Destana vejîna Şengalê

Çarşem 1 Nîsan 2026 - 16:00

  • Di kûrahiya dîrokê de, hinek kêlî hene ku mîna birûskekê tarîtiya sedsalan diçirînin û rûyê rastîn ê rûmetê nîşanî mirovahiyê didin.

Çîroka Şengalê û hevnasîna wê ya bi gerîlayên azadiyê re, ne tenê rûpeleke ji pirtûkên şer an jî geşedaneke siyasî ye ew destaneke wisa ye ku bi herfên ji agir bi hêsirên wefayê û bi xwîna ku di koka axê de bûye yek hatiye hûnandin. Dema ku di sala 2014’an de fermaneke reş mîna ewrên mirinê bi ser lûtkeyên Çiyayê Şengalê de girt dema ku cîhanê çavên xwe girtin û xiyanetê mîna kaxizek şewitî rûyê xwe yê gemar nîşan da tam di wê kêliya ku bêhêvîtiyê mîna kefenekî spî Şengal dipêça, dengekî ji kûrahiya çiyayên Kurdistanê yên asê bilind bû. Fermandariya Biryargaha Navendî bi biryareke ku dê herikîna dîrokê biguheranda, daxuyand ku “Em îşev dikevin Şengalê.” Ew ketina Şengalê, ne tenê meşeke leşkerî ya ji bo parastina sînoran bû ew vegera ruhê ku li koka xwe digeriya, hembêzkirina xwişk û birayên ku di nava lepên qirkirinê de mabûn û bi can û ruh vebûna ber bi cewhera xwe ve bû.

Azadiya gerîla bû nefesa Şengalê

Di navbera wan salên giran ên 2014 û 2020’î de, li ser her bihostek axa pîroz a Şengalê, şopa pêlên gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên Serok Apo bi xwîna pak a ciwanên Êzidî re bû yek û di nava axê de herikî. Wan mil bi mil, di bin mercên ku hişê mirov tê de dilerize, sînga xwe kirin mertal da ku koka civaka Êzidî ji tariya fermanê biparêzin. Ew salên berxwedanê bûn salên ku tê de "ez" winda bû û "em" di nava birînên hev de hat dermankirin, birîna Şengalê bû birîna gerîla û azadiya gerîla jî bû nefesa Şengalê. Dema ku Şengal gav bi gav ji qirêjiya tarîtiyê hat rizgarkirin û civaka Êzidî êdî karibû li ser lingên xwe bisekine, saziyên xwe ava bike û bi vîna xwe ya cewherî qederê di destê xwe de bigire, dema xatirxwestinê hat. Lê ev xatirxwestin, ne mîna yên asayî bû ji ber ku ew êdî bûbûn wekî xwîn û goşt, wekî ruh û laş ku ji hev qetandina wan mîna qetandina can ji bedenê ne mimkun bû.

Koka darê û fêkiyên azadiyê

Beriya heft salan, dema ku li bin sîya çiyayê pîroz merasîma xatirxwestinê hat lidarxistin, ji zarokên heft salî heta kalên heftê salî, bi çavên tije rondik û dilên ku mîna deryayan diçiriyan li qadê amade bûn. Di wê kêliya giran û tije manedar de, fermandarê gerîla yê Şengalê bi dengekî ku di guhên dîrokê de mîna sondê deng veda, tenê daxwazek ji gelê Şengalê kir: “Em diçin, lê em şehîdên xwe emanetî we dikin.” Ev hevok wekî birûskekê li wijdan û hestên her kesî ket û di navbera çiya û deştê de bû peymaneke herheyî. Ew şehîd, ne tenê şervanên ji dûr ve hatîbûn ew êdî kur, keç, bira û xwişkên her malekê Şengalê bûn. Wan canê xwe dabûn da ku zarokên Êzidî careke din neyên firotin û çanda qedîm neyê windakirin û niha bedena wan di nava axa Şengalê de dibû bingeha jiyaneke nû, dibû koka dareke ku fêkiyê wê azadî ye.

Ji wê roja dîrokî û vir ve civaka Êzidî wî emanetî mîna ronahiya çavên xwe, mîna rûmeta malbata xwe diparêze. Di her cejn û rojên pîroz de, goristanên şehîdan dibin cihê hevdîtina dilan û mekana wefayê. Dayikên Şengalî, bi kincên xwe yên spî û bi rûyên xwe yên ku êşa fermanan tê de veşartî ye, diçin serê goran, mûm û çirayan pê dixin û bi hêsirên wefayê axa sar maç dikin.

Bûn neynikên jinên êzidî

Di nava kûrahiya vê çîroka bêhempa de, ya ku rûyê tarî yê fermanê guherand û kir ronahiyeke dîrokî, vîna jinên Êzidî ye ku mîna stêrka sibehê dibiriqe. Jinên ku di sala 2014’an de wekî hedefa sereke ya qirkirinê dihatin dîtin û di bazarên tarî de dihatin firotin, îro bûne parêzvanên sereke yên wî Emanetî ku gerîlayên azadiyê li pey xwe hîştine. Ev veguherîn ne tenê guherîneke leşkerî ye, lê şoreşeke ruhanî û civakî ye ku di bin pêşengiya jinê de şax veda û jiyaneke nû afirand. Dema ku şervanên YJA-Starê gihîştin Çiyayê Şengalê, wan ne tenê çek rakirin û şer kirin; wan neynikek nîşanî jinên Êzidî dan ku tê de hêza xwe ya cewherî, rûmeta xwe ya windabûyî û îradeya xwe ya azad bibînin. Ew Emanetê ku fermandariya gerîla behsa wê dikir, berî her kesî di dil û mejiyê jinên Şengalê de cih girt ji ber ku jinê herî baş dizanibû ku wateya azadiyê çi ye û bihayê ku ji bo wê hatiye dayîn çiqasî giran e.

Bi şoreşê ev rol gihîşt lûtkeyê

Di nava civaka Êzidî de, jin her tim wekî hîmê parastina çand û baweriyê hatiye dîtin, lê bi vê şoreşê re ev rol gihîşt lûtkeyê. Parastina Emanetê gerîla ji bo jinan bûye wezîfeyeke pîroz a mîna parastina perestgeha Laleşê. Ev wefaya ku jin nîşan didin, dihêle ku ruhê berxwedanê di nava nifşên nû de jî bi rengekî herheyî zindî bimîne. Keçên ciwan ên ku çîrokên lehengên wekî Vejîn û Vînar dibihîzin, bi wê zanebûnê mezin dibin ku rûmeta wan bi axa wan û bi parastina bîranînên wan şehîdan ve girêdayî ye. Bi vî rengî, rola jinan li Şengalê ji malê derket û li serê çiya, di nava kolanan û di nava navendên polîtîk de deng veda. Ew bûne mîsogerkerên ku careke din ti xiyanet nikaribe bi hêsanî derbasî sînorên Şengalê bibe. Emanetê ku gerîla spartibû wan, îro di nava her kincê spî yê dayikên Şengalî û di nava her guleya şervanên jin de, wekî vîneke poladî ya ku nayê şikandin dijî.

ANF / ŞENGAL / ARGEŞ ŞENGALÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.