Astengî bandorê li hunerê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Sibat 2026 - 02:45

Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê li Enqereyê xebatên perwerdehiya, muzîk, şano, wênesazî û ji bo zarokan jî dersên taybet dide. Şanoger Zelal Angay ku li navendê dersên şanoyê dide bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê axivî.

Zelal Angay diyar kir ku ji ber qedexeyên li ser zimanê Kurdî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê ji bo wan xwedî rojeke taybet e û got:“Bi hewldan û têkoşîna gelê Kurd ziman hinek li pêş ket lê hê jî weke zimanekî fermî nayê qebûlkirin. Ji bo wê jî ev roj ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Em bi xwe bi derfetên kêm hewl didin nehêlin zimanê me bihele. Li cîhanê gelek ziman ji holê rabûnê. Her zimanek mîrateya mirovahiyeyê. Zimanê Kurdî jî weke hemû zimanan mîrateya mirovahiye yê û divê were parastin.” Zelal Angay anî ziman ku li dijî qedexeya li ser Kurdî ew bi derfetên xwe hewl didin çand û hunera Kurdî biparêzin û got:“Li Enqereyê em bi hewldanên takekesî xebatên hunerî dikin. Divê bi rêya hunerê em zimanê xwe ji her derê bidin fêrkirin û naskirin. Bi vî awayî taybet nîfşên nû, ciwanên me bizanibin ku zimanê me jî bi têra xwe ye û dikarin bi vî zimanî her cureya hunerê bikarbînin. Mixabin ji ber zextên li ser zimanê Kurdî sê lingên bingehîn ên şanoyê kêm dimînin, şanoger, eywan û temaşevan di Kurdî de lawaz dimînin. Gelek komên şanoyên Kurdî li çar aliyên Kurdistanê li ser şanoya Kurdî dixebitin. Lê astengiya li ser çanda Kurdî jî bandoreke neyînî dike. Divê ev astengî êdî rabin.”

Divê em li benda dewletê nemînin

Zelal Angay ji bo parastina zimanê Kurdî ev bang kir:“Em li benda qanûnên dewletê bimînin wê pir dem winda bikin. Ji bo zimanê me di jiyana rojanê de bijî divê di serî de em bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Em hevî dikin ew pêvajo jî bi awayekî serkêftî encam bigire û mafên neteweyî yên weke ziman û çandê ya Kurdî pêk were. Ji bo zimanekî dersa hilbijartî têr nake. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî. Lê heta ev qanûn pêk werin divê malbat zarokên xwe bibin saziyên ziman û çandê û wan ferî ziman û çandê bikin.”

AW/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.