DAIŞ li Sûriyeyê ji nû ve hat ‘xurtkirin’

Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:45

DAIŞ a ku li Sûriyeyê bi berdêla canê hezaran ciwanan hêza wê ya leşkerî hatibû tunekirin, bi êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji nû ve xurt bû. Piştî vekişîna QSD’ê ji herêmên wekî Reqa, Şedadê û Holê ku çeteyên DAIŞ’ê lê girtî bûn, bi hezaran DAIŞ’î ji aliyê HTŞ’ê ve hatin berdan. 

Rojnameger Dogan Cîhan ê ku li Rojavayê rojnamegeriyê dike, der barê şaneyên DAIŞ’ê yên ku li Sûriyeyê ji nû ve ava dibin û êrişên wan ên zêde bûne de axivî. Cîhan destnîşan kir ku piştî vekişîna QSD’ê ya ji hin nuqteyan, îdiayên valakirina hin girtîgehên ku endamên DAIŞ’ê lê bûn û berdana hejmareke zêde ya girtiyan, xetereya ewlehiyê ya li herêmê mezin kiriye. 

Endamên DAIŞ’ê, Serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê Şera ji ber têkiliyên wî yên bi Rojava û Îsraîlê re wekî "Murted (ji dîn derketî)" îlan kirin û li herêmê dest bi çalakiyan kirin.

Li El Sabahiyayê êrişa berfireh 

Li gundewarê Reqayê nuqteya kontrolê ya El Sabahiyayê bû hedefa êrişekî kordînekirî ya DAIŞ’ê. Di êrişê de, 6 endamên hikûmetê hatin kuştin. Ev êriş bû sedema nirxandinên ku DAIŞ ne tenê bi şaneyên belavbûyî, lê bi kapasîteyeke plankirî û rêxistinkirî tevdigere.

Li ser xeta Firatê êrişên hemdem

Şaneyên DAIŞ’ê di 21’ê Sibatê de li ser xeta Reqa û Dêrezorê li pey hev êriş pêk anîn: 

* Li Silûkê 2 endamên hikûmetê hatin kuştin. 

* Li ser xeta El Mayadînê endamekî hikûmetê hat kuştin. 

* Li Tebqa û Minbicê êrişên cuda pêk hatin; hejmara mirî û birîndaran nayê zanîn. 

* Li navenda Reqayê 1 endamê hikûmetê hat kuştin. 

Vê yekê nîşan da ku DAIŞ li seranserê xeta Firatê kapasîteya xwe ya çalakiya hemdem diparêze.

Sûîqest û berbelavbûna li çolê 

* Di 22’yê Sibatê de êriş ber bi gundewarê Dêrezorê û xeta Badiyeyê (Çola Sûriyeyê) ve belav bûn. 

* Li El Sûsahê bi sûîqestekê endamekî hikûmetê hat kuştin. 

* Li herêma El Suknahê 2 endamên hikûmetê hatin kuştin. 

* Li El Busayrahê êrişekî mezin pêk hat, hejmara mirî û birîndaran nayê zanîn. 

* Li Serêkaniyê endamekî hikûmetê hat kuştin (têkiliya wê ya bi DAIŞ’ê re hîn zelal nebûye). 

Di 23’yê Sibatê de hat ragihandin ku li derdora Bendava El Mansûr a Reqayê endamekî hikûmetê hatiye kuştin. Di heman rojê de li bajarê El Mayadînê yê Dêrezorê li dijî civîna endamên HTŞ’ê êrişekî xwekujî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrişê de 3 endamên HTŞ’ê yên ji Îdlibê hatibûn, hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Heman rojê li gundewarê Dêrezorê, ji aliyê kesên nenas endamekî komên HTŞ’ê hat kuştin.

Vekişîna hêzên koalîsyonê  

Li gorî agahiyên ku Cîhan parve kirine, komên hikûmeta demkî ji hin qereqolên çolê yên li derdora Palmîrayê (Tedmur) vekişiyan. Ev rewş, nişan dide ku DAIŞ li ser xeta Badiyeyê li pey serweriya ye. Li Dihîbanê jî hat ragihandin ku konvoyekî motoran a DAIŞ’ê derketiye dewriyeyê. Tê nirxandin ku ev yek nîşana taktîka “lêdan û revê” ye ku rêxistinê berê jî pir bi kar dianî. Geşedanekî din a girîng jî vekişîna hêzên koalîsyonê ya bi pêşengiya DYE’yê ye ku ji Baregeha Kasrakê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye. Li gorî pisporên ku ji destpêka şerê navxweyî ve li ser Sûriyeyê dixebitin, valahiyên ku di hebûna leşkerî ya navneteweyî de çêbibin, dikarin pêvajoya xurtbûna DAIŞ’ê leztir bikin. Li gorî agahiyên ji qadê hatine bi destxistin, DAIŞ’ê ji 21’ê Sibatê ve 13 êrişên cuda pêk anîne. Di van êrişan de herî kêm 19 kesên girêdayî hikûmeta Şamê hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne. Herwiha 2 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin û sîvilekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Çalakiyên koordînekirî pêk tînin 

Êrişên li ser xeta Reqa-Dêrezorê nîşan didin ku DAIŞ ne tenê bi çalakiyên şaneyên belavbûyî, lê bi stratejiyekî kordînekirî vegeriyaye qadê. Dogan Cîhan bal kişandiye ser, îdiayên der barê girtîgehan û pêvajoya vekişîna hêzên navneteweyî, nîşan didin ku di hevkêşeya ewlehiyê ya Sûriyeyê de serdemekî nû û hesas dest pê kiriye. Ev rewş xetereya belavbûna şer li qadekî berfirehtir jî bi xwe re tîne.

MA/MELÎK VAROL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.