Şervan gihîştin Kobanê
Şemî 24 Çile 2026 - 03:00

Şervanên QSD'ê yên ku li dijî êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê bi rojan e li ber xwe didin, li Kobanê ji aliyê gel ve bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê lê ne, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê ve hatibû dorpêçkirin. Bi rojan êrişên giran li girtîgehê dihatin kirin. Şervanên QSD'ê yên ku bi rojan li girtîgehê li ber xwe dan, hemû hewldanên revê yên çeteyên DAÎŞ'ê şikandibûn. Şervanên QSD'ê ji Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ber bi Kobanê ve bi rê ketibûn. Şervanên QSD'ê yên gihîştin Kobanê ji aliyê gel ve bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin.
ANHA












