Jin bingeha şoreşê ne

Duşem 27 Cotmeh 2025 - 03:00

Çalakvan Xolûd El-Hemûş destnîşan kir ku jinên li başûrê Lubnanê, li welatên Ereban û bi taybetî li Filistînê, ne tenê hêmanek civakî ne, bingeha şoreşê û îkonê wê yê zindî ne jî û got ku “Rewşa jinan îro rewşa axê û netewê ye. Ew di dilê şer de ne, ne li kêleka wê.”

Di nav hewldanên navneteweyî yên dijwar de ji bo xurtkirina agirbesta li Xezayê, planeke "Dora Rojê" hatiye pêşniyarkirin, ku qonaxa din destnîşan dike. Lê belê, ew ji ber nebûna lihevkirinek Filistînî û navneteweyî ya li ser pêşeroja Zîvala Xezayê, bi redkirinek berfireh re rû bi rû ye. Di vê navberê de, Misir, Qeter û Dewletên Yekbûyî hewldanên xwe yên navbeynkariyê ji bo aktîvkirina peymana agirbestê didomînin. Di nav hişyariyên ku her astengiyek dikare pevçûnan ji nû ve gur bike de hewl didin.

Çalakvana siyasî û civakî Xolûd El-Hemûş bawer dike ku tiştê ku li Xezayê tê gotin "aramî ye", tenê ji bo veşartina rewşek aloz a siyasî û leşkerî hewldanek kozmetîkî ye . Ev hewldan tevliheviya rûbirûbûna di navbera hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê û cîhanê de nîşan dide, di nav şermezarkirinên zêde yên êrîş û qirkirina berdewam de. Xolûd El-Hemûş destnîşan kir ku ev hevpeymanî "gihîştiye rêyek bêveger ku lêgerîna çareseriyek demkî pêwîst dike, nemaze piştî ku ew nekarîn girtiyan bi rêbazên leşkerî vegerînin. Xolûd El-Hemûş got ku neçar mane serî li danûstandinan bidin, nemaze piştî ku hewldanên wan ên hedefgirtina rêberên Hamasê têk çûne û baweriya wan bi navbeynkariya Qeterê têk çûye.

Xolûd El-Hemûş destnîşan kir ku jinên li başûrê Lubnanê, li welatên Ereban û bi taybetî li Filistînê, ne tenê hêmanek civakî ne, bingeha şoreşê û îkonê wê yê zindî ne jî. Wê jina têkoşer ku trajediyan û zehmetiyan kişandiye û ji daxwaza mafên xwe paşve nekişiyaye, nirxand û got ku “Rewşa jinan îro rewşa axê û netewê ye. Ew di dilê şer de ne, ne li kêleka wê.”

NÛJINHA/BEYRÛD/FADÎA CÛMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.