‘Provayên ji bo şoreşê’ bû namzetê xelateke girîng

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 16 Mijdar 2026 - 17:30

 

Belgefîlma "Provayên ji bo Şoreşek” (Rehearsals for a Revolution) ya ji hêla lîstikvan û derhênera Îranî Pegah Ahangarani ve hatiye derhêner kirin, di Xelatên Akademiya Fîlman a Ewropî de ji bo Belgefîlma Herî Baş bû namzet. Belgefîlma ku berê di Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2026’an de di kategoriya Belgefîlma Herî baş de Xelata Çavê Zêr (L'Œil d'or) wergirtibû, bi vegotineke kesane û dîrokî veguherînên siyasî û civakî yên li Îranê ya di 40 salên borî de vedikole. Fîlm, di nav berhemên ji welatên cûda de di lîsteya namzetên îsal de cih digre.

Ev yekem belgefîlma dirêj a Pegah Ahangaranî ya derhêner e û berhemeke Çek û Spanyayê ye. Pegah Ahangarani, di fîlmê de çîroka xwe ya kesane ya bi dîroka dawî ya Îranê re bi rêya portreyên pênc kesên ji malbat û derdora xwe ya nêzîk ve girêdide. Bi karanîna arşîvên malbatê, vîdyoyên malê û dîmenên dîrokî, belgefîlm zêdetirî 40 salan dîroka Îranê ji nû ve vedikole.

Fîlm ezmûnên jiyana kesane û şêweyên berxwedanê bi rêya pênc çîrokên cûda nîşan dide, têkiliya di navbera jiyana takekesî û guhertinên civaka Îranê de eşkere dike. “Provayên ji bo Şoreşek”, yekem car li Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2026’an di beşa Nîşandanên Taybet de hate nîşandan û di kategoriya Belgefîlma Herî Baş de Xelata Çavê Zêr wergirt.

Fîlm di festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî Toronto û Telluride de jî hate nîşandan. Namzetiya wê ji bo Xelatên Akademiya Fîlman a Ewropî, piştî xelata Festîvala Fîlman a Cannesê û nîşandanên navneteweyî, pozîsyona wê ya di nav belgefîlmên herî berbiçav ên salê de xurt kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.