Mazlûm û Egîd: Du têkoşerên azadiyê

Pêncşem 26 Adar 2026 - 16:30

  • Li gel van pêşengên şoreşger Kurdistan ji xewa bi salan şiyar bû û ji mirinê berê xwe da hebûnê.

Li hemû welatan serdemeke berxwedanê heye ku neteweyekê bi xwe re hişyar dike. Hin çax jî hene ku heta dawiya jiyanê jî dibin bingeha azadî û çavkaniya hêzê. Bi taybetî jî  ji neteweyên ku qirkirin li wan tê ferzkirin re, ew çax dibin jiyan baweriyek.

Hefteya Qehremaniyê, di bîra gelê Kurd de weke rojeke nayê jibîrkirin maye. Ew roj bû dîroka azadiyê. Her çend derfetên wê demê pir kêm jî bûn, wan lehengan bi sekn û helwesta xwe ji kêmasiyan derfet afirandin. Ew bi şînahiya biharê re vedibûn û roj bi roj berxwedan zêde dibû. Xeta Mazlûman girseyî bû. Ew kulîlkek bû ku gelek kulîlk zêde kirin û mezin bûn. Navên wan Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmûd Zengîn û Eşref Anyik e û bi sedan li ser wê rêyê û li ser xeta Mazlûman bûn qehreman. Wan di rêya azadiyê de canê xwe bi qehremanî feda kir.

Ji dema şehadeta Mazlûm Dogan 21'ê Adarê heta şehadeta fermandarê Tevgera Azadiya Kurdistanê Egîd 28'ê Adarê, Hefteya Qehremantiyê tê gotin. Şehîd Egîd ku bi guleya xwe ya destpêkê şitla azadiyê ji nû ve geş kir û ji gelê Kurd re jiyaneke nû ava kir.

Dewleta Tirk digot: “Me Kurd û Kurdistan ji holê rakirin, me Kurd qetil kirin û me Kurd kirin tirbê.” Lê belê dîsa jî piştî salan rengê biharê li gel têkoşîneke mezin derket holê. Tu zehmetî bê xweşî nîn in, tu xweşî jî bê zehmetî nîn in. Di rastiya Kurd û Kurdistanê de, her tim ji zehmetiyan lehengî tên afirandin.

Hefteya Qehremantiyê ku bi berxwedana lehengan, destan û efsane tên nivîsandin ku Mazlûm Dogan bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir û li dijî desthilatdariyê got ku ‘teslîmiyet ber bi îxanetê ve, berxwedan ber bi serfiraziyê ve dibe’ û bi vî ruhî, pergala desthilatdariyê hat hilweşandin.

Şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz) di şerê li dijî dagirkeriyê de mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Mahsum Korkmaz ku ji Farqîna bi ser Amedê ve ye, bi rêya Mazlûm Dogan Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.

Pira xelaskirina gelan a ji qirkirinê 28’ê Adarê û 15 Gulanê bû. Ev pir bi pêşengtiya Fermandarê Serdemê Egîd ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de di mejiyê nijadperestiya dewleta Tirk de guleya yekemîn teqand. Ji tarîtiyê ber bi derketina rojê ve, Şehîd Egîd ji gelê Kurd re bû çirûska rojê û hêviyê. Egîd li pey xwe bi hezaran Egîd şiyar kirin û wan mîrateya Egîdan şopand. Şeva 18’ê Gulanê, Ferhad, Necmî, Mahmûd û Eşref, di seat çarê sibêhê de destên xwe dan hev û wekî ku ew ê dîlana azadiyê bigirin. Ew her çar fermandarên nemir, bûn Kurdistan. Aliyek Bakur, Başûr û aliyê din jî bû Rojhilat û Rojava. Bedena wan bû Kurdistan û wan dîlana heta hetayê gerand. Ew li ser xeta Mazluman bûn û bi ruhê wî dîlana xwe dewam kirin.

Di berbanga sibehê de bi agirê bedena xwe şeva tarî ronî kirin, di şeva tarî de stranê azadiyê gotin. Ji bo rojên zehmet xwestin kêliyên rizgariyê û kêfxweşiyê bidin avakirin. Di tariya şevê de li ber ronahiya agir strana cesaretê û qehremaniyê strîn û gotin; ‘’Hevalno ger ku hûn ji me hez dikin hûn ê agirê bedena me netefînin. Em dixwazin ji agirê bedena xwe ji we re strana azadiyê û serkeftinê bibêjin û em roja ronahiyê ava bikin. Êdî em kêfxweş in ku em a niha li nezî rêheval Mazlûm bin.’’

Şehîd Egîd li hemberî qirkirina li ser gelê Kurd dengek bû û wî gelê Kurd ji xewa salan hişyar kir. Ew bû nasnameya gelê Kurd û destpêka jiyaneke nû. Guleya ku li Dihê teqiyayî deng da tevahî Kurdistanê û bi xwe re leheng û berxwedêr hişyar kirin.

Va ye Egîd bi berxwedana xwe destan nivîsand, bû mînak û bi sedan şopdarên rêya Egîd û Mazlûman soza şopandina rêya wan û soza azadkirina Kurdistanê dane. Wê tu carî ala Egîd û Mazlûman danekeve û wê li asîmanê Kurdistanê her tim bilind be û biheje.

Bi wî ruhî bûn stêrkên heta hetayê û wan li asîmanê Kurdistanê şax veda.

ANF / KOBANÊ / CÛDÎ IBRAHÎM   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.