Divê hikumeta demkî gavê bavêje

Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:35

Kadar Pîrê diyar kir ku li Sûriyeyê di çarçoveya entagrasyonê de tişta ku ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve hate xwestin hate kirin, lê hîn ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve xal nehatine pêkanîn, divê hikumeta demkî jî gavan bavêje, Kobanê hîn dorpêçkirî ye.

Têkildarî banga Rêber Abdullah Ocalan a 27`ê Sibatê, di heyama salekê de vê pêvajoyê bandoreke çawa li qada siyasî û civakî kir, pêkanîna `entegrasyona demokratîk` li herêmê û yekitiya Kurdan, rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê axivî.

Kadar Pîrê diyar kir ku hêviyên wan ji “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ew bûn ku dewleta Tirk jî gavan biavêje, lê dewleta Tirk navê wê dike “Tirkiyeyeke bêteror” û li ser hişmendiya şovenîst ku kesekî qebûl nake hatiye xwedîkirin, ew civak bi vê hişmendiya xwe tenê tunebûna gelê Kurd dixwaze û got: “Ji ber ku dewleta Tirk hîn xweşikayî li meseleyê nenêriye, hîn ne zelal e, her tiştê ku ji partiyê hate xwestin, bi cih anî. Lê heta ku ew navê pêvajoyê dikin `Tirkiyeyeke bêteror` ew tê wateya ku naxwazin bigihêjin rastiyê. Dîsa li bende gavekê ne ku li meseleyê biqulibin. Lê ez di wê baweriyê de me ku îro roj doza Kurd li ser asta cîhanê li ser maseyan reqema yek e, wê tu plan li pêşiyê nesekinin.”

Kadar Pîrê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser qada Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku di çarçoveya pêvajoyê de li Rojava di dema dawî de roleke pir mezin hate lîstin, gel li hember êrişên ku pêk hatin, berxwedan hilbijart. Dijmin jî ev fêm kir ku mesele ne mîna perava Sûriyeyê ye, wê di çend rojan de komkujiyan pêk bîne û rehet ji meseleyê xelas bibe û wiha anî ziman: “Yekitiya gelê Kurd li ser asta Ewropayê, ragihandina li Başûr, çalakiyên ku li Başûr çêbûn roleke pir mezin lîst.”

Kadar Pîrê da zanîn ku yekitiya Kurdan xurt bû, lê ya girîng ew e ku çi qasî wê biparêzin. Ji gel tê xwestin ku bi rihê xwe yê serhildêr û berxwedêr berdewam be.

Kadar Pîrê destnîşan kir ku saziyên mafê mirovan li hember rewşa ku Kurd tê re derbas dibin, bi erka xwe rabûn û Kurdên li derveyî welat jî erka xwe bi cih anîn û got: “Divê saziyên mafên mirovan ên Kurdan yekitiyeke xwe ava bikin, li ser asta Ewropayê tenê be jî dikarin xebateke hevbeş bikin ku zextê li siyasetmedaran bike.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.