
Yenîsahneyê bernameya xwe ya çandî ya meha Berfanbarê eşkere kir.
Yenîsahne li Batmanê xebatên çandî dike. Bernameya wan a vê mehê 2'yê mehê bi nîşandayîna fîlmê Aki Kauriskaki dest pê kir û 30'ê mehê dîsa dê bi nîşandayîna fîlm bi dawî bibe.
Lîstika Yenîsahneyê "Bekoyê Ewan" roja 4 û 21'ê mehê li ser dika wan, roja 21'ê mehê jîli Mêrdinê wê derkeve pêşberî şanohezan. Ji bilî vê lîstikê, lîstikên wekî "Soytari", "Elza Buzlar Diyarinda", "Havva", "Karmakarişik" jî wê li ser dika wan bin.
Her wiha rojên 2, 23 û 30'yê mehê ji bo nîşandayîna fîlman hatiye veqetandin. Di vê çarçoveyê de roja 23'yê mehê fîlmê Roy Andersson "Songs from the Second Flor" (Stranên ji qata diduyan) û roja 30'ê mehê jî fîlmê David Lynch "Mulholland Direve" (Korerêya Muhallandê) wê bê nîşandayîn.
Li aliyê din roja 9'ê mehê jî ij bo Bawer Erîşen çalakiya gotûbêj û îmzeyê hatiye amadekirin. Çalakyên li Yenîsahneyê saet 19.30 de dest pê dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN













