Elaa Farah û Joya Hachida, ku endamên Akademiya Jineolojiyê yên li Lubnan û Rojhilata Navîn in. Ev jin, aydê nifşekî nû yê jinan in ku ne tenê navên dijwariyan didin, di heman demê de li kokên wan jî digerin, li amûrên rewşenbîrî û pratîkî digerin da ku wan ji hev veqetînin.

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Lubnanê Elaa Farah, dibêje: "Ez bawer dikim ku zanista jinan amûrên ji bo têgihîştineke kûrtir, analîzeke rastir û helwestên dadperwertir li hember jin, malbat û civakê peyda dike." Elaa Farah diyar kir ku destpêka wê li Lubnanê bûye, dema ku komek jin di çarçoveya komeleyek bi navê "Ariana" de civiyane. Elaa destnîşan dike ku ev civîna jinan derfetek bû ji bo nîqaşkirina gelek mijarên têkildarî jinan, bi taybetî ji ber eleqeya wan a bi jineolojiyê re ku ew wek zanistek jinan û civakê bi hev ve girê dide binav dike.

Elaa Farah beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê yên ji aliyê komîteyê ve hatine organîzekirin bû. Ji bilî beşdarbûna semîner û dersan, hin serhêl û hin jî bi awayekî fizîkî beşdar bû. Ev yek bû sedem têgihîştineke kûrtir a vê zanistê bi dest bixin. Elaa diyar kir ku vê ezmûnê xwesteka wan a tevlîbûna komîteyê û xebata di warê bihêzkirina jinan de, xurt kiriye. Li ser bingeha baweriya wan ku jin ji êşên jinan, li Rojhilata Navîn bêtir haydar in. Elaa girîngiya ronîkirina rolên jinan, ne tenê di rolên xuya de, di rolên veşartî û pir girîng de jî tekez kir.

Elaa Farah destnîşan kir ku di ronahiya şert û mercên dijwar ên ku Rojhilata Navîn pê re rûbirû ye de ji Yemenê bigire heta Sûdanê, ji Sûriyeyê bigre heta Filistînê û ji wê derê xebata wan kûrtir û bibandortir bûye. Elaa di berdewama nirxandinên xwe de wiha got: "Me lêkolînek kûr kiriye, em bi mirovan re civiyane û me guh daye êşa gelek kesan, bi taybetî jinan. Vê yekê hişmendiya me xurt kiriye û me îlham daye ku lêkolîn û gotaran çêkin ku êşa jinan ronî dikin û dixwazin dengê wan bilind bikin. Tiştê ku Jineolojî ji zanistên din cuda dike û karekterekî bêhempa dide wê, ew pirsgirêkên jinan bi awayekî rûberî an jî perçe perçe nagire dest. Ew balê dikşîne ser rewşa jinan a di nav malbatê de û rola wan a li kêleka mêran. Ev zanist ne tenê li ser jinan, di heman demê de li ser têkiliya hevkariyê ya di navbera wan û mêran de û avakirina jiyanek hevpar li ser bingeha hevkariyê û piştgiriya hevbeş sekiniye."

Joya Hachida derbarê rola jin û mêran de jî wiha got: "Rast e, civak pêşve diçe, lê hê jî kesên ku rola jinan qebûl nakin hene. Eger mêrek bi kurê xwe re here dibistanê, yekser jê tê pirsîn, dayik li ku ye? Çima divê mêr di mezinkirina zarokan de rolekê negire? Çima, eger mêrek karê malê bike, tê gotin ku ew teslîmî hevjîna xwe bûye? Divê ev feraset biguhere. Ji vê perspektîfê ve min hîs kir ku pêdivîyek lezgîn heye ku bingehên biçûk werin guhertin, ji ber ku ew ne tenê hûrgulî ne, nîşaneyên gihîştina mezintir in. Bi riya Jineolojiyê em hewl didin ku çareseriyên rastîn peyda bikin."

NÛJINHA/BEYRÛD/EMAL MUHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.