Li Sûriyeyê qeyran kûr dibe
Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:38

- Dorpêça li ser Kobanê, çalakiyên eşirên Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê li dijî zext û zordariya aborî, dagirkeriya Îsraîlê li başûr û nezelaliya şerê li ser sînorê Iraqê hemû dibe ku Sûriyeyê ber bi wêdeyî şerê navxweyî ve bibin.
Piştî êrişên komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye ket nav aloziyeke mezin. Her çend pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) û HTŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin piştî peymana 30'yê Çileyê bi qismî kêm bûne jî, dorpêça Kobanê ketiye roja xwe ya 36'an. Li Reqa, Tebqa û Dêra Zorê, niştecih li dijî krîza aborî, pirsgirêkên ewlehiyê û polîtîkayên zextê xwepêşandanên xwe didomînin. Di heman demê de, çalakiyên DAIŞ'ê jî li herêmê berdewam dikin.
Piştî êrişên ku di 6'ê Çileyê de li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin, komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, kontrola herêmê bi dest xistin. Dorpêçkirina bajarê Kobanê rasterast ji aliyê komên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên girêdayî Tirkiyeyê ve hat kirin. Komên wekî Emşat û Sultan Murad ku ji ber sûcên wekî kuştin, dizî, tecawiz û talankirinê di lîsteyên cezayên navneteweyî de ne, çalakiyên xwe li dora Kobanê bi rêbazên wekî dizî, talan, kuştin û revandinê didomînin. Li gorî agahiyên ji qadê hatine wergirtin, ev kom amadekariyên êrişkirina bi çekên giran li ser Kobanê dikin û tê gotin ku sewqiyatên wan ên leşkerî zêde dibin. Tê diyarkirin ku komên paramîlîter amadekariyên êrişeke piştî dorpêçkirinê ya mîna taktîkên li Şêxmeqsûdê hatine bikaranîn dikin û Tirkiye bi kolandina xendekan û amadekariyên şer li ser xeta Pirsûs-Kobanê piştgiriyê dide wan.
Di heman demê de, li Reqa, Dera, Dêra Zorê û Helebê, nakokî di navbera eşirên Ereb û HTŞ'ê de li ser aboriyê û bîrên petrolê kûrtir dibin. Bi taybetî li Dêra Zorê, çalakiyên eşîran li dijî HTŞ'ê zêde dibin û raporên ji qadê nîşan didin ku ev rageşî xetereya pevçûneke mezin di pêşerojê de zêde dike. HTŞ û komên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin hewl didin ku li van deveran serdestiya xwe ava bikin, li gorî raporan ji ber ku hêza leşkerî ya HTŞ'ê ji bo kontrolkirina eşiran têrê nake. Agahiyên ji qadê nîşan didin ku HTŞ dest bi bicihkirina hêzên ji deverên cuda yên Sûriyeyê bo herêmê kiriye û komên paramîlîter ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin jî bo vir tên şandin. Piştî veguheztina bîrên petrolê ji bo şîrketên Amerîkî, eşîr li dijî HTŞ'ê derketine û ev rewş dikare di pêşerojê de bibe sedema aloziyeke mezin.
Piştî vekişîna HSD'ê a ji herêman, helwesta HTŞ'ê li hember eşîran û veguhestina petrolê ji bo deverên di bin kontrola HTŞ'ê de dibe sedema pevçûnan. Eşîr niha li HSD'ê digerin ku piştî êrişên HTŞ'ê vekişiya. Çavkaniyên li herêmê radigihînin ku dibe ku eşîr li ser bingeheke demokratîk dîsa bangî HSD'ê bikin; ji ber ku tê gotin ku eşîr HSD'ê wekî hêzeke alternatîf di qada Sûriyeyê de dibînin.
Li gorî agahiyan, li başûrê Sûriyeyê Îsraîl ber bi Şamê ve diçe. Piştî peymana di navbera Îsraîl û Şamê de li Parîsê di 6'ê Çileyê de, êrişên HTŞ'ê û Tirkiyeyê li dijî deverên Kurdan ev pêşketin hinekî tarî kiriye. Li gorî çavkaniyan, li dora Girên Golanê, Îsraîl her roj gund bi gund pêşve diçe û deverên niştecihbûnê kontrol dike.
Li ser sînorê Iraqê jî hişyarî hatiye dayîn. Piştî destpêkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraqê hejmareke mezin ji leşkerên xwe li herêma xwe ya sînor bicih kiriye. Hêzên Heşdî Şebî jî ketine rewşa hişyariyê. Kombûna leşkerî ya DYA'yê li dijî Îranê hêviyên destwerdaneke muhtemel afirandiye û tê gotin ku ev destwerdan tenê bi Îranê ve sînordar nabe, lê belê Hizbullah û Heşdî Şebî yên li Iraqê jî di nav xwe de digire. Li Sûriyeyê, bicihbûna HTŞ'ê û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin berdewam dike. Lêbelê, kapasîteya operasyonel a HTŞ'ê li dijî Iraqê ji ber pevçûnên bi komên eşîrî re sînordar e.
Geşedanên li Sûriyeyê eşkere dikin ku alozî û bêîstîqrariya li herêmê kûrtir dibe. Êrişên komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin û HTŞ, digel dorpêçkirina bajarê Kobanê zexteke girîng li ser gel û eşîran diafirînin, di heman demê de rageşiya li ser petrol û çavkaniyên aborî pevçûnan gur dike. Valahiya desthilatdariyê ya piştî vekişîna HSD'ê ji herêman çêdibe, dibe sedema rageşiyên nû di navbera eşîran de ji ber ku HTŞ û komên paramîlîter hewl didin ku kontrolê bi dest bixin. Li başûr, pêşketin û amadekariyên leşkerî yên Îsraîlê li ser sînorê Iraqê rageşiya li Sûriyeyê hîn bêtir zêde dikin. Tê payîn ku alozî û nezelalî li herêmê demeke dirêj berdewam bike.
MA / RIHA / E. PEJDER ALTAN














