
- Mijara dengbêjiyê mijarek berfireh e, lewre pêwîst nake em zêdetir bikevin nava çîrok û dîroka wê. Li Botanê gelek jêrcureyên dengbêjiyê hene. Ez ê hewl bidim yek bi yek li gorî meqam, rîtm, armanc, naverok û kargerîya wan li jêr binivîsim.
Herwiha dema min li ser dengbêjên Botanê lêkolîn dikir min dît ku ji sedî 70-80 dengbêjên me strana pêşî ji dayika xwe bihîstine. M.Arif Cizrawî, Fadil Cizîrî, Îsivê Evdirehman, Hacî Ehmedê Şilyanî, Salihê Şirnexî, Silêmanê Sofî û gelek dengbêjên din ên bi nav û deng ji dengê dayika xwe bibandor bûne û dest bi dengbêjiyê kirine, lewre dayikên wan dengbêj bûne. Yanî ez dixwazim vê bêjim ku li Botanê hema hema her jinek dengbêjek veşartî ye. Ez dibêjim dengbêj lê dema min li ser jiyana wê bi dengbêja hêja Kurdistana Spêrtî re sohbet dikir, got; ez DERDBÊJ im. Ji ber ku jinên kurd gelek derdê serdestiya mêr û ya dewleta dagirker û zordar kişandine xwestine vê qêrîna di dilê wan de civiyayî bi awayê dengbêjiyê bînin zimên û bigihîjinin raya giştî. Kurdistana Spêrtî û Henîfa Şirnexî jî li ser şopa Meryem Xan û Nesrîn Şêrwan û bi hezaran jinên din ên ku nekarîne dengê xwe bigihînin roja me dengbêjiyê dikin. Ev herdu jinên dengbêj hema hema hemû cure stranên dengbêjiyê distirin. Pehîzok û Lawikan, Bêlîte û Heyranokan, stranên şer û yên şînê bi awayekî profesyonelî distirin. Jinek din a dengbêj heye ku ez li vir qala wê nekim wê ev gotar kêm bimîne. Belê, Fato Korê ku herdu çavên wê kor bûn, ji destpêka salên 1900’î heta sala 1986’an bi hezaran stran straye. Bi taybetî dema mirov ji dengê wê guhdarîya strana Eskerîkê û strana Delal dike mirov dibe heyranê deng û hunera wê. Herwiha li Botanê Xezala Eliyê Mijinî, Feyrûşah, Hediya Botî, Xatûna Xelîl, Xerîca Evdel, Neama Xelîl û gelek jinên din dengbêjiyê dikin û di nava civakê de hezkirin û keyfxweşîyek zêde li hemberî wan heye. Gelek stranên binavûdeng ji hest û dilê jinan hatine gotin. Weke mînak, strana “Were çîyayiyê”, “Heyran Jaro”, “Mihemedo Ronî”, “Mîro Bihar e”, “Kanîkilê”, Ehmedê Mala Mûsa û gelek stranên din ji hêla jinan ve hatine çêkirin û ji sed salan zêdetir e li ser zimanê dengbêjan ji bo nifşên nû tên veguhestin.
Li gor rewşê cureyên dengbêjiyê
Dengbêj li gorî navandina civakê dibin du bir û weke Dengbêjên Dîwanê û Dengbêjên Dîlanê tên binavkirin.
A.Dengbêjên Dîwanê: Ew kesên stranên bipîvan û serbest di dawet, şahî û şînan de, di şevên payîz û zivistanan yên dirêj de li şevbihêrkan bi awayekî xwezayî distirin in. Bi awayê guhdarî û şagirtan li ber destên hostayan hîn dibin. Dengbêjên Dîwanê dibin du bir.
1. Dengbêjên Mîr û Began: Ev ew dengbêjên ku di bin xizmeta mîr û beg, axa û malmezinan de bûne û wan kesan ev dengbêj xwedî dikirin û li dîwanên wan dengbêjî kirine.
2. Dengbêjên Gerok ên Nava Gel: Ev dengbêj ne girêdayî tu kesan in. Di nava gel de geriyane û ji aliyê gel ve hatine xwedîkirin.
B. Dengbêjên Dîlanê: Ev dengbêjên şahî û dîlanan in. Stranê rîtmîk distirîn. Ev jî dibin du bir.
1. Dengbêjên Amûrjen: Dengbêjên ku bi rîtma amûrên muzîkê stranan distirin. (Dawet, sinet, nîşan qesîde, beyt, cem û hwd.)
2. Dengbêjên Bêamûr: Dengbêjên ku di dîwan, civat, di rêncberî, medrese û di ber kar û baran de bêyî ku amûreke muzîkê bikar bînin stranan distirin.
Li gor naverokê cureyên dengbêjiyê
Di Çanda kurdan ya devkî de dengbêj û hunera dengbêjiyê li gorî herêm, zarava û devokan diguhere. Wek mînak, li Başûrê Kurdistanê navê wan, “şaîr” an jî “goranîbêj” tê gotin. Li Bakurê Kurdistanê piranî “dengbêj”, tê gotin, bes li herêma Riha û Semsûrê jî “delal”, li herêma Serhedê weke “Klam” tê binavkirin.
Dengbêjî beşek ji wêjeya devkî ya kevnar (klasîk) e. Dengbêjî li gorî naverok, mijar û sazkirinê tê dabeşkirin. Hin stran li ser şînê, hinek li ser bêrîkirin û hesretê, hinek li ser eşq û evînê, hinek li ser şer û cengê, hinek ji bo keyf û dawet û reqsê û hinek jî li ser destanên qedîm tên gotin û stirandin. Em ê li jêr piştî pênasekirin û wateya têgeha “stran”ê hewl bidin cureyên stranan li gorî mebest û naveroka wan dabeş bikin û yek bi yek wan pênase bikin.
Stran (Kilam)
Stran, hema bêje li hemû herêmên kurdan ji bo dengê bi meqamek diyar ê girêdayî rîtmekê tê vegotin e. Di zimanê kurdî de ji hemû cure deng û awazên di çarçoveya ahengekê de tê ristin û stirîn weke stran tê binavkirin. Piraniya jêrcureyên stranan bi pêşnavê “stran”ê tên binavkirin. Bo nimûne; Stranên Şerî, Stranên Şînê, Stranên Mêrxasiyê, Stranên Evînî û hwd. Ango di zimanê kurdî de wateya peyva stran; vegotina rîtmîk, meqam, aheng û awaza di çarçoveya hin rêgez û pîvanan de tê bilêvkirin e. Li gorî vê yekê cûreyên stranan ev in.
1-Lawik
Têgeha Lawik di herêma Botanê de ji bo stranên evînî tê bikaranîn. Li hin herêman jî weke kilamên dila, stranên dila, goranî û kilamên evînî jî tê binavkirin. Ev cure stran evînê, hezkirinê, ji hev veqetînê û negihîştina evîndaran dike mijar. Lawik bi awayekî xembar û dilsoj têne stirandin. Evîndar bi awayekî vekirî û erotîk behsa evîndara/evîndarê xwe dike. Pesnê xweşikatî, hêjatî, jîrî û taybetmendiyên wê /wî ên ku bêkêmasî ne didin. Dem deman di lawikan de şer û evîn pevre tên vegotin. Stranên weke, strana “Kanîkilê” hem evîn e û hem jî şer û kuştin e.
2-Stranên şer
Stranên Şer li ser mêrxasî, lehengî, wêrekî, pelewanî, talanbirin û hwd. e. Carinan li ser şerê du malbatan, carinan li ser şerê du eşîran, carinan li ser şerê du neteweyan ê ji bo statû û desthilatiyê, carinan li ser şerê di navbera nijdevan û eşîran de stranên şeran tên çêkirin û stirandin. Di van stranan de qala mêrxasî û hêjatiya hinan dikin. Heke stran li ser serkeftinekê hatibe çêkirin û tu windahî nehatibin dayîn bi keyfxweşî qala cengawerî û serkeftinê tê kirin. Heke windahî yanî kuştî çêbûbin li ser nestêlebûn, ciwanî, xweşikatî, pelewanî, lehengî û jîrîtiya kesên hatine kuştin distirin. Gelek caran tije êş û elem, dilsojî û dram e, carinan jî berevajî ye. Hin temayên weke, “egîdo, pêlewano, 4 gurçiko, maqûlo, axawo, bavê filankeso, ez nemînim ji te re, xerîbo, birîn xedaro, bila diya te qurbana birînên te be, berxê min” û hwd. tên bikaranîn. Jixwe danêr û afirînêrên stranan jin in, bes stran bi dev û dengê zilaman tên stirîn. Stranên weke; Exmûr Axa, Ez Xelef im, Emê Gozê, Elîkê Betê” û hwd. Bi vî awayî tên strandin.
3-Pehîzok (Pîrepehîzok)
Pehîzok an jî bi navê xwe yê din Pîrepehîzok stranên dema ku êdî koçer ji zozan û çiyayên jor dadikevin deştê û dikevine demsala payîzê ne. Ew dem dema jihevveqetîna evîndaran e. Dema lipaşxwehiştina xweşî û keyfa zozanên hênik û ji hemû kulîlk û giyayan xemilî ye. Dema belavbûna koçerên ku ji gund û herêmên cuda gihîştîbûn hev a veqetînê ye. Dema zerbûn û weşîna belçiman (pel) e. Yanî dema xemgînî û dilsariyê ye. Êdî 5-6 mehan hezkirî û evîndar hev nabînin. Lewre di pehîzokan de dengbêj xemgîniya jêdûrbûna zozan û evîndaran vedibêje. Êdî zivistana reş dest pê dike û derfet û şensê ku evîndar û dergistî hev bibînin tune dibe. Di van stranan de beşawend yanî qafiye ne mecbûrî ye. Lê belê piranî beşawend tên bikaranîn. Dema ev stran tên strandin şewtînek giran xwe berdide ser ruhê mirov û mirov xemgîn û melûl dibe. Ev cure stran di Botanê de pir tên guhdarkirin û hezkirin.
4-Heyranok
Heyranok stranên ku mijara wan li ser negihîştina evîndaran, evîn û jana evînê ne. Weke ku keç û kurê evîndar li pêşber hev bin qala evîn, jana evînê û astengiyên li pêşiya evîna xwe dikin. Carinan rû bi rû du evîndar, carinan weke du koman bi awayê qoroyê, carinan jî keç an jî kurê evîndar xwe dixe şûna evîndarê xwe û hem dibêje û hem jî bersiva xwe dide. Ev curêyê dengbêjiyê xweserî gundî û koçerên Botanê ye. Di nav êl û eşîran de, li zozanan û di berxavanî û şivaniyê de evîndar van stranan distirin. Weke nimûne em dikarin behsa strana gelêrî “Heyran Jaro” bikin. Kurrik dibêje; “heyran jaro w’ez ê ji kulê te dimirim, çavên te reş in kilê siphanî nagirin”. Di bendek din de keçik dibêje; W’ez ê delalê dilê xwe nahêlim Cizîra Bota, Banê Xanê li ber gezê(n) va pêşiya (pûşî), w’ez ê delalê xwe nahêlim Mila Mêrgê li ber toz û hecaca va keriya…”
Tu pîvana heyranokan ya weke kîte û çarînan nîn e. Car caran hevokek gelek dirêj jî dibe û carinan jî gelek kin dibe. Heyranok xwediyê meqamek pirawaz û dilşadîker e. Jixwe ji navê wê jî diyar dibe. Hezkirin û heyraniyek bêpîvan tê de heye. Hem bi awayek yekbend, hem jî bi awayek pirbend jî tê stirandin. Hin heyranok xwedî beşawend (qafiye) in, hin jî serbest in. Hejmara rêzên wê ne statik e. Carinan du rêz in carinan jî rêzên wê ji 10’an zêdetir in. Di heyranokan de dengbêj zêde li ser beşawendan (qafiye) nasekinin. Bes heke stran kin be, dengbêj beşawendê zêdetir li ber çavan digire. Bi rastî jî dema mirov heyranokan ji dengê Fadil Cizîrî û M.Arif Cizrawî guhdarî dike mirov ji ser hişê xwe diçe, sermest û serxweş dibe.
5-Bêlîte
Bêlîte stranên dawetê ên folklorîk in. Ji bo adaptekirina karê ku tê kirin tên gotin. Herî kêm ji hêla du kesan an jî du koman ve tê gotin. Di gelek bêlîteyan de dîsgotin yanî dubare heye. Kesê/koma pêşî ji stranê bendekê distire û kesê/koma duyem jî heman bendê dubare dike. Bi vî awayî heta stran dikeqede berdewam dike. Lê belê ev stran piranî ji hêla beşdaran ve bi komekê yanî weke koroyê tê stirandin. Gelek cureyên bêlîteyan hene. Her cureyek bi awayek cuda tê stirandin. Ji bo dawetan hem awayê govenda “cihde” hem jî ji bo govenda tiliyan (dugavî, sêgavî, bablekan, sêva sor, masîro, sixcanê, şêxanî, şemîranê) bi awa û rîtmên cuda tên strandin. Yanî ji bo her cureyeke dîlanê stranên “bêlîte” xwedî rîtmek cuda ye. Dema zavayî dibin serşokê û dema bûkê ji malbava wê derdixin awayên cudatir bêlîte tên strandin. Ji bo dankutê, ji bo palehiyê û di karûbarên din de awayên bêlîteyan ên cuda bi rîtm û şêwazek din tên stirandin. Dema aliyek bendê distire hê benda xwe neqedandî bi peyva dawiyê re aliyê din dest bi stirandinê dike da ku qutbûn nekeve bêlîteyê. Di bêlîteyan de bend kin in û beşawend (qafiye) heye. Mînak:
Hey nêrî nêrî lê weylê, hey nêrî nêrî lo weylo
Ser banê bilind çêrî lê weylê, ser banê bilind çêrî lo weylo
Ew kê bî nêrî rakir lê weylê, ew kê bî heram rakir lo weylo
Yarka min ji xewa rakir lê weylê, dostka min ji xewa rakir lo weylo…..
….
5. 1- Giranî
Giranî ne cureyeke stranan e. Ew tenê awa, yanî miqamê strandina stranê ye. Giranî dikeve di beşa stranên Bêlîte de. Ango stranên ku mirov li ber govendê digerîne û direqise. Dema stran dest pê dike ji perdeyek jor tê destpêkirin û bi heman awayî deng tê perdeya herî jêr. Her wiha strandina bi vî miqamî pir giran, yanî peyv hêdî hêdî tên gotin û gelek tên dirêjkirin. Mînak: “…diiinyaaayêê hêhê bê mirweetêêê çi biikim aavaayêêê. Tu b’ke mêêj ûû taeetêêê hehey diinyaaayê hêhê…” bi vî awayî carinan di strandina heman peyvê de deng tam qut dibe û ji nû ve ji cihê stran lê mayî tê stirîn.
6-Şîn
Bêgûman mijarên Şîn li ser tê kirin, di serî de mirin û her wiha bûyer û qewimînên jihev-veqetînê, tofan, ferman, qeza, çûyîna şer û leşkeriyê û hwd., derketina bûkê ya ji mala bavê, windabûn kesek ji lêziman, li rastî zilm û tundîyê hatin û qewimînên din ên êş û şewatê dixe dilê mirovan in. Di bingeha xwe de şîn gelêrî ye, lê belê dema mirov li awayê bilêvkirin û honandina hevokên şînê dinêre tu şik namîne ku afirînerên şînê jin in. Lewre jin şînê li ser êş û qewimînên hatine serê wê û malbat û hezkiriyên wê di nava mala xwe de an jî di dema pêkhatina bûyerê de hê germegermê dibêje, lê piştre dengbêj (kêm caran dengbêjên jin) wê mijarê digire dest û ji devê jinê hinekê hestên xwe jî tevlî dike û distire. Heta gelek caran dema ku lêzimên miriyan nizanibin li ser miriyê xwe bistirin û şînek layîqî wê/wî jê re bikin derdor piştre henekên xwe bi wan dikin. Heke ji malbata ku bela hatiye serê wan şîna xwe bi gotin û dengek xweş û hevokên lihevhatî bikin di nava kesûkarên derdorê de dibe mijara pesindayînê. Lewre bi taybetî jin di vê hêlê de hemû hunera xwe bi kar tînin. Stranên şînê ketûber û lihevanînê (dogaçlama) tên stirandin. Ji ber ku stranên şînê li gorî cureyên din hinekê taybet in, yanî ne ku kengê dengbêj bivê stranê çêdike, dema mirî an jî nexweşiyek mezin derdikeve ji mecbûrî çêdikin, pîvan û rêgezeke taybet ji bo stranên şînê nin e. Carinan du bend e, carinan jî li ser 10 bendan re ye. Stranên şînê hemû jî dilsoj in. Bo nimûne di strana Selîmê Mistê de wiha dibêje; “…Bi xwedê d’kî nehêjînin nehêjînin, hûn ê darbesta Selîmê min nehêjînin. Ji kulê dayika birîndaran re hûn ê birînên Selîmê min neêşînin…” gelek caran hin kes ji bo şînê bikin û di wî karî de bûne pispor bi taybetî ji hêla xwediyê şînê ve tên vexwendin ku şînê ji wan re bike û li ser bobelata hatî serê wan şînek hêjayî raberî nas û dostan bikin.
7-Şeşbendî
Şeşbendî ew cure stran in ku di dîwan û şevbihêrkan de herî kêm ji hêla 2 an jî zêdetir kes û koman ve tê strandin in. Berê di koçk û dîwanên mîr, beg û axayan de dengbêjan weke pêşbirk an jî kewxurê li hember hev stran distiran heta stranên aliyekî xilas dibûn an jî dev jê berdida dewam dikir. Carinan jî ji berî dengbêj ji guhdaran xatir bixwaze bi vî awayî distirin. Carinan jî dengbêjên di dîwanê de bi dorê distirin. Ev awa hemû şeşbendî ne. Di şeşbendiyan de dengbêj bi gelemperî rûniştiye û destê xwe carinan dide ber herdu guhên xwe, carinan jî destê xwe li gorî rîtma stranê dihejîne.
8-Destan
Destan di nava dengbêjiyê de beş an jî cureyê herî kêm tê strandin an jî hilberandin e. Mijara destanan li ser qewimîn û evînên dîrokî ye. Ev stran yanî destan bi saetan heta bi rojan dom dikin. Di kevneşopiya vegotina wêjeya devkî de destanên weke “Destana Memê Alan”, “Destana Siyabend û Xecê”, “Kelha Dimdim”ên ku ji terîfkirina lehengî û evînê hatine xemilandin, kêm zêde her dengbêjek kurd an beşekê, an jî veryantekê jê dizane. Di esasê xwe de stirandina destanan ji bo dengbêj prestîjek mezin e û hostatî û jîrbûna dengbêj ya di dengbêjiyê de nîşan dide. Li Botanê gelek kesên destanbêj hebûn. Yek ji van destanbêjan Aşiq Selîm bû. Destana Memê Alan, Destana Mîrzo û Uzêr û gelek destanên din bi awayekî pir hostayî distiriya. Mixabin niha destanbêjên me yên vî karî bi profesyonelî dikin nemane.
9-Serêlî
Stranên Serêlî jî mîna stranên pehîzok in. Mijara serêliya piranî li ser evînê ye. Lê carcaran şer û evîn, bêrîkirin û evîn û xerîbî di heman stranê de pevre tên jiyîn. Cur be cur êş û janên evîn û astengiyên li hember evînê têne vegotin. Carinan jî tirs û mereqa negihştina hev a evîndaran dike mijar. Heta em dikarin bejin Serêlî beşeke Pehîzokan e bes miqamê strandinê hinekê ji pehîzokan cudatir e.
Li ser dengbêjîya Botanê gelek hûrgilîyên girîng hene bes bila gotara me dirêjtir nebe.
Çavkanî: Antolojîya Dengbêjan Botanê, 2021 weşanên Ar, Bahadîn Robar







