
Rêxistina "Rafeqetna" bi hevkariya Navenda Çandê ya Reqayê îro pêşangeha kelepûrê gelêrî vekir.
Pêşangeha li devera Til Beya ya dîrokî ya li bakurê Reqayê bi amadebûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Desteya Çandê ya Reqayê û Yekitiya Rewşenbîran hat vekirin.
Di pêşangehê de parçeyên entîke, alavên kevin, wêneyên ku dîroka bajêr ji 4 hezar sal berî zayînê û şopên destdirêjiya li devera Til El Beya yê dîrokê bûye nîşan didin, hatin pêşandan.
Di pêşangehê de her wiha bi awayekî zindî xwarinên gelêrî û hin alavên karên destan hatin çêkirin.
ANHA















