Em ê ji bo Kobanê bixebitin

Duşem 13 Nîsan 2026 - 15:30

  • Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî ku nû hate peywirdarkirin, anî ziman ku ji aliyê rêveberiyê ve yekem saziya ku tevlî entegrasyonê bûye saziya şaredariyê ye û destnîşan kir ku ew dê ji bo bicihanîna pêdiviyên gelê Kobanê projeyên girîng danên pêşiya xwe.

Li gorî Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêk hatî, xebatên entegrasyonê didomin. Li gorî peymanê, piştî agirbestê û entegrasyona leşkerî û asayîşê, dê di aliyê saziyên îdarî ve jî entegrasyon pêk bihata. Di vê çarçoveyê de, ji hêla Hikûmeta Demkî ve Almaz Romî weke Seroka Şaredariya Kobanê hate qebûlkirin. Her wiha Mehmûd Remî, Osman Mistefa Mihemed, Yara Bozan Ebdî, Narîn Boz û Ehmed Mihemed Şêxo jî bûn endamên meclisa şaredariyê. Îro jî bi awayekî fermî endamên meclisê û Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî dê dest bi kar bikin. Almaz Romî axivî.

Almaz Romî diyar kir ku li gorî Peymana 29’ê Çileyê entegrasyona yekemîn a ji aliyê saziyên rêveberiyê ve, weke diyarkirina Serokatiya Şaredariya Kobanê pêk hatiye û ev tişt anîn ziman: “Li gorî Peymana 29’ê Çileyê, di çarçoveya entegrasyonê de nîqaş hatin meşandin. Ji bilî saziyên leşkerî, yekem saziya rêveberiyê ya ku tevlî entegrasyonê bûye, saziya şaredariyê ye. Beriya hefteyekê em çûn Helebê, me hevdîtin pêk anîn. Bi vî awayî rêveberiya nû ya Kobaniyê zelal bû. Rêveberiya ku beriya niha li ser kar bû, kar dewrî me kir. Em ê jî îro bi awayekî fermî dest bi kar bikin û tekane kar û armanca me xizmeta gelê Kobaniyê ye.”

Almaz Romî destnîşan kir ku hikumeta demkî ya Şamê di destpêkê de jin di rêveberiyê de qebûl nedikirin, lê wekî jin cara yekem e bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin ku bibe Seroka Şaredariyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dê xwedî li gelê xwe derkevin û xizmetê ji bajarê Kobanê re bikin. Kobanê ji sala 2014’an ve bi êrişên giran re rû bi rû ma. Di sala 2014’an de hemû binesaziya bajêr xera bû. Rêveberiyê hewl dida bajêr ji nû ve ava bike lê ji ber êrişan her tim proje dihatin rawestandin. Niha jî ji bo ku em careke din dest bi wan projeyan bikin û daxwazên gelê Kobanê bi cih bînin, me xebat dane pêşiya xwe. Hikûmeta Şamê di rêveberiyê de jin qebûl nedikirin. Lê niha cara yekem e li Şaredariya Kobanê jinek weke seroka şaredariyê hat diyarkirin. Em jî dê kar û xebatên xwe bidomînin û xizmeta civakê bikin.”

Almaz Romî anî ziman ku weke şaredarî ew dê ji niha û pê ve ji bo bicihanîna pêdiviyên gel kar û xebatên xwe bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji destpêka ku Rêveberiya Xweser hate damezirandin ve ez jî weke endamekê di nav de bûm. Ji wê rojê heta niha ez di saziyên Rêveberiya Xweser de kar û xebatan dikim. Ji niha û pê ve jî em dê kar û xebatên xwe hêj serkeftîtir berdewam bikin. Gelê me jî li pişt me ye. Ji bo xweşikkirina bajêr, ji bo çêkirina rêyên gundan, avê û gelek pêdiviyên din hene ku divê em pêk bînin. Em dê hewl bidin daxwaz û pêdiviyên gelê Kobanê bi cih bînin. Di demên pêş de jî em dê bi kesên xwedî tecrube yên ku dikarin kar bikin re civînekê li dar bixin û ji bo ku em ji pêdiviyên gelê Kobanê re bibin bersiv, kar û xebatên xwe bidomînin.”

AW/MAHMÛT ALTINTAŞ

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.