Careke din Rêbertiya xwe nîşan da
Şemî 7 Sibat 2026 - 04:00

- Peymana li Sûrî pêk hat pêşî li şereke mezin girt weke çareseriyek baş hate pêşwazîkirin. Helbet her kes meraq dikir gelo ev çareserî çawa pêk hat. Her derdor dixwest ji xwe re payekê jê derxe. Lê belê ev çareserî bi hewldanên Rêber APO pêk hat.
Li Sûrî peymanek di navbera QSD’ê û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de hate îmzekirin. Berî ev Peyman bê îmzekirin şerê giran li Helebê destpê kir. Roja 6’ê Çile hêzên girêdayî HTŞ’ê û komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişeke giran birin ser taxên Halebê Şêx Maqsûd û Eşrefiyê. Piştî QSD’ê hêzên xwe ji Tebqa û Reqayê vekişand, çeteyan êrîşê ser herêmên din yên Rojava kir. Heta ber deriyê Kobanê, Hesekê û Qamişlo hatin. Rêveberiya Xweser a Rojava biryara seferberiyê da û berxwedaneke xurt destpê kir. Her wiha li çar aliyên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê Kurd û dostên wan rabûn ser piyan. Hate fêmkirin ku ev êrîşkarî bi erêkirina hêzên navdewletî û bi hevkariya Tirkiyê hatiye kirin. HTŞ li Parisê di bin çavdêriya Emerîkayê de bi Îsraîlê re runiştibû û di encama peymana di navbera wan de ji bo êrîşa li ser Rojava bêdengiyek hatibû sazkirin. Piştî ev plana navdewletî û hewldanên qirkirina Kurdan deşîfre bû gelê Kurd rabû ser piyan hêrsa xwe li tevahiya cîhanê anî ziman. Nerazîbûneke mezin li hember hêzên navdewletî derkete holê. Her wiha nêzîkatiya şoven a Tirk û Ereban jî hêrsa Kurdan zêdetir dikir. Mirov dikare bêje cara yekem Kurd li qadan yekîtiya xwe sazkirin.
Xwestin rola Ocalan veşêrin
Helbet di heman demê de çavên civakê li Rêber APO bû. Gelo ew vê rewşa dawî çawa dinirxîne, pir dihat meraqkirin. Ji ber ku Ocalan di her fersendê de digot:“Rojava xeta min a sor e.” Her wiha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyek aştiyê birêve diçû. Rewşa dawî ya li Sûrî dê yekser bandor li vê pêvajoyê jî bikira. Ji ber ku demek dirêj deng ji girava Îmralî nehatibû, nedihat zanîn ka Ocalan li ser vê rewşa dawî çî gotiye. Derdorên xêrnexwaz û dijberên Tevgêra Azadiyê jî ev yek weke fersend bikar anîn û êrîşên xwe yên li ser Rêber APO zêde kirin. Qaşo dihat gotin ku rewşa xeter a li Rojava rûdaye di encama polîtîkayên Ocalan û tevgêra wî de pêk hatiye. Ev derdorên dijber xwestin vê nêrînê di nava gelê ku rabûye serhildanê de jî belav bikin. Lê belê rastiya mijarê paşê hat fêmkirin. Ji ber hin fikarên ewlehiyê rewşa rastî ne dihat eşkere kirin. Helbet ev yek jî hêjayê rexneyê ye lê mirov dikare bêje ku di rewşên wiha de car caran pirsgirêkên ragihandinê yên bi vê renge derdikevin holê.
Piştperdeya dîplomasiyê ya li Îmraliyê
Êrîşên li ser Helebê di 6’ê Çile de dest pê kiribû. Hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Ocalan re 17ê Çile pêk hat. Dema hevdîtin pêk hat êrîşên li ser herêmen din ên Rojava bi berfirehî dest pê nekiribû. Lê belê ji bo em vê pêvajoyê fêmbikin divê em rola Ocalan a di vê pêvajoyê de bidin xuyakirin. Her wiha dîplomasiya di navbera girava Îmralî, Enqere, Rojava, Şam, Hewlêr, Londra, Parîs û Washîngtonê de meşiyaye bi zanyariyên nehatine diyarkirin rave bikin. Em bi bîr bêxin ku ev agahiyên ku emê bi we re parve bikin me ji çavkaniyên li Rojava, Başûr û rayedarên DEM Partiyê, di encama lêkolînek birfireh de bidest xistiye. Ango agahî ji çavkaniyên saxlem yên di nava pêvajoyê de hatine girtin.
Hişyariyên Ocalan ji bo Rojava
Di eslê xwe de Rêber APO, di dawiya sala 2025’an de ji bo rewşa Rojava dest bi hişyariyên xwe dike. Em bidin bîra xwe, di vê demê de zextên Tirkiyeyê di derbarê hêza leşkerî ya Rêveberiya Xweser zêde bibûn. Li ser van zext û hin geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya di meha Kanûnê de hişyarî dide rêveberiya Rojava da ku destê xwe lez bigrin û li ser peymana 10ê Adarê bi Şamê re lihevhatinê pêk bînin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Ocalan dibêje ku sê xalên esasî ji xwe re bikin armanc û di vê çarçoveyê de hevdîtin pêk bînin. Ev xalên han rêvebirina deriyên sînor, yên balefirgehan û dahata aborî ye. Ango Ocalan dibêje ku li ser van xalan lihev bikin û destkeftiyên xwe yên leşkerî û rêveberiya herêmî biparêzin. Her wiha li vir Ocalan nirxandineke gelekî balkêş dike:“Xuyaye hêzên hegemon wê mudaxaleyê Sûrî bikin, ji bo pêşîgirtina vê yekê destê xwe lez bigrin.” Tê gotin ku Ocalan bi awayekî vekirî dibêje ku aliyê Kurd bi kîjan hêzê re peymaneke stratejîk pêk tîne bila bi wê re tevbigere.
Di hevdîtina 4’ê Çileyê çi pêk hat?
Li ser van pêşniyaran Rêveberiya Xweser hewldanên xwe ji bo rêkeftineke domdar zêde dike. Li aliyê din di 21’ê Kanuna 2025’an de rêveberiya Şamê metneke fermî ji bo lihevhatinê pêşniyarê Rêveberiya Xweser dike. Li ser van hewldanan biryara hevdîtinek berfireh ji bo 4’ê Çileya 2026’an tê girtin. Di 4’ê Çileyê de ev hevdîtin bi çavdêriya dîplomatên Emerîkî û Fransî li Şamê pêk hat. Di encamê de metneke lihevhatinê derkete holê. Hêj li ser hurgiliyên daxuyaniyê giftûguh dihat kirin tiştek balkêş pêk tê. Ji Wezîrê Karên Derve Esad Hesen Şeybanî yê ku bi heyeta Rojava re di civînê de ye nîşeyek tê û ew ji civînê derdikeve. Piştî vedigere dibêje, “em niha peymanê îmze nekin û daxuyaniyê rawestînin” û beyî ku sedema vê yekê ji muxatabên xwe re bêje civîn bi dawî dibe.
Di xirabûna peymanê de rola Ingilîzan
Paşê derket holê ku roja 4’ê Çileyê agahî ji rayedarên HTŞê re tê ku wê di 5-6’ê Çileyê bi Îsralîl re hevdîtinek pêk were. Ji xwe ev hevdîtina ku li Parîsê di bin çavdêriya Emerîkayê de pêk hat, paşê eşkere bû. Hevdîtin her çiqas di navbera Îsralîl û HTŞê de pêk hatibe jî hate fêmkirin ku ev hevdîtin lihevhatinek di navbera Îsraîl û Tirkiyê de bû. Li gorî hin çavkaniyên diplomatîk, dikarin vekirî bêjin ku ev hevdîtin bi daxwaza Îngîltere pek hatiye. Ev agahî jî cara yekem tê rojevê. Heta niha rola Ingilîzan ya di vê pêvajoyê de bi awayekî sergirtî dihat gotin, lê tê gotin ku Londra yekser di vê peymana qirêj de cih girtiye. Li vir agahiyeke veşartî jî dikarin bidin. Li gor hin çavkaniyên saxlem tê gotin ku Îngilîzan yekser ji rayedarên QSD’ê re gotine “em destûr nadin ku peymana Sykes Picot têk biçe” û nêrînên xwe yên di vê derbarê de vekirî anîne ziman.
Îsraîl û HTŞ (li piştperdeyê Tirkiye) li ser hin xalên girîng lihev kiribûn. Di serî de veqetandina girên Golanê ji bo Îsraîl, gelek mijar hatibûn rojevê û yek ji van mijaran jî destûra ketina HTŞ’ê ji bo herêmên Rojava bû. Piştî nûçeya Rautersê ku ev plan deşîfre dikir Balyozê Îsraîlê a Amerîkayê Yechîel Leîter ev îdia red kir û got me biryarek wisa nedaye. Lê di derbarê bêdengiya dewleta xwe ya li ser ve planê tiştek negot.
Komployeke nû ya navdewletî!
Mirov dikare bêje ku ev careke din komployeke navnetewî bû li dijî Kurdan. Di serî de jî komployek li dijî Rêber APO bû ku di serî de ji bo çareseriyeke demokratîk li Sûrî pêk were hewldanên girîng dimeşandin. Ji xwe Ocalan di hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re vê yekî vekirî tîne ziman:“Ev komployek mezin e ku ji komploya 15 Sibatê jî berfirehtir e.” Helbet ev yek destpêkê baş nehate fêmkirin. Gelo Kurd bi planeke çawa re rû bi rû bûn? Ocalan ji bo çi dibêje ev komployeke pir mezin e?
Banga berxwedaneke mezin dike
Piştî peymana li Parîsê di 6’ê Çile de êrîşa li ser taxên Kurdan yên li Helebê destpê kir. Erîş berfireh bû û bi armanca qirkirinê pêk dihat. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin Ocalan daxwaza hevdîtinê ji rayedarên dewletê dike û dixwaze mijarê fêm bike. Ev hevdîtin di heyama ku taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê ketibûn destê HTŞ’ê û êrîşa li ser Dêr Hefirê destpêkiribû pêk tê. Di vê hevdîtinê de Ocalan nerazîbûnên xwe bi awayekî tund nîşanî rayedaran dide. Her wiha peyamek ji bo Rêveberiya Xweser rêdike. Ocalan di peyama xwe de dibêje ku ev planeke pir mezin e li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn û diyar dike ku wê ev êrîş berdewam bike. Heta dibêje; dibe ku piştî Rojava bidest xistin êrîş ber bi Şengal, herêmên Başûr û heta Qendîlê biçe. Ocalan ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku tevdîrên xwe bigrin û xwe ji bo berxwedaneke mezin amade bikin.
Plana tunekirinê Ocalan aciz dike
Di vê navberê de Ocalan bi rayedarên dewletê re jî ji bo çareseriyê hevdîtinên xwe berdewam dike. Di hevdîtinek de rayedarên dewletê teklîfek ku ji 6 xalan pêk tê pêşkêşî Ocalan dikin. Vê teklîfê weke nameyek ji Colanî hatiye, didin xuyakirin. Tê gotin ku di vê nameyê de ji bo çareseriyê pêşniyarên aliyê hikumeta Şamê hene ku weke metneke teslîmgirtinê hatiye sazkirin. Li gorî çavkaniyan ev metin a di 18’ê Çile de ji hêla Şamê ve hatiye ragihandin e. Ocalan yekser vê metnê red dike, weke tunekirina Kurdan pênase dike û aciziya xwe wiha tîne ziman:“Gelo hun van xalan çima ji bo Turkmenan naxwazin. Hun ji bo Kurdan ji holê rakin Turkmenan jî feda dikin.”
Ocalan van gotinên xwe di hevdîtina bi heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re jî dubare dike. Ev hevdîtin di 17ê Çileyê de pêk hat. Di hevdîtinê de Ocalan bi berfirehî li ser plana navdewletî disekine. Careke din dubare dike ku divê ji bo pêşîgirtina vê planê hewldan bêne xurtkirin. Ji rayedarên dewletê yên ku di vê hevdîtinê de cih digirin re dibêje:“Ger hun pêşî li vê hewldana qirkirinê negrin wê Kurd mezin li ber xwe bidin. Ew gotina min a wê Sûrî bibe Xaze ev yek e. Ger Kurd li ber xwe bidin kes nikare pêşî li encameke wisa bigre.”
Dîplomasiyek berfireh
Hevdîtina fermî ya li Îmraliyê di 17ê Çile de pêk tê. Bi rêya heyetê Ocalan nêrînên xwe bi berfirehî tîne ziman. Lê piştî vê hevdîtinê jî hewldanên Ocalan didomin. Dîplomasiyek ku navenda wê Îmralî ye destpê dike. Hevdîtinên germ di navbera Îmralî, Enqera, Qamişlo, Şam, Hewlêr û Washîngtonê de pêk tên. Navenda vê dîplomasiyê jî Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Tê îdiakirin ku dewletên weke Îngîltere û Emerîka (Tom Barrack) dixwazin rolek neyînî bidin hêzên Başûrê Kurdistanê. Bi taybet ji bo îknakirina rayedarên Rêveberiya Xweser ev rol girîng e. Lê belê mirov dikare bêje ku piştî berxwedan û raperîna Kurdan li seranserê cîhanê, daxwaza hêzên navdewletî bi awayê dixwestin pêk nayê. Di vê navberê de êrîşên HTŞê û çeteyên têkildarî ser bi Tirkiyeyê berfireh dibe. Reqa û Dêrazor dikevin. HSD hêzên xwe ber bi rojhilatê Firatê ve dikişînin. Rêveberiya Xweser dema dibîne ku planek ji bo tunekirinê di meriyetê de ye, biryara seferberiyê girt. Tê gotin ku ev biryar jî li ser peyameke Ocalan tê girtin. Ocalan di peyama xwe de dibêje, “ger ji bo qirkirinê werin ser we encax bi berxwedanê hun xwe biparêzin.”
Peymana teslîmgirtine qebûl nake
Di 18’ê Çileyê de di navbera QSD!ê û hikumeta demkî a Şamê de agirbest hat îlankirin. Agirbest bi mutabaqata her du aliyan pêk hat lê di heman rojê de xwestin hin maddeyên ku îradeya Rêveberiya Xweser bi temamî têk dibe li ser heyeta QSD’ê ferz bikin. Mazlûm Ebdî û heyeta xwe ev ferzkirin qebûl nekirin û ji Şamê vegeriyan. Careke din çavên hemû aliyan li ser Ocalan bû. Ev pêşniyaren HTŞ’ê û dewleta Tirk ji bo wî jî tê şandin. Ocalan dema van xalên ku li ser Rojava têne ferzkirin dibîne careke din temasa wî bi dewletê re çêdibe. Di hevdîtinê de Ocalan vekirî tîne ziman ku ger Tirkiye li ser Rojava hewldanên xwe bi vî awayî bidomîne ew ê bi temamî xwe ji pêvajoyê bikişîne û dibêje:“Heke wisa dewam bike tu maneya pêvajoya li vir jî namîne. Herin bêjin rayedaran, Ocalan di planeke wisa de tune ye. Kes nikare Rojava bêstatû bike û vê yekê bi min bide qebûl kirin.” Her wiha Ocalan ji dewletê dixwaze ku ji bo çareseriyê ew yekser bikeve dewrê. Dixwaze ku qenalên hevdîtinê bêne vekirin. Piştî vê yekê ji bo çareseriyê hin hevdîtinan pêk tîne. Ev car bi pêşniyara Ocalan agirbesta di navbera QSD’ê û hikumeta Şamê tê dirêjkirin. Di heman demê de li seranserê Kurdistanê û li tevahiya cîhanê Kurd rabûn ser piya. Ev yek jî bandoreke mezin li ser hêzên navdewletî kirin. Li aliyê din Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî jî tevlî hewldanên dîplomasiyê bûn. Piştî hewldanên berfireh rewş hinekî aram bû. Hem dewleta Tirk, hem hikumeta Şamê, hem jî qada navdewletî li ser lihevhatineke nû nerm bûn.
Hemû alî li Rojava hatin cem hev
Li ser pêşniyara Ocalan ev car hevdîtinek berfireh ku cara yekem agahiyên wê hatin bidestxistin pêk hat. Ocalan dibêje ku pêwîst e di vê hevdîtinê de tevahiya aliyan hebin. Mebesta Ocalan li vir ew e ku kes li derve nemîne da ku careke din planên nepenî neyên kirin. Li ser vê yekê, heyetek ji Tirkiyeyê, yek weke berdevkên Ocalan, aliyê Rêveberiya Xwesar a Rojava, heyetek ji hikumeta Şamê û di nav de rayedarên Emerîka û Fransa jî heyî heyetek navdewletî civînek berfireh li bajarekî herêma Cizîrê pêk tînin. Di vê hevdîtinê de çarçoveya peymana 30’ê Çileyê tê diyar kirin. Her alî pêşniyarên xwe datînin ser masê. Bi taybet aliyê Kurd xetên xwe yên sor û yên jêneger tînin ziman. Li gorî agahiyan, Ocalan bi taybetî sê xalên girîng destnîşan dike û dixwaze rêkeftin li ser van xalan çêbe. Ev xal jî mafê xwe parastin, mafê xwe rêvebirin û mafê ziman û perwerdehiyê ne. Di encamê de peymana 30’ê Çile derdikeve holê.
Xêrnexwaz vala derketin
Di encamê de mirov dikare bêje ku helbet ev Peyman gelek hat nîqaşkirin. Kêmasî û nebesiyên wê hatin gotin. Gelek derdoran rexne jî kirin. Lê wisa xuyaye ku di van şert û mercan de peymana herî maqûl bû. Ji ber ku plansaziyek navdewletî hatibû kirin û armanc bi tevahî tunekirina destkeftiyên Kurdan bûn. Serkêşiya wê jî Ingîlîzan dikir. Helbet ev plan li feraset û hêza Rêber APO diqelibe. Ango pêşbînî, zanîn û xurtiya Ocalan pêşî li felaketeke mezin digre. Mirov dikare bêje ku Ocalan careke din hêza rêbertiya xwe nişan da. Ji carên din cudatir Kurd li qadan yekîtiya xwe jî sazkirin û bi vê hêzê bi hêzên hegemon paşde gav dane avêtin. Tişta herî girîng jî herêma Rojava, ango perçeyê biçûk ê Kurdistanê cara yekem bû xwedî maf û statu. Li aliyê din ew derdorên dixwestin Ocalan û tevgêra wî reş bikin careke din vala derketin.
AW/SERDAR ALTAN












